| |
|
DIYALEKTÎKA PÊVAJOYÊ
Û REWŞENBÎRIYA KURD |
M. Siyamend
BEGLAYÎ
Pirsgirêka
rewşenbîriya kurd, ji tiştê tê xuya
kirin kûrtir e.
Hest û dema tu rewşebîrên gelên cîhanê,
nabin mîna hest û dema rewşenbîrên kurd.
Pirsgirêkên rewşenbîriya kurd, ji yên
rewşenbîriya cîhanê cûdatir in. Ev
helwesta ne li gorî rewşa cîhanê, tiştên
cûda jî derdixe hemberî mirov. Tiştê
herî balkêş ku di nava van tiştên cûda
de derdikevê hemberî rewşenbîriya kurd,
valahiya navbera hewn û hişmendiyê de
ye. Ev valahî, berpirsiyarî û binbariya
rewşenbîriya Kurd dide ji bîr kirin.
Valahî dîrokî ye, sosyolojîk e...
Hinekî bi destîniya civakî ve girêdayî
ye. Rewşenbîriya kurd, mixabin li demên
winda ne geriya ye... Demên winda, di
dîroka gelan de giring in. Ji sedemên
karûbarê jiyana rojane, civak li demên
winda xwedî dernakeve. Naxwaze bi demên
winda re mijul bibe. Di nava civakên
weke civaka kurd de, pêdiviyên aborî û
guvaştina dagirkerî, hestên lêgerîn û
xwedîderketina li demên winda ji holê
radike.
Ev kar, karê rewşenbîran e. Ji ber ku
rewşenbîr nikarin, tenê bi jiyana rojane
re mijul bibin. Eger rewşenbîriya
civakan, demên winda ji bîr bikin û tenê
bi jiyana rojane mijul bibin, ew valahî
di jiyana demdirêj de mezin û kûr dibin.
Kûrbûn û mezinbûna demên winda, bingeha
helandin û têkçûnê (asimilasyonê) xurt û
bi hêz dikin.
Rewşenbîriya Kurd ne derî demê ye û
nikare bi formulasyonên matematîkî ku
demogojiya siyasî di nava xwe de
radigire û îro bûye benîştê devê hinek
kes û derdoran, kesî bixapîne. Lewra
dive ku rewşenbîriya kurd berî her tiştî
li hemberî xwe “îddîanameyekê” amade
bike û xwe xwe derbikevê hemberî dadgehê.
“Husnû erênî” di karûbarê rewşenbîrî de
nîn e. Dîrok, hêdî hêdî dergehên
dadgehên xwe vedike. Û dide xuya kirin
ku lêpirsînên du-demî, (doh û îro), bi
bîrdozên teorîk nayên berteref kirin.
Bêguman dengeya kefikên mîzênê girîng e.
Lê pêwîst e bête zanîn ku kefika civakê
weke mengeneya guvaştinî ye û giraniya
xwe dideyne ser her tiştî. Nexasim di
nava gelên mîna gelê kurd de... Xwe
inkar nakin, lê ligel dijmin in...
Ligelbûna dijmin xiyanetê nabînin, lê li
dijî Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd in.
Ev gunhekariya mijul kirin û xapandina
dîrokê ye û mafê tu rewşenbîrî tune ye
ku vê davik û kemînê, ku weke
bextreşiyeke bêmirês derdikevê hemberî
çarenûsiya gelê Kurd, di rengên cûda de
be jî biparêze û erê bike.
Pîramîda civaka kurd hîna ava nebûye. Di
qonaxa mirin û meyinê de ye û dibêjin,
qonaxa îroyîn hassas û girîng e.
Ne ji bo gelê kurd tenê, ji bo gelên ku
şerên neteweyî û hebûnê didin, pîvanên
hest û demê, girîng in, taybet in. Îcar
rewşenbîriya Kurd, di nava gevzeka xwe
“tahrîp”kirinê de, dibe kewê ku li
hemberî gelê xwe bikevê rekihên teng û
ji bo dijmin biqeb-qibîne.
Rewşenbîriya kurd, îro dibin çavdêriya
dîrokê de ye û pêwiste bi xwe, xwe
dadgeh bike.
Her gava rewşebîriya kurd, di eksenê
daxwazên gel de, di eksenê pêdiviyên hoy
û mercên îroyîn de, pozîtîf yan jî
negatîf têne nirxandin. Kî wê binirxîne
û bipîve?
Bêguman gelê kurd!... Bêguman ciwanên
kurd!.. Bêguman jinên kurd!... Bêguman
zarokên kurd!.. Bêguman Şoreşa kurd!...
Eger mirov li bextê xwe binêre û bibêje;
trenda rewşenbîriya kurd li jêr e.
Mixabin!.. Lewra gelek caran di gotarên
cûda de, navê kesan tê gotin û helwesta
wan ya rewşenbîrî, ya siyasî û kesayetî,
di eksena pêdivî û hoy û mercên îroyîn
de tê nirxandin û dikirandin. Ev jî dide
xuya kirin ku, kesayetiya rewşenbîriya
kurd, di bêjinga rastiya sosyolojîk de
derbas dibe. Yanî ew gotina ku me li jor
got, rewşenbîriya kurd dibin çavdêriya
dîrokî de ye. Bi gelê kurd re, bi
Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd re, bi
kesayetî û grubçîtiya siyasiyên kurd re,
her kes di azmûneyeke cidî ya dîrokî re
derbas dibe.
Ji siyasiyan bêhtir, binbarî û
berpirsiyariya mezin a rewşenbîriya kurd
e. Şerê ku rewşenbîr bidin, pêwiste di
vê demê de, bêhtir ji her demê zindîtir
gûr û geştir be. Pirsgirêka kurd ketiye
rojevê û ji bo çareseriyê nîqaş têne
kirin û proje têne amade kirin. Şoreşa
kurdî terzeke volkanîk kire jiyanê û
pirsgirêka kurd, gihande roja îroyîn,
gihande radeya nîqaşê, gihande qada
navneteweyî, gihande berzî û bihêziya
guhertina dewleta dirrinde û hêrivandina
tabûyên dewleta hov...
Eger nirxên îroyîn û germahiya bilind ya
van nirxan, eger hestên rewþenbîriya
kurd zirz neke, di xeta parastina
destketiyan de nekê nava tevger û
lêpirsînên xwedîderketinê, ewê bi destên
xwe şelîta qirika xwe bikişînin. Eger
rewşenbîriya kurd, “tîpolojiya dagirkerî”
nîşan bide, di nava bêdengiyê de neçarî,
belengazî, wêranzarî û nekariya xwe
biqîre û bi “cehd-î layik” di avakirina
pîramîda civakî de cihê xwe negire, ewê
li ber şek û pekên dijwar yên civakî
bikevin û xelekên qutbûna ji civaka xwe,
bi destên xwe amade bikin.
Guman dikim ku rewşenbîriya kurd, ji
çanda siyasî, ji çanda sosyolojîk, ji
çanda wêjeyî, ji çanda dîrokî ne bêpar
e. Lewra, mafê kesî nîne ku di şexsê xwe
de, “Sendruma Cezayir” saz bike û li
bejna rewşenbîriya kurd bike. Ji ber ku
rewşenbîriya tirk, kirasê “Sendruma
Varna” qaz kiriye û li xwe kiriye.
Temsîliya Sendruma Varna,
serfermandariya artêşa tirk û
desthilatdariya tirk e. Civata
rewşenbîriya tirk jî, li hemberî mafê
gelên li Tirkiyê, li hemberî mafê gelê
kurd, li hemberî Tevgera Azadîxwaz a
Gelê Kurd, di her şert û mercan de,
çanda dirûtiya tirkîtî (ku weke
kultureke bextreş e) derdixe pêş û bi
gotinên pirr manîdar û xapînok rol û
misyona xwe dilîze. Destekê didine du
lingên faşîzma şîzofrenîk...
Pêwîst e neyê ji bîr ku gelê kurd, 30
sal in, li hemberî vê faşîzma şîzofrenîk,
şerê çekdarî dike. Berdêlên mezin dane û
nirxên giranbiha bidestxistin. Bi saya
vê têkoşîn û berxwedanê, pirsgirêka kurd,
nasnameya kurd, mafên demokratîk yên
gelê kurd, îro di qada dewleta tirk de,
parlamena tirk jî di nav de, li her cih
û warî tê nîqaş kirin. Kes nikarê vê
rastiyê red bike û mafê ciwanên kurd,
gerilayên jin û mêrên ku bi cengewariya
xwe destan nivîsî ne înkar bike.
Baş e, eger rewşenbîr, êşa gelê xwe di
kûraya dilê xwe de hîs neke; tirsa
mirovên di destê esker û cendirmeyên
Roma Reş de di tevahiya ezayên laşê xwe
hîs neke; toza kîmyewî ku laşê gerîla ji
hev de dibedidîne, di nava ava kîmyewî
ya mêjiyê xwe de ne bihîze; qîrên û
hawara jinên kurd ku berê topan bi ser
wan de weke libên baranê dibarin di
hunandina laşê xwe de ne bihîze; tirsa
kalekî, ji şîş û singuwê çeteyekî, tirsa
zarokan ji jopên polîsan, tirsa ciwanekî
ji êşkencê, ked û fedekariya gerîlayekî
ku temenê xwe li serê çiyan derbas dike
û xewa şevan, bêrîkirina firavîn û
şîveke germ, şuştin û veşûştineke
bêhnferehî, di atlasê dil û mêjiyê xwe
de hîs neke, ewê çawa dikaribe bibe
rewşenbîr?
Piştî hevdîtina Tayip Erdogan û George
Bush, balafirên þer, bê rawestandin
Herêmên Parastina Medya û cihûwarên cûda
yên Başûrê Kurdistanê bombarduman dikin.
Di telewizyona ROJ TV de, ruxandina
Nexweşxaneya Şehîd Dr. Seyit Riza hate
weşandin. Di wê nexweşxanê de ji gerîla
bêhtir niştecihên herêmê dihatin derman
kirin. Mirov û lawir hatin kuştin. Çi
gerîla, çi sivîl, di encama bombardumana
dijmin de kurd hatin kuştin. Gelo,
rewşenbîriya kurd eniya Bakur li hemberî
vê dijminatiyê çi kir?
Guman dikim ku her kes, vê êrîşkeriya
hovane û kesên vê bombardumanê dikin bi
navê “dijminê gelê kurd” bi nav dike.
Baş e li hemberî êrîþkeriyên dijminekî
wiha hevbeş, mirov çi dike?
Di nava çendikan de dixwazim bibêjim ku
hinek kes û derdor hebin ku vê
êrîşkariya bombardumanê û kesên fermana
bombardumanê didin, weke dijminê gelê
kurd nebînin, tiştekî ku mirov bibêje
van kes û derdoran namîne. Tenê yek
gotin dimîne: Ev kes, ne ji gelê kurd in
û nikarin xwe ji gelê kurd jî
bihesibînin. Formule kirin, ji vê re
nave û tu kes nikare vê bûyerê di
çarçoveya derfetên şîrovekirinê de
rûnîne û bi duvê dîrokê ve girêbide.
Baş tê zanîn ku dîrok û waqayên
sosyolojîk, di pênc hendesyariyan de
têne nirxandin. Kûraya dîrokê, (waqanûwîsên
kevin), heyam, tevgerên civakî, grubên
civakî, tevahiya civakê û dem...
Tevahiya civakê û dem di nava kevin û
nûjeniyê de têne lêkolîn kirin û encam
tê dexistin. Gelek caran di nirxandin û
bûyerên dîrokî de, xapandina mirovan di
demê de derdikevê holê û xwe xapandina
li gorî konjoktura rojane ku rojeva
dijmin bişopîne derdikevê holê. Pêwiste
em bibêjin ku operasyonên hewayî û
êrîşkeriyên dijwar yên li hemberî sazî û
dezgehên gelê kurd, (weke çapemenî, weke
partî, weke sazî û dezgehên kulturî)
dansa herî dawî ya li meydana cengê ye.
Mixabin hinek kes û derdorên kurd jî,
têne vê lîstikê û di dansa meydana cengê
de cihê xwe digirin. Ew kes û derdor
nabînin ku dansa xwe li ber bilûra AKPê
dikin? Di qonaxa ku pirsgirêka kurd
ketiye rojevê û tê nîqaş kirin, dibêjim,
dem ne dema çek e, cîhan di sedsala 21ê
de dijî û li dijiî çekdariyê ye. Lê
nabînin ku gerilayên kurd tenê xwedî
keleşînîkof in, lê artêşa Tirk bi
balafir û top û rank û toza kimyewî û bi
sedhezaran esker êrîş dike ser gelê kurd
û êrîş dike ser gerilayên kurd. Gerîla,
5 caran agirbest îlan kir, artêşa Tirk
her 5 caran bi operasyonan, bi
bombardumanan, bi kuştina kes û kûsan,
bi kuştina grubên gerîla bersiv da. Gelo
nedîtina vê rewşa micalkeysî û derfehatî
ne gunehkarî ye? Di şerê ku dengeya
hêzan ne weke hev e û li hemberî ku
dengeya çek û hêza dewleta tirk zêde ye
jî, desteka NATO, Yekîtiya Ewropa û
Emerîka, desteka Îran û Suriye jî
distîne, nabe mijara rexne kirinê û nabe
dabaþa sedsalê û demê, lê keleşinkofên
gerîla dibin... Mirov nabêje weytîîîî li
vê ecêbê!...
Xapandin e. Xwe xapandin e...
Dansa li ber bilûra AKPê, mîna çîroka
“Gûr û Karikan e”. AKPe, ew Gûrê
bûkalemûn e. Ew kes û derdorên xwe şaş
kirine, Karik in, AKPe jî Gûr e. Eger
mertalê Tevgera Azadîwaz a Gelê Kurd
nebe, şevûrojekê Gûrê AKPe wê wan kes û
derdoran biqurpîne.
Me got, pêwîst e rewşenbîriya kurd,
“idianame”ya xwe amade bike û xwe xwe
dadgeh bike. Dadgehên dîrokê hêdî hêdî
dergehên xwe vedikin. Derengmayin wê
bibe sedema ku (celbên) banga dadgehên
dîrokê ji gelek eksan re biçin. Ev jî tê
wateya hesabdayina li hember dîrokê.
Çemên demê, yan jî ava demê li gorî
berjewendiyan, cihê herka xwe diguhere.
Eger ji aliyê rewşenbîrên kurd ve, ev
guhertin û girêdan neyên dîtin, ra,
tarîşk û xelekên girêdanên van tevger û
têkiliyan neyên eşkere kirin, rol û
misyona xwe nikare bilîze. Eger,
rewşenbîriya kurd, xwe ji kîn û buxza li
hemberî Tevgera Azadîxwaz a Gelê kurd
xelas neke û di rengê cûda de,
hişmendiya xwe nekê xizmeta pêvajoya
gengeşiya li ser çareseriya pirsgirêka
kurd, ewê di nava nexweþiya hest û
kesayetiya “ezî” de biferfite.
Diyalektîka pêvajoyê dîrok e. Pêşî mirov
şiyar dike û piştre, di nava rastiya xwe
de û bi terz û şêwaza xwe dest bi
lêpirsîna dadgehî dike.
*ÇEND GOTIN LI
SER ENTELEKTUELIYA KURD
|