| |
|
Li Kato bêdengiya berî tofanê! |
Erdal Dêrik
Min
berê xwe da saetê. Ji donzdehan re çend
xulek mabûn. Em ketin rojeke nû. Saeta
di destê min de saeteke dijîtal bû.
Lewra wê piştî çend deqîqeyan tevahî
reqamê xwe wê biguhertana, wê bibûya
“Mon 98.9.14”
Belê!
“Mon” bi îngilîzî yanî roja duşemê. Roj
jî çardehê îlonê bû. Lê ger saeta min a
badanê bûya, wê tevahî derzikê wê li ser
reqema dozdehan biciviyana û nîşaneya
rojeka nû bikirina. Her wisa çavê
hejmara saetê bi roja nû re wê werin
guhartin. Wer xuya bû ku sibeyî jî wê
tev di nava guhartinan de be.
Piştî em kombûn, fermandarê eyaletê
heval Cemal hat pêşberî me. Ev cara
yekem bû, ez rastî tiştekî wisa dihatim.
Lewra jî ev dîmen pir ji min re balkêş
hat. Erê, dem nîvê şevê ye. Stêrk li
ezman dibiriqin, dem bi dem dengê topên
hawanî tê. Em jî di kurtecivîna nav
Katoyê de ne. Pir xerîb bû ev dîmen. Lê
gava şerê duh dihate bîra min, pêwîstiya
civîneke kurt xwe ferz dikir. Min guhê
xwe baş vekirin û çavê min jî li reşê
fermandar e. Ji ber tarîtiya şevê,
dîmenê rûyê hevalê Cemal baş diyar
nedibû. Lê gava dest bi axaftinê kir,
hemû hişê min çû ser axaftina wî. Vê
carê jî weke her car bi axaftina “hevalno!”
dest bi civînê kir.
“Hevalno! Wekî hûn dizanin me
pîlansaziyek çêkiribû. Lê ev pîlan wekî
ku me xwestî pêk nehat. Sedema vê piştre
emê gufûgo bikin. Piştî ku pîlan nûçû
serî, me biryar girt ku em Katoyê berdin
û vala bikin. Hûn hemû jî vê yekê
dizanin. A niha ez baş dizanim ku gelek
pirs di serê hevalan de digerin. Serê
van pirsa de pirsa “Em çima vegeriyan
Katoyê tê?” Bi kurtî sedema xwe ya
bingehîn ev e; me li cîhaza bêtêlê yê
dijmin guhdar kir. Em di cîhazê de
fêrbûn ku, dijmin her der dorpêç kiriye.
Hemû rê xistine bin kontrolê û kemîn
vedane. Ferman ji tevahî leşkeran re
hatiye dayîn ku di kemînan de hişyar
bin. Lê sedem ne tenê ev e. Sedema dinê
ev e ku, şev dereng bû. Hêza me jî giran
e. Hejmar zêde zêde ye. Ne ku me nekarî
em Katoyê berdin. Me dikarî, lê ciyê ku
em pê ve biçûya piraniya xwe zozan in,
rût in û ji bona pevçûnê pir zêde baş
nîn in. Lewra ger rewşeke pevçûnê
çêbibûya wê rîskeke pir mezin bi xwe re
bianiya û çi hêz biketa pevçûnê wê bi
windahiyên mezin re rû bi rû bimaya. Li
ser vî esasî me biryar girt em vegerin
Katoyê. Di Katoyê de herî kêm mirov
dikare bêminet şer bike û li ber xwe
bide. Dijmin jî wê bi rihetî nikaribe bi
ser me de bê, lê dîsa jî ez dibêjim;
pêwîst e rêzik û ziraviyên şer wekî
saetê bişixulin. Ji bo vê, ger me berê
îhtîmala şer datanî, ji niha û pê ve emê
vê îhtîmalê ji holê rabikin û ez zelalî
dibêjim, ji sibê de şer e. Hem jî şerekî
bêhempa ye. Dijmin dixwaze hêza me tev
têbixe nav şer de û me bike hedefeke
vekirî ji teknîka xwe re. Jixwe bê
teknîk nikare were ser me de bê. Emê jî
neyên lîstika dijmin. Hûn hêza me
dibînin, ji sed hevalî zêdetir e. Ji van
hevalan teva tenê bîst heval wê ji bona
pevçûn û şer çeper bigirin. Wê şer li
ser milê van bimeşe. Ez di wê baweriyê
de me ku, her bîst hevalê me wê
bikaribin bibin bersiv ji êrîşên dijmin
re. Tenê ya pêwîst heval li hev hişyar
bin. Wê demê tevahî êrîşên dijmin wê
bêencam bimînin.
Li derveyî bîst hevalan li vir bimînin.
Wê tevahî hevalên din biçin xwe bidin
ciyekî saxlem. Li gorî pêwîstiyan wê
alîkariya tê xwestin çêbibe. Aniha piştî
ku hevalan sererastkirin çêkirin, hevalê
ku li vir bimînin pêwîst e biçin çeperên
xwe baş amade bikin. Pêwîst e heval tev
li ser tetîkê bin û wê di mesafeya
bombeyê de li dijmin bidin. Ji ber ku
gava ku dijmin bikeve mesafeya bombeyê,
nikare bi rihetî teknîka xwe bikarbîne.
Li gorî guhartinên ku çêbibin emê
perspektîf û fermanên pêwîst bigihînin
hevalan. Em di vê hêlê de bi tevahî
hevalan bawer in û ji niha de serkeftinê
dixwazin.”
Wê bidome…
<nêvîsên berê>
|