| |
|
ÇEND GOTIN LI SER
ENTELEKTUELIYA KURD |
M. Siyamend
BEGLAYÎ
Tiştekî
derî demê nîn e.
Dîrok bi demê dest pê dike, bi demê bi
dawî tê.
Lê gelek heyam hene ku li derî demê
dimînin. Ev demên winda, di dîroka gelê
kurd de pir in. Dema dîrok bûyeran zevt
neke û di hunandina xelekên civakê de bi
cih nekê, valahî derdikevê holê. Di
dîroka kurdan de valahiyên deryayî hene.
Ev jî dibine sedemên xeletî û şaşiyên
mezin.
Dîrokzan, ji bo têgihiştin û fêrbûna van
heyamên li derî demê dimînin, serî li
“matematîka civakî” didin. Matematîka
civakî, hesabnasiyeke zanistî ye. Her
çiqasî sosyolog jî serî li vê riyê bidin
jî, gelek caran ji bo sosyologan pêwîst
nabe. Ji ber ku rêwîtiya sosyologan a
dem û dewranan û gera li heyaman hêsatir
ji ya dîrokzanan e. Sosyolog xwe pêwîstî
rêwîtiya valahiyên dem û dewranan ku di
dîrokê de cih nagirin, nabînin. Bi dema
îroyîn mijul dibin û xelekên li ber
çavan wek çavkanî nîşan didin. Dîrokzan
ne wisa ne. Dîrokzan her dem, li hemberî
bûyerên zordest bimînin û bikevin nava
dafik û xefkan jî, di xeşîm û labîrentên
dîrokê de rêwîtiya xwe didomînin...
Helbet, dîrok jî nikare derbikevê derî
demê. Mîna erda bi gêsinê cotkarî ve
bizeliqe, heyam bi hiş û ramanê dîrokzan
ve dizeliqe. Wî bernade!.. Ger, dîrokzan
ne bi hêz be û ne xwedî hiş û ramanekî
azad be, dikeve bin bandora bûyeran. Di
encamê de, bandora siyasî, hiş û ramanê
dîrokzan têk dibe û wî di nava
tengezariya alîgîrî de ditevizîne.
Mînaka vê bextreşiyê, cîhana
entelektueliya tirk e. Pir balkêş e,
bandora fermiyeta siyasî ku bandor li
hest û mêjiyê mirovan kiriye, di hest û
mêjiyê entelektueliya kurd de jî,
ziyanên mezin kirine. Hemberî ku Şoreşa
Kurdî, weke volqaneke tofanî mirovê kurd
hejandin jî, hinek kes û derdor ji
tevzînokên hiş û ramanê fetsînok a
îdeolojiya tirk xelas nebûne.
Ji lal û ebkemiyê zêdetir, kor û kerende
mane.
Du beşên entelektueliya kurd hene.
Beşê yekemîn, bendetî û koletiya dijmin
erê kiriye û heya bi xiyanetê çûye û
xiyanet kiriye pîşe û karê xwe yê
malbatî. Ev eniya ku bi cil û bergên
kurdîtî dijîn, afirîgeriya heyamên li
derî demê dikin û bûne hêlîna xiyanetê,
bûne çavkaniya gemarî û kirêtiya dîroka
gelê kurd. Bûna destê dijmin ên di nava
tevgera civaka kurd de û bûne çekê
kujerî yên di nava civaka kurd de.
Birîna mûmerî ne, ne derman dibe û ne jî
têk diçe... Ev beş sextekar e û serî li
deq û dolaban dide; destên xwe di rengên
cuda de dirêjî nava eniya têkoşer dikin
û zext û zorê li malbatan dikin ku
ciwanên kurd bikarbînin. Bi îstîxbarata
dijmin sifîl û esker re têkildar in û
dibine hêlîn, palikên planên dijmin.
Beşê duyemîn, di nava tengezarî û
belengaziya hiş û ramanê bindestiyê û di
nava hestên bexilî û zikreşiya
kesayetiya felcbûyî de tevdigere. Hin bi
zanîn û hin ji bexîlî û zikreşiyê,
ziyanan didine têkoşîn û berxwedana gelê
kurd. Ziyanên vî beşî, gelek caran
digihe radeya herî bilind ku eniya
têkoşer hêrs bike. Armanc çi dibe bila
bibe, hewldan û kiryarên vî beşî jî
xizmetê ji dijmin re dikin.
Pêwîst e bête zanîn ku qonaxa îroyîn
pîvan e û kefikên dîrokê li meydanê ne.
Ev kefikên mêzîna dîrokî neynika erênî û
neyîniyê ne, neynika bextreşî û
bextewariyê ne, neynika dîmenê şaşî û
xeletiyan e, neynika qencî û başiyan e,
neynika xiyanet û welatparêziyê ne. Ji
ber ku qonax dijwar e, erd û ezmanê
Kurdistanê agir difûre. Demjiyana mayîn
û nemanê ye.
Di demên diyar de û dema pêdiviya
dewleta tirk bi wan hebe derdikevine
holê û dengê xwe bilind dikin. Gelek ji
wan berdevkiya sîstema korucitiyê jî
dikin. Lewra gelê kurd, wan ji xwe
nahesibîne. Lê ew li ser navika xwe
dibirin û dem deman dikevine nava
hewldanên ku berdevkiya gelê kurd jî
bikin. Serokwezîrê tirk Erdogan, belaş
negot: “Palamenterên min” û vala zend û
bendên xwe ji bo berdevkiya gelê kurd ne
çikandin. Di lîteratûra şerên neteweyî
de, ev eniya di derya xiyanetê de fetisî,
di çarenûsiya gelê kurd de nikare bibe
xwedî gotin, pûç in!...
Lê beşê din... Yanî kes û derdorên ku di
meydana siyasî de nikarin bibin pêşeng û
rêzanên civakê, di aliyê entelektuelî de
derdikevin pêş û dixwazin rol û
misyonekê bigirin ser xwe. Dema nekêrî,
belengazî û bêzariya wan a di holka
siyasî de xuya dike, serî li riyên cuda
didin. Riya herî hêsa êrîşkeriya li
hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd û
dijîtiya li hemberî Şervanên Gelê Kurd
e. Ji berdêla ku bi hiş û ramanê
xwe riyan nîşan bidin, bîrdozan
biafirînin û pêşkêş bikin, êrîşkeriyeke
ku bikêrî dijmin tê dikine jiyanê. Li
vir, ew heyamên ku li derî demê dimînin,
zêde dibin û pêdiviya serlêdan û
karanîna matematîka civakî derdikevê
holê. Hingî kar û rêwingîtiya karwanê
azadiyê zor dibe. Dîroka kurdan, bi van
mînakan dagirtiye. Ew heyamên ku li derî
demê mane û îro bi awayekî buxzî û
kîndarî derketine hemberî Tevgera
Azadîxwaz a Gelê Kurd û 85 hezar car
derxistine holê, xelekên herî asê ne,
xelekên xwedî bandor in û bingeha
temsîliya bextreşî ya vê demjiyanê
dikin. Xeleka herî dijwar a siyaseta
inkar û jiholêrakirinê...
Du mijarên balkêş û giring in. Lê
mixabin ne dîrokzanên kurd û ne jî
sosyologên kurd hene ku bi ser van
mijaran de biçin û rastiyên civaka kurd
derbixin meydanê. Bextreşiyeke mezin e.
Entelektueliya kurd, di nava derya
malperan de xwe winda kiriye. Ji
afirgerî û berhemdariya watedar a
belgeyî dûr ketiye û di nava okyanusên
teknolojîk de fetisiye. Navê vê dikare
bibe “kîna kesayetiya şikestî, têkçûyî”...
Helwesta sosyolojîk a gelên bindest...
Konjoktura siyasî ya îroyîn jî derfetan
dide wan kes û derdoran. Balivandina ba
û bahoza quretiyan û dêrana bêndera
gotinan hêsa ye. Jixwe mijara sosyolagan
li vir dest pê dike.
Matematîka ku dibêjin, gerdûn ava kiriye,
mixabin derî mirovan e û di xizmeta
bazirganan de ye. Ji bo diyalektîka
pêvajoyê, ev beşê zanistê sertewandî ye
û hêza xwe winda kiriye. Fizîk jî wilo!..
Mirovan di nava çerxa xwe de dihêre.
Diguhere!..
Enetelektuelên kurd, ku ji zevtkirina
rastiya demê û heyama îroyîn dûr in,
hinek bûne diranê çerxê, hinek jî di
nava diranên demê de têne hêrtin.
Çerxa zordest a cîhanê; li hemberî
pêşeroja gelê kurd, li hemberî
çarenûsiya gelê kurd pêvajoyeke dijwar
kiriye rojevê û ha bê rawestandin kar
dike.
Demeke dirêj e û di nava herka hêdî ya
demê de, li dijî Tevgera Azadîxwaz a
Gelê Kurd, dengên biyanî, ji rastiyê dûr
derdikevin, xizmeta vê çerxa dijwar a li
hemberî gelê kurd dikin. Gotinên ku ji
lêxistina dilên kurmî difûrin, xerabtir
ji gotin û êrîşkeriyên hovane yên dijmin
bandorê dikin.. Kî ne ev kes û derdorên
ku bi navê entelektueliya kurd dikevina
nava van hewldanan? Kî ne ev kes û
derdorên ku ji gelê kurd qut û temsîliya
wan a deh kesan tune ye? Kî ne ev kes û
derdorên, ku êş û azariya komên xelkê
nabînin, hawara gelê kurd nabihîzin û
tenê di komcivînan de û di kanalên
telewizyonên tirk de, bejna xwe nîşan
didin?
Îradeya siyasî, îradeya entelektuelî bi
hinek pîvan û rêbazan hatiye kifşkirin.
Gelo pêdivî bi hejmartina van rêbaz û
pîvanan heye? Naaa!..
Qet nayê bîra van kes û derdoran, ku
sewt û nefesa wan bi xwe jî, ciwanên
kurd in. Naxwe, heyamên winda ku
pêşerojên gelê kurd dikirin nava qevezê
û di gevzeka mirinê de diferfitandin,
îro jî wî li hemberî wan bibin bangorê;
bibin çerxa aşê hêrtinê. Lê na, ciwanên
kurd ku 25 sal in li hemberî dijminekî
hov şer dikin; li hemberî serma, li
hemberî berf û bagerênekên seqemî, li
hemberî şert û mercên giran ên xwezayî,
li hemberî birçîbûn û bêrîkirinê,
berxwedaneke mezin didin û rê li ber
windabûna heyama îroyîn digirin ku li
derî demê nemîne.
Ev navê guhertina herka çemê dîrokê ye.
Bifermon: Planekî Erdogan û Bush heye...
Operasyonên hewayî gava yekemîn e. Gava
duyemîn wê bibe operasyona bejahî... Di
vî planî de dagirkina beşekî ji ya
Başûrê Kurdistanê heye, têkbirina
bidestketiyên gelê Başûrî heye, dengê
xwe bilind bikin... Kê û kî destê we
digire? |