|
1- RÊXISTINKIRINA YEKÎNEYÊN HPG’Ê
Yekîneyên HPG’ê, di asta
parastina sivîl, herêmî û navendî xwe birêxistin
dike û ji hêzên ên mezinahiya xwe cur bi cur in
pêk tê. Wekî yekîneyên bingehîn ên gerîla,
bîrîma herî biçûk tîm e ku ji sê an pênc kesî
pêk tê. Bi dorê li gorî rêza taqim, bolik û
tabûr mezin dibe û têne pergalkirin.
Ev yekîne li gorî
binyada xwe, qadên tevgerê û peywirên xwe, di
bin fermana fermandariyên seha û eyaletan de
birêxistin dike û faliyetên xwe birêve dibe.
Tîmek ji sê an pênc
kesan pêk tê. Taqimek ji du an sê tîman pêk tê.
Bolik ji du an sê taqiman pek tê. Tabûr jî ji du
an sê bolikan pêk tê. Yekîneyên HPG’ê, li gorî
mercên qadan û pêdiviyan, xwe wekî tîm, taqim,
bolik û tabûr bi awayekî guncav bi rêxistin
dike. Pergala yekîneyên gerîla, li gorî sîstema
sê-sisêyî bi pêş dikeve. Li gorî mercan di vê
pergalê de kêmkirin an zêdekirin çêdibe.zêdetir>> |
1- Pergala Ferman û
Talîmatan:
Di HPG’ê de şixulîna esas, navendîtiya
demokratîk e. Şêweya pêkanîna navendîtiyê,
pergala ferman û talîmata ye. Pêkanîna hêla
demokratîk jî, bi civîn, raberkirina raporan,
hilbijartina fermandar, nêrîn girtin û sendin,
di girtina biryaran de beşdarkirina her endamê
artêşê û pêşvebirina her cure pêşniyar û bi
rexnepêşxistinê dibe. Fermandarê di her astê de,
peywirên komûtayê yê hêzên ku girêdayî xwe ne,
bi ferman û talîmatan tîne cî.
Ferman:
Ji bona pêkanîna peywirekê, fermana kurt û
cewherî ye.
Talîmat:
Ji bona peywir wê çawa hîn zêdetirîn û firehtir
pêk bên, ji bo pêkanîna peywiran fermana ku
perspektîfan di hundirê xwe de dihewîne.
Her fermandar der barê peywirên ku bêne kirin
de, ji hêzên ku girêdayîne re, neçar e di cî û
dema xwe de talîmat û fermanan bide. Fermandarê
ku vê neke, peywirên fermandariya xwe neaniye cî
tê hesibandin.zêdetir>> |