| |
ŞIXULÎNA HUNDIRÎN A
HPG’Ê:
1- Pergala Ferman û
Talîmatan:
Di HPG’ê de şixulîna esas, navendîtiya demokratîk e.
Şêweya pêkanîna navendîtiyê, pergala ferman û talîmata
ye. Pêkanîna hêla demokratîk jî, bi civîn, raberkirina
raporan, hilbijartina fermandar, nêrîn girtin û sendin,
di girtina biryaran de beşdarkirina her endamê artêşê û
pêşvebirina her cure pêşniyar û bi rexnepêşxistinê dibe.
Fermandarê di her astê de, peywirên komûtayê yê hêzên ku
girêdayî xwe ne, bi ferman û talîmatan tîne cî.
Ferman:
Ji bona pêkanîna peywirekê, fermana kurt û cewherî ye.
Talîmat:
Ji bona peywir wê çawa hîn zêdetirîn û firehtir pêk bên,
ji bo pêkanîna peywiran fermana ku perspektîfan di
hundirê xwe de dihewîne.
Her fermandar der barê peywirên ku bêne kirin de, ji
hêzên ku girêdayîne re, neçar e di cî û dema xwe de
talîmat û fermanan bide. Fermandarê ku vê neke, peywirên
fermandariya xwe neaniye cî tê hesibandin.
Fermandarek, nikare talîmatên li dij exlaqê jiyana
şoreşgerî, yên ji derveyî rêgezên rêxistinê, yên kêfî û
li gorî xwe bi pêş bixîne.
Her fermandar û şervanên
HPG’ê, ferman û talîmatên ku girtiye, teqez di wext û di
dema xwe de pêk tîne. Ji fermanan re îtîraz nabe.
2-
Pergala Rapor û Tekmîlan:
Der barê xebatên ku ji jêr ber bi
jor ve tê kirin de, agahîdarkirina qedemeyên komûtayê
digire nava xwe.
Tekmîl:
Faliyetên rojane bi kurtasî dinirxîne. Der barê peywirên
ku hatine kirin an jî faliyetekê de, agahîndayîna kurt û
cewherî ya qedemeya komûtayê ya berpirs e.
Rapor: Der barê xebatên
demeke fireh girtiye nav xwe û encamên ku derketine, bi
şîroveyeke diyarkirî re, raberkirina agahîdayîna ji
qademeya komûta ser re ye.
Her fermandar û şervanên
HPG’ê, fermanên ku jê re hatine dayîn, piştî ku pêk anî,
der barê encamên wê de, saziya ku ferman daye re teqez
tekmîl dide. Her yekîneyeke HPG’ê, fermandariya ku
girêdayî ye, der heqê xebatan de tekmîl dide. Her wiha
di demên diyarkirî de, der barê xebatên ku hatine kirin
de, fermandariya ku girêdayî ye re, hem şexsî, hem jî
wekî bîrîm rapora nivîskî raber dike. Raporên yekîneyê,
piştî ku ji erêkirina yekîneyê hate derbaskirin, pêşkêşî
ser tê kirin.
Ferman û tekmîl, heta ku
mûmkûn e bi derbaskirina qeydan re, bi devkî tê
ragihandin. Rapor û talîmat jî, divê teqez bi nivîskî be
û derbasî qeydan bêne kirin.
Rêxistina jêr, di wextê
ku hatiye diyarkirin de tekmîlan bi pergal nede, rapor
amade neke û ciyê ku pêwîst dike negihînin, wê peywirên
xwe yên bingehîn neanîbe cî bê hesibandin.
Hemû fermandar û
şervanên HPG’ê, salê carekê ji Fermandariya Biryargeha
Navendî re rapor dinivisîne.
3-
Têkiliyên Jêr û Jor:
Têkiliyên jêr û jor, têkiliya di navbera fermandar,
şervan û fermandarên di astên cuda de îfade dike. Her
fermandar; fermandar û şervanên ku di bin komûtayê xwe
de ne, di çarçoveya pîvanên fermiyetê û rêhevaliyê de,
neçar e ku tarza xebat û esasên rêveberiyê sererast bike.
Şêweyên têkilîdayînê yên ku hêla wê ya perwerdehiyê nîn
be, naverokeke ne vekirî û bi pêş ve nebe, lewaz hiştina
disîplînê û mehandina fermiyetê rewşeke sûc e. Hemû
fermandar û şervanên HPG’ê, tarza têkiliya ferdê bi
îrade, azad û demokratîk esas digire. Di perwerde, civîn
û jiyanê de, her kes xwedî mafên wekhev e. Fermandar
neçar e di nava pergalek têkiliyeke ku ji bona
çareseriya hemû pirsgirêkên jêrî xwe re be.
4-
Disîplîn:
Disîplîn, rêgeza bingehîn a pergala nava hundirê artêşê
ye. HPG, hêza şerê xwe, di esasê de hêza xwe ya
şoreşgerî û leşkerî ji disîplîna xwe digire. Disîplîna
HPG’ê, tevahiya rêzikên bingeha îradeya azad û avakirina
avakeriya demokratîk e. Ev disîplîn, xebatên yekîneyê,
çalakiyan û hêza hevbeşî û baweriya gel zêde dike.
Fermandar û şervan, bêyî kêmasî ji pêkanîna rêzikên
disîplînê û rêgezên rêvebernameyê mûkelef in. Ji bona ku
şer bi awayekî serkeftî birêve bibin, di jiyana yekîneyê
de pêkanîna disîplîna leşkerî şert e. Yên ku vê pêk
neynin, sûcdar tên hesibandin.
5-
Sîstema Civînan:
Civîn; yekîneyên HPG’ê û rêveberiyên yekîneyê ku bi
navberên diyarkirî an jî di rewşên ku pêdivî bê dîtin û
bi awayekî bi sîstem tên cem hev de, platformên ku
pirsgirêkên rêxistinê û faliyetên ku têne meşandin têne
nîqaşkirin, biryar têne sendin û ciyên ku çareserî têne
hilberandinê ne. Di civînan de, hemû faliyetên ku hatine
birêvebirin tên nirxandinê. Fermandar, der barê
faliyetan de, rapora faliyetên xwe ji jêrî xwe re raber
dike. Di civînan de, ji bona pêşerojê plan û bername tê
bi pêş xistin. Ji ber vê jî, bi awayekî amadekirî diçe
civînê. Civîn bi şixulîna demokratîk têne kirin. Di van
civînan de, mafê rexnekirin, bi pêş ve birina rexnedayîn
û bi awayekî rihet ramana xwe anîna ziman heye.
Sîstema civînê, li gorî
sîstema tekmîlên rojane, heftane civînên tîman, di 15
rojan de yên taqiman, mehane bolik û di 45 rojan de
tabûr birêve diçe.
Her wiha, divê teqez
civînên perwerde û nîqaşan, di rewşên şer de berî her
çalakiyên civînên plankirinê û piştî çalakiyan civînên
nirxandinê bêne kirin. Yekîneyên artêşê di astên cur bi
cur de û li gorî sîstema rêveberiya diyarkirî, bêyî ku
civînên xwe dereng bixin li dar dixe û encamên her
civînê bi awayekî nivîskî ji fermandariya ku girêdayî ye
re rapor dike.
Civîn li gorî rêgezên
rêvebernameyê, bi awayekî guncav li dar dikevin. Dema ku
beşdariya civînê çênebe, ger ku hinceteke bê pejirandin
neyê nîşandan, der barê endamên ku beşdar nebûne de
hukmên rêvebernameyê pêk tên.
6- Rexne û Rexnedayîn:
Ji bona ku ferd ji çewtî, kêmasî û paşverûtiyên xwe
rizgar bibe û îradeya ferdên azad derê holê û bikeve
xetê; ji bona demokrasiya hundirîn a nava artêşê bi pêş
bikeve, rêbaza herî bandor rexne û rexnedayîn e. Bi vê
sedemê, di şixulên nava yekîneyan de rexne û rexnedayîn
jênavegere. Her fermandar û şervanên HPG’ê, neçar e ku
li hember çewtî û feraset û elimandinên ku rê li ber
windahiyan vedike pejinkar be û li hemberî çewtiyan bi
awayekî guncav bi hestên berpirsyariyê, divê di civînan
de bi rêbaza rexnekirinê têkoşîn bide.
Pirsgirêkên rêxistinî bi
rexne û rexnedayînê çareserkirin esas e. Rexne;
perwerdekirin û bi pêş ve birina kesayetî esas digire û
li gorî têkiliyên guncav ên rêhevaltiyê tê kirin. Bi
tawambariyên bê bingeh kesan hilhilandin(yıpratmak)
nakeve çarçoveya rexneyê û sûc teşkîl dike. Her
fermandar û şervanên HPG’ê, bi qasî ku rexne dike, divê
li hember çewtî û kêmasiyên xwe jî bi awayekî radîkal,
di rexnedayîna xwe de wêrek tevdigere. Rexnedayînê wekî
rêbaza herî bingehîn a xwe nû kirinê û xwe bi pêş ve
birinê dibîne, di wext de û rast pêk tîne. Li hember
rexneyê ku jê re hatiye re, bertek nîşandayîn û çûyîna
danekirinan ji bona fermandar, sûc e.
7-
Tayîn û Terfî:
Di HPG’ê de tayîn û terfî ji xebatên herî girîng in. Bi
armanca pêşwazîkirina pêdiviyên qademeyen komûtayê, ji
jêr heta jor, di nava hemû endamên HPG’ê de, bi pîvanên
komûtayê esas girtinê tayîn û terfî têne kirin. Di tayîn
û terfiyan de, asta partîbûyînê, formasyona îdeolojîk û
polîtîk, di xetê de zelalbûn, girêdan, xîreta têkoşînê,
diristî, kabîliyeta plankirinan, hêza birêvebirin û
venêranê, rewşa moral û wijdanî, tecrûbe û hişmendiya
leşkerî esas tê girtin. Çewtiyên ku li vê mijarê nayên û
encamên nêzîkatiyên ji pîvanên seranser, ehbab û
çawişiya ku ji nêzîkahiyên çînî re xizmet dike, mehelî,
malbatî, eşîrî, herêmî û hwd. re destûr nayê dayîn.
Di tayîn û terfiyan de, rewşên li gorî pîvanên xwe
nêzîkahî an jî pirsgirêkên heyî ji qad û saziyên din re
dewrkirin qet nabe. Li hemberî van pêkanînên ku
astengiyan diafrînên re, divê di dema xwe de biçin
pêkanîn û tedbîran.
Di rûniştandina feraseta
gerîlayên profesyonel de, divê di xebatên tayîn û
terfiyan de bi cidiyeteke pêwîst û bi girîngî nêzîkahî
bê nîşandayîn.
Ji bona wê jî;
a)
Tayîn û terfî, di civînên Konseya Leşkerî ya HPG’ê û
Konseya Komûtayê de tê bi dest girtin û biryar têne
girtin. Di rewşên acîl de, komûtayê li gorî pêdivî û di
rewşên valahiyan de tayînkirin jî, di erêkirina Konseya
Komûtayê re derbas dibe.
b)
Her terfîkirin, divê ji erêkirina saziya jor re bê
derbaskirin. Terfîkirinên ku ji hêla jor ve nehatibin
erêkirin ne fermî ne.
c)
Tayînên bolik û jorî wê, di navbera du civînên Konseya
Leşkerî de, di erêkirina Konseya Komûtaya HPG’ê re neyê
raberkirin, fermî nabe.
d)
Di tayîn û terfiyan de, di şûna pîvanên ku hatine
diyarkirin, helwestên şaş ên li gorî xwe çûyîna
peywirdarkirinê, di vê mijarê de tevgerîna ne kolektîfî,
şexsî, kêfî û esasgirtina şexsan wê sûc bê hesibandin û
li hemberî vê yekê jî di çarçoveya rêvebernameyê de li
hember van tê çûyîna pêkanînan.
e)
Fermandarê Biryargeha Navîn herî zêde dikare 4 salan li
ser kar bimîne. Kordîneyên biryargehan herî hindik
salekê, herî zêde jî dikarin 4 salan li heman herêmê
bimînin. Femandarên ku vê demê temam kiribin, tayîna wan
ji bona herêmên din tê kirin. Ev dem, li gorî pêwîstiyan
herî zêde salek dikare bê dirêjkirin. Konseya Leşkerî ya
HPG’ê ku salê carekê li hev dicivin, xwedî însiyatîfa
rewşa tayînên kordîneyan di ber çavan re derbaskirin û
ji nû ve tayînkirinê ye. Tayîn û terfiyên kordîneyan, bi
erêkirina Komîteya Parastina Gel re girêdayî ye.
f)
Gerîlayek HPG’ê, herî zêde çar sal li herêmekê dikare
bixebite.
g)
Bi hişmendiya encamên neyînî derxistina li ser hev ji
peywir girtin û guherînan, divê di vê mijarê de ji
nîşandayîna nêzîkatiyên hêsan, erzan û şaş, dûr bê mayîn.
Ji peywirê girtin, tenê ne çareserî ye û bi tecrûbe
piştgirîdayîn esas tê girtin.
h)
Di nava HPG’ê de, fermandarê ku bi piranî şervan
naxwazin ji peywirê tê xistin û rewş tê nirxandinê.
i)
Kesê ku ji peywirê hatiye girtin, heta ku di rewşa wî de
guherînek neyê tespîtkirin, dîsa sedemên ji peywirê
dûrxistinê ji holê ranekiribe, ji nû ve nayê
peywirdarkirin.
j)
Fermandarê ku ji peywira xwe hatiye girtin, sedema
girtinê hem jê re hem jî ji hemû binyadê(yapı) re bi
hincetên xwe tê aşkerekirin.
k)
Tayîn û terfîkirin, li gorî sîstema fermandarê tîmê,
fermandarê taqimê, alîkarê fermandarê taqimê, fermandarê
bolikê, alîkarê fermandarê bolikê, fermandarê tabûrê û
alîkarê fermandarê tabûrê tê kirin.
l)
Kes, divê li hember peywirên xwe xwedan xwestek be û bi
berpirsyariyeke şoreşgerî nêzîk bibe.
m)
Hemû komûta(tîm, taqim, bolik, tabûr) salê
carekê ji erêkirina binyadê(yapı) re tê derbas kirin.
Rêveberiyên qadan, di civînên rêveberiya berfireh de, di
erêkirinê re derbas dibe. Fermandarên ku binyadê(yapı)
erê nekin, sli ser peywirê nikarin bimînin.
n)
Ji bona ku di tayîn û terfiyan de bibe alîkar,
sîstema sicîl a bi pergal bi pêş ve bê birin esas tê
girtin.
|
|