|
1- RÊXISTINKIRINA YEKÎNEYÊN HPG’Ê
Yekîneyên HPG’ê, di asta
parastina sivîl, herêmî û navendî xwe birêxistin dike û
ji hêzên ên mezinahiya xwe cur bi cur in pêk tê. Wekî
yekîneyên bingehîn ên gerîla, bîrîma herî biçûk tîm e ku
ji sê an pênc kesî pêk tê. Bi dorê li gorî rêza taqim,
bolik û tabûr mezin dibe û têne pergalkirin.
Ev yekîne li gorî
binyada xwe, qadên tevgerê û peywirên xwe, di bin
fermana fermandariyên seha û eyaletan de birêxistin dike
û faliyetên xwe birêve dibe.
Tîmek ji sê an pênc
kesan pêk tê. Taqimek ji du an sê tîman pêk tê. Bolik ji
du an sê taqiman pek tê. Tabûr jî ji du an sê bolikan
pêk tê. Yekîneyên HPG’ê, li gorî mercên qadan û
pêdiviyan, xwe wekî tîm, taqim, bolik û tabûr bi awayekî
guncav bi rêxistin dike. Pergala yekîneyên gerîla, li
gorî sîstema sê-sisêyî bi pêş dikeve. Li gorî mercan di
vê pergalê de kêmkirin an zêdekirin çêdibe.
2- RÊXISTINKIRINA HUNDIRÎN A YEKÎNEYÊN HPG’Ê
Her yekîneyeke HPG’ê, li
gorî asta xwe, hatiye xemilîn û ji hêzên ku veqetiyane
beşan, pêk tê.
Tîm, li gorî çawaniya
peywirê, bîrîma şer a bingehîn e ku baş hatiye
perwerdekirin û rêxistinkirinê. Di taqimekî de
sabotajvan, sûîkastvan û li gorî rewşê otomotîkvanê
navîn û tenduristvan hene.
Bi mezinbûna asta
yekîneyê re, van beşên ku rêxistinkirina xwe ya hundirîn
pêk anîne, wê zêdetir vekirî û pêşdetir xwe bi rêxistin
bike û yekîne di nava pergaleke diyarkirî ya rêxistinî
de dixebite.
3- SÎSTEMA KOMÛTAYÊ YA YEKÎNEYÊN HPG’Ê
Pergala komûtayê li gorî
sîstema sê an pênc kesan pêk tê. Ji tîmê re fermandarê
tîmê komûta dike. Sîstema komûta ya taqimê; ji yek
fermandarê taqimê û ji fermandarên tîman pêk tên.
Sîstema komûta bolikan; ji fermandarê bolik û
fermandarên taqiman pêk tê. Sîstema komûtayê ya tabûran;
ji fermandarê tabûrê û fermandarên bolikan pêk tê. Di
sîstema komûta ya tabûrê de, herî hindik du endamên
rêveberiya YJA STAR’ê cî digirin.
Komûtaya fireh a bolikê,
ji hemû fermandaran pêk tê. Binyada komûtaya fireh a
tabûrê, ji fermandarê tabûrê û ji rêveberên bolikê pêk
tê.
Taybetî û peywirên femandarê yekîneyê û alîkarên wan ev
in:
a)Fermandar:
Ew kes e ku; xeta serokatî di warê îdeolojîk, polîtîk û
rêxistinî û di xeta parastina rewa de, bi cewherî fêm
kiribe, yê ku jiyana demokratîk esas digre, ji hunera
şer fêm dike, xwedî hêza pêkanîn û plankirina taqtîkan
e, taybetmendiyên rêveberiyê di xwe de dihewîne; xwedî
hêza bi lezgînî biryardayîn û femandayînê ye, xwedî
însiyatîf e, polîtîk û pêşdîtina pratîkî, afirîner,
çalak û xwedî rihekî bilind ê êrîşê ye; biryarbûn,
rêzdarî, zindîbûn, dilnizmî, xwedî behrebûn, bi
xebatkariya kesayetiyeke şoreşger û milîtane ku dikare
çavkana rih û moralê rêhevalê xwe.
Ji sewq û debarkirina
yekîneya xwe berpirs e. Di yekîneyê de, di pêkanîna
peywirên pêwîst ên ku bêne cî de bixwe pêşengî dike. Li
gorî talîmatên ser, di yekîneyê de plankirin û
birêvebirina hemû tevgerên leşkerî, sererastkirin û
pêkanînan de ji rêveberiya xwe berpirsyar e. Fermandarê
ku esasên di rêvebernameyan de hatine diyarkirin pêk
neynin, jiyana yekîneyê, perwerde û disîplînê bi cî
neynin ji peywirê têne girtin.
b) Alîkarê Fermandar:
Xwedî taybetiyên ku li jor ji bona fermandar
hatine diyarkirine. Di sewq û rêvebirinê de, di
plankirin û pêkanîna hemû faliyetên leşkerî ku bê
birêvebirin de, ji komûtayê re alîkarî dike û di
derbaskirina peywiran a jiyanê de di radeya duyemîn de
berpirsyar e. Di rewşa bêpeywir mayîna fermandar de,
femandariya yekîneyê digire ser xwe.
4- ŞERVANÊN HPG’Ê:
Şervan, ew kes e ku; di rêgeha paradîgmaya civakî ya
demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya zayendî de, li
hemberî her cure serdestiya li ser gelê kurd bi dilxwazî
şer dike, yekîtiya demokratîk a azad a gelên Rojhilata
Navîn esas digire, xwedî welatparêziyeke nehejandî û
berpirsyariya şoreşgerî ye, enternasyonalîst e, xwedî
hişmendî ye, bi xwestek, bixîret, mûtewazî, egîdî û
dirist e; bi fedayiyane beşdarî têkoşînê dibe, li
hemberî her cure zoriyan li ber xwe dide, li hemberî gel
rêzdar û li hemû qadên xebatê yên ku pêdiviya têkoşînê
heye ji peywirgirtinê re amade ye.
Şervanên HPG’ê,
gerîlayek têkoşîna rizgariya demokratîk a gelê kurd e.
5- DI HPG’Ê DE, GIRTIN Û DERXISTINA ŞERVANAN
a) Girtina Şervanan:
Li gorî dilxwaziyê dibe. Yê ku ji bona wîjdana civakê û
pîvanên exlaqî yê ferdê azad û demokratîk guncav be,
kesê ku rewşa tenduristiyê ji bona gerîlatiyê dest dide;
piştî perwerdehiyeke bingehîn, bi sondaxwarinê re,
digirin refên artêşê. Şervanên ku beşdarî refên gerîla
dibe, tê wateya ku rêvebernameya HPG’ê xwendiye û qebûl
kiriye. Li gorî hukmên rêvebernameyê tevgerînê berpirs
e.
b) Derxistin:
Yên ku tarz û tempoya tevgera gerîla giran dikin,
tenduristî û ji ber sedemên din nikaribin di yekîneyên
leşkerî de bimînin, ji bilî xebatên leşkerî û di
çarçoveya derfetan de li qadên cuda yên têkoşînê têne
nirxandin. Yên ku bi qandî ku di HPG’ê de nemînin sûc
kiribin jî têne avêtin.
Ji HPG’ê derxistin, bi
erêkirina Fermandariya Biryargeha Navendî û Komîteya
Parastina Gel dibe.
6-SOND:
Li hemberî her cure deshilatdarî û paşverûtiya xwecihî
ya li ser gelê kurd, bi armanca jiyankirina paradîgmaya
civakî ya demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya zayendî, ji
bona çareseriya demokratîk a pirsgirêka netewî ya kurd,
ji bona azadiya gelê kurd û biratiya hemû gelên cîhanê;
bi hişmendiyeke demokratîk, bi baweriya serkeftinê û
disîplîna cewherî, di bingeha xeta parastina rewa de,
heta dilopa dawîn a xwîna xwe şer bikim û der heqê
girêdana xwe ya Rêber Apo, gelê xwe, şehîdên şoreşê, ala
xwe û çeka xwe; li ser rûmeta xwe ya mirovantiyê û
şerefa xwe sond dixwim.
7- PEYWIRÊN ENDAMÊN HPG’Ê:
1-
Pradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya
zayendî ya serokatiya me, ji bona bi cewherî
fêmkirinê xebatkirin, ji bona talîmat û fermanên
komûtayê pêk bînin hemû hêza xwe bikaranîn, li hember
her cure desthilatdarî di bingeha xeta parastina rewa de
birêvebirina têkoşîna demokratîk a gel û parastina mafên
demokratîk ên netewî.
2-
Xwe di warê îdeolojîk, polîtîk û leşkerî de
perwerdekirin, rihê fedayî yê apocî di xwe de afirandin
û jiyankirin, di xwe de şoreşa zihniyet û wîjdanê bi pêş
ve birin.
3-
Di bingeha parastina rewa de, paradîgmaya civaka
demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya zayendî jiyanîkirin û
bûyîna parastvanê qezencên têkoşînê û nirxên ku hatine
afirandin.
4-
Bi hişmendiya ekolojîk jiyankirin, bi zihniyeta
hiyerarşîk a ku her cure serdestiyê di nava xwe de
dihewîne re têkoşîn dayîn.
5-
Li hemberî her cure faliyetên li dij xwezayê ku mirovan
ji xwezayê dûrdixînin û zirar didin xwezayê têkoşîn
dayîn û parastin û paqijgirtina hawirdoriyê.
6-
Têgihîştina taqtîkên gerîla di bingeha zanistiya leşkerî
û çandî de; vê yekê di pratîk û çalakiyan de, ji bo bi
awayekî hîn profesyonel temsîlkirinê xebitandin.
7-
Bi çalak beşdariya peywirên demê û faliyetên rojane; bi
coş, bi wêrekî, bi fedekarî, bi disîplîn û bi biryar
jiyankirin û têkoşîndayîn û dema xwe rast bikaranîn.
8-
Pêkanînerek bê kêmasî ji bona jiyana demokratîk û
komûnal û rêzikên rêvebernameyan; razên yekîneyê veşartî
girtin; li hemberî her cure xeteriyên dijmin parastina
yekîneyê; ji pêşketin û bûyeran agahdarkirina fermandarê
xwe; girêdana hevalên xwe yên şer û li hember wan
vekirîbûyîn, li hemberî çewtiyan tavîznedayîn, di
pêkanîna rexne û rexnedayînê de bi wêrekî hewldayîn.
9-
Parastina mal, can, rûmet û namûsa gel; rêzgiritina li
hemberî gel; alîkariya gel; bi sazkirina têkiliyên baş
qezenckirina baweriya gel û bi perwerdekirinê kişandina
nava têkoşînê esas girtin.
10-
Xwedîderketina rêhevalên şehîd û birîndar; rêhevalên xwe
yên şehîd û birîndar li qada şer nehiştin.
11-
Çeka xwe paqij girtin, cepxaneya xwe bi awayekî guncav
bikaranîn; hemû alavên yekîneyê baş parastin û xwedî
derketin.
12-
Di her mijarê de alîkarî û moraldayîna rêhevalên xwe.
8- MAFÊN ENDAMÊN HPG’Ê:
1-
Di refên HPG’ê de hemû fermandar û şervan xwedî mafên
wekhev in.
2-
Xwedî mafên bikaranîna mafên demokratîk e, rexnekirin,
xwe parastin û ji bona bikaranîna van mafan dikare serî
li saziyên têkildar bide.
3-
Di civîn û nîqaşên plankirina çalakiyan de xwedî mafê
rexne pêşxistinê ye, nêrîndayîn, pêşniyarkirin û di
biryaran de xwedî mafê dengdayînê ye.
4-
Dikare rexne, nêrîn û planên xwe, ji fermandarên yekîne
û yên hîn jortir re rabigihîne.
5-
Di peywir û jiyanê de, ku bi disîplîn be, dikare bê
xelatkirin.
6-
Dikare ji bona pêşxistina xwe ya îdeolojîk, polîtik û
leşkerî ji derfetên heyî yê perwerdehiyan sûd werbigire.
7-
Di terfikirin û qademeyên artêşê de mafê xwe yê
berpirsyarî girtinê heye.
8-
Di rewşên birîndarbûnê de, li derveyî jiyana yekîneyê û
derveyî şer mayînê de, dikare ji derfetên artêşê sûd
werbigire û jiyana xwe berdewam bike.
9-
Ji bona ku di nava têkoşînê de baştir xizmet raber bike,
bi armanca pêşvebirina behreyên xwe yên ferdî, dikare ji
derfetên heyî sûd werbigire.
10-
Ji bona pêdiviyên malbata xwe li gorî derfetan, ji
biryargeha ku girêdayî ye, mafê alîkarî xwestinê heye.
11-
Şervanek li hemberî her cure bêmafiyan, di çarçoveya
rêvebernameya darizandinê de xwedî mafê parastinê ye.
|