|
BASTÛRA RÊXISTINÊ:
HPG, rêxistineke di nav Konfederalîzma Demokratîk a
Kurdistanê de, di bingeha îdeolojîk û leşkerî de
rêxistineke otonom a gerîla ye ku hatiye
birêxistinkirinê. Xeta Serokatiya Konfederalîzma
Demokaratîk derbasî jiyanê dike, nêrîn û siyaseta wî
alîmat dizane. HPG, Kongra Gel û Konseya Birêvebirinê
îradeyeke siyasî dinase. Di nava sîstema Koma Komalên
Kurdistanê(KKK) de, têkiliyên HPG’ê bi rêxistinên din re
di ser Komîteya Parastina Gel re çêdibe.
1-KONFERANSA HPG’Ê:
Konferansa HPG’ê ku du salê carekê lidar dikeve, organa
herî bilind a HPG’ê ye. Konferans, bi têheva delegeyên
ku ji hemû qadên xebatê hatine û temsîla qadan dikin, li
hev dicive. Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê, di
konferansa ku bê kirin de delegeyên xwezayî ne. Pratîka
di navbera herdu konferansa de dinirxîne, rêvebername û
rêgeh diyar dike û ji bona pêşerojê biryaran digire.
2-KONSEYA LEŞKERÎ YA HPG’Ê:
Konseya Leşkerî, ji 39 endaman pêk tê. Di rewşên kêmbûna
hejmarê de, Konseya Leşkerî, di civînên xwe yên salê de
xwe temam dike û pêşniyarî Komîteya Parastina Gel dike.
Di nava xwe de Konseya Komûtayê ku ji 13 endaman pêk tê
û yek ji endamên Konseya Komûtayê wekî fermandarê giştî
tayîn dike. Tayînên Konseya Komûtayê û Fermandarê Giştî,
di erêkirina Komîteya Parastina Gel re derbas dibe.
Konseya Leşkerî ya HPG’ê salê carekê li hev civandinê
têkelên xwe û Konseya Komûtayê jî di nav de, hemû tayîn,
terfî û sererastkirinên HPG’ê, di pirsgirêkên hundirîn
ên artêşê de, mijarên stratejîk, taktîk û planlamayan
digere û dike biryar. Piştî civîna salane ku salê carekê
bi beşdariya piranî pêk tê, rayeya Konseya Leşkerî ya
HPG’ê, di pratîkê de Konseya Komûtayê bi rê ve dibe.
Pêwîst bike bi biryara ji 3’yan 2’yê Konseya Komûtayê,
Konseya Leşkerî ya HPG’ê ji berî wextê xwe jî dikare li
hev bicive.
3-KONSEYA KOMÛTA YA HPG’Ê:
Konseya Komûtayê, di şeş mehê carekê de di bin venêrîna
(denetim) Fermandariya Giştî de civîna xwe ya awarte
dike. Dema ku Fermandariya Giştî pêwîst bibîne dikare vê
demê kurt bike an jî di rewşên ku dest nade de, dikare
herî zêde sê meh dirêj bike. Konseya Komûtayê, li
hemberî Konseya Leşkerî ya HPG’ê berpirsyar e. Konseya
Komûta ku di pratîkê de rayeya Konseya Leşkerî bi rê ve
dibe, tayîn û terfiyên ku di dema Konseya Leşkerî
neciviyaye de çêkirî, ji bona erêkirinê raberî civîna
salane ya Konseya Leşkerî dike.
4-FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ:
Saziya ji sewq û rêvebirinê rasterast berpirs a HPG’ê
ye. Bi Fermandarê Giştî re herî kêm sê ji wan endamên
Konseya Komûtayê, herî hindik ji pênc endamên Konseya
Leşkerî pêk tê. Xwe bi awayekî biryargeh ku hemû sehayên
xebatê û beşên wê bigire nava xwe birêxistin dike û
dixebite. Fermandariya Biryargeha Navîn, di nava pergala
rojane ya civîn û tekmîlan de dixebite. Der barê
faliyetên xwe de, ji Konseya Komûtayê ya HPG’ê re her
dem û bi pergal rapor raber dike. Faliyetên diyarkirina
taktîkan û çavdêriya xebatan, pêkanîn û şopandina
biryarên ku Konseya Leşkerî ya HPG’ê û Konseya Komûtayê
birêve dibe. Fermandariya Biryargeha Navîn, saziya herî
bilind ya ku HPG’ê birêxistin û komûta dike.
Amadekariyên konferansên ku du salê carekê li dar
dikevin dike û ji bona pêşnûmayên biryaran nêrînên xwe
raber dike û biryaran di pratîkê de pêk tîne. Ji
rêvebirina hemû xebatên leşkerî peywirdar e. Ji hemû
biryargehên jêrî xwe raporan digire, lêkolîn dike û ji
biryargehên têkildar re talîmatên pêwîst dide. Di rewşên
ku pêwîst bê dîtin de, saziya venêrînê(mûfetîşiyê)
birêxistin dike. Esas û binyadên rêxistinî ku girêdayî
Biryargeha Navendî ne mîna ku li jêr hatine diyarkirin;
A) FERMANDARIYA YJA STAR’Ê
Rêxistineke girêdayî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya xweser(özgün) e.
Tevgera azadiya jinê YJA STAR, wekî hêza parastina rewa
ya KJB’ê û wekî têkeleke bingehîn di nava KJB’ê de
otonom(özerk) û di nava HPG’ê de yekîneye rêxistinkirî
ya xweser(özgün) e. Têkiliya xwe ya bi KJB’ê re, di ser
Komîteya Parastina Gel re dike. Yekîneyên Jinên Azad (YJA
STAR), îradeya jinên di nava refên HPG’ê de temsîl dike.
Di armanc û rêgeha rêgezên Paradîgma me ya Civaka
Demokratîk Ekolojîk û Azadîxwaziya Zayendî de, li ser
bingeha esasên rêveçûn û şer û di çarçoveya
rêvebernameya giştî ya HPG’ê, rêvebernameya xwe derdixe,
xebatên xwe sererast dike û birêve dibe. Di nava
Fermandariya Biryargeha Navendî de û girêdayî wê ji ser
heta bin, di fermandariyên(kordîneyên ji sê an pênc
kesan pêk tê) hemû sehayên şer de temsîla xwe ya têr
dibîne. Di civînên mîna konferans û civînên rêveberiya
fireh de ku der barê xebatên HPG’ê de biryaran dide,
digihîje hêza temsîla 5/2. Heman rewş, ji bona civînên
beşan an jî biryargehên jêr jî derbasdar e. Di bin banê
Biryargeha Navendî û Biryargehên jêr de, xwe wekî
rêveberiyeke xweser ku ji sê kesan pêk tê rêxistin dike.
Her wiha di bin banê Biryargeha Navendî de, xwe bi şiklê
Fermandariya YJA STAR’ê tê birêxistinkirin.
Di mijara peywir, çalakî
û tevgerê de her yekîneya jin, di bin venêrîn û
perspektîfên biryargeha ku girêdayî ye û di rêgeha
xeleka komûta fermanan de tevdigere. Encax, hemû
faliyetên rêxistinî û jiyanî, civîn û perwerdehiyên
xweser, ji hêla YJA STAR û ji hêla fermandariyên ku
girêdayîne ve tê lidarxistin. Ji bilî demên
perwerdehiyên giştî, teqez cî dide perwerdehiyên xweser
jî.
Tayîn, terfî û hemû
xisûsên ji peywirê girtinê yên hêza jinê, ji ser heta
bin ji hêla Fermandariyên YJA STAR’ê ve tê kirin. Ji
erêkirina fermandariyên ku girêdayî ne û ji
serfermandariyên YJA STAR’ê tê derbas kirin. Tayîn û
terfiyên bolik û jortir, raberî erêkirina Fermandariya
Biryargeha Navendî tê kirin.
Di mercên awarte û di
rewşên ku peywirgirtinê pêwîst dike de, ji hêla
fermandariyan ve jina têkildar peywira wê tê cemidandin,
agahî ji fermandariya YJA STAR’ê re tê dayîn û ji
însiyatîfa wê re tê hiştin. Di komûtaya jinê de ji bona
ku tecrûbe û behreyên heyî bi pêş ve bê birin û bibe
malê giştî, fermandariyên seha, enî û herêman,
fermandariyên yekîneyên têkel û hwd. bi şêweyên cur bi
cur têne peywirdarkirin.
Ji bona ku hêza jinê
zêde an jî bê kêmkirin, bi fermandariyên sehayan re tê
nîqaşkirin û bi raberkirina erêkirina Fermandariya
Biryargeha Navendî pêk tê.
Bicîkirina hêza jinê, bi
berçav girtina ewlekariya sehayê ya giştî pêk tê.
B- FERMANDARIYA HÊZÊN TAYBET
Fermandariya Hêzên
Taybet ku di bin banê Biryargeha Navendî de tê
rêxistinkirin, qadroyên ku di xeta serokatiyê de bi
biryar bûye, xwe di warê îdeolojî û polîtîk de bi pêş ve
biriye, di qada leşkerî de xeta parastinê têgihîştibe,
dikaribe pêk bîne, xwe di hunera şer de bi pêş ve biribe
û tarza tevgera profesyonel û xwedî behreyên bilind be
digihîne û perwerde dike.
Hemû xebatên leşkerî yên ku pêdiviya têkoşîna pê heyî,
peywiran birêve dibe.
Wekî pêwîstiya xebatên
Fermandariya Hêzên Taybet, rêvebernameya xwe ya hundirîn
pêk tîne. Ji bona perwerdekirin û gihîştandina qadroyan,
binesaziyê birêxistin dike û xebatên pêwîst birêve dibe.
Ev sazî, xebatên xwe
rasterast girêdayî Fermandarê Giştî birêve dibe û di
faliyetên xwe de li hemberî Konseya Komûtayê berpirsyar
e.
C- FERMANDARIYA HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ
Fermandariya Parastina
Cewherî ku di bin banê Biryargeha Navendî de tê
birêxistinkirin, ji bona xebatên Parastina Cewherî yên
li hemû qadan perspektîf raber dike û di vê rêgehê de
perwerdehiyan dike. Hêzên Parastina Cewherî ku hêzên
şervan ên cîgehî(yerel) yên gel in, di rêgeha xetê de
rêvebirina xebatan pêk tîne, meyl dide xebatan. Di vê
çarçoveyê de rêvebernameya çêdike û pêk tîne.
D- FERMANDARIYA AKADEMIYAN
Ji rêxistinkirin û
rêvebirina hemû faliyetên perwerdehiyê yên HPG’ê,
berpirs e. Ji bona qadroyan di warê perwerdehiyên
îdeolojîk, siyasî û leşkerî de bi pêş ve bibin,
dibistanan vedike û bernameyên perwerdehiyan amade dike
û derbasî jiyanê dike. Bi armanca perwerdehiyê pirtûk,
broşûr û dokumanteran û alavên dîtir amade dike.
Guherînên di Fermandariya Akademiyan de, herî zû salê
carekê tê kirin.
E-RÊXISTINKIRINA SAZIYAN
Li gorî pêwîstiyên
Biryargeha Navendî, saziyên ku hatine rêxistinkirin ev
in;
-ÇAPEMENÎ-WEŞAN:
Ji bona ku girseyan, ji têkoşîn û pêşketinên gerîla bi
awayekî rasteqîn agahdar bikin û bi vê rêgezê girseyan
bikşînin nava atmosfera têkoşînê, xebatan birêve dibe.
Belavokên leşkerî derdixe, ji bona sîstema nûçegihanên
şer rêbazên cur bi cur û navgînan bi pêş dixe. Ji bona
ku asta çanda hêzên HPG’ê bilind bike, xebatên wekî
radyo, kovar û weşanan birêve dibe û meyl didê. Alavên
çapemenî û weşanan û pergala belavkirinê tanzîm dike.
-ARŞÎV-SICÎL:
Ji bona ku jiyana rêxistinî ya HPG’ê û rêveçûna şer
bibin belge, hemû rapor û nivîsên hundirîn ên resmî
tomar dike, bi pergal sicîlan digre û eydî her hevalekî
dosyayek çêdike. Sîstemeke arşîvê ya bi pergal bi pêş
dixe û ji bona parastinê van tedbîrên rêxistinî digire.
-MUHABERE-RAGIHANDIN:
Ev beş di nava HPG’ê de ji bona pirsgirêkên ragihandinê
yên rêbaz û alavan di mercên guncav de çareser bike û ji
bona hêzên gerîla ragihandin û agahî girtinê pêk tîne.
Van peywiran; bi rêbazên nivîsandinên bi şîfre, bi
bikaranîna alavên bêtêl, sîstema kuryetiyê û her van
tîne cî. Ji bona rêbaz û navgînên agahîdayînê bi pêş
bikeve û bi awayekî tendurist û bi sîstem bêne bikaranîn
dixebite.
Di muhabereyên tevahiya
welat de, di muhabereyan de rê li ber agahî girtina
dijmin digire. Di vê mijarê de venêrîneke jidandî pêk
tîne. Li gorî pêdiviyan, derfetên teknîkî diafrîne û
kadroyên teknîkî û muhaberevanan perwerde dike.
-TEKNÎK-LÊKOLÎN:
Ji bona hêzên parastina rewa, peywirên mîna
diyarkirin û temînkirina xemilîna teknîkî, der barê
teknîka ku dijmin bikartîne agahî berhevkirin, li
hemberî teknîka dijmin bipêşxistina tedbîran, ji bona
bikaranîna alavên teknîkî dîtina qadroyan û perwerdehiya
qadroyan dike û peywirên mîna peywirdarkirinê birêve
dibe.
-LOJÎSTÎK Û ÎSTÎHKAM:
Ev beş pêdiviyên HPG’ê yên çek, cepxane, xwarin, kinc,
gihandin, hewandin û hwd. pêdiviyan pêşwazî dike. Vanan
bi xwe spartina gel, ji dijmin desteserkirin û li gorî
derfetan faliyetên hilberînê birêxistin dike û temîn
dike. Li qadên yekîneyan, xebatên înşaatên binerdî
birêve dibe. Tunelên veşartî, teleferîk û pireyan çêdike.
Ji bona parastina alavên ku pêwîstiya wan heye, parastin,
xwedîderketin, depokirina wan û bi awayên guncav
bikaranîna wan pêk tîne.
-ÎSTÎXBARATA LEŞKERÎ:
Li hember dijmin ji bona ku têkoşîneke bi bandor
û serkeftî bê dayîn, tora îstîxbaratê ya pêwîst rêxistin
dike û birêve dibe.
Îstîxbaratên derve, yên
stratejîk û taqtîk birêve dibe. Der barê hêza dijmin ên
cur bi cur, agahiyên pêwîst bi dest dixe, peywirên ji
bona ku li hemberî dijmin têkoşîneke serkeftî û bi
bandor bê dayîn tîne cî. Ev beş, der barê îstîxbaratê de
amadekariyên perwerde û notan dike, îstîxbaratvanan
perwerde dike, hêzên leşkerî-sivîl ku perwerde dike,
peywirdar dike û birêve dibe. Faliyetên îstîxbarata nava
rêxistinê bi pêş naxe.
-TENDURISTÎ:
Ev beş, di nava HPG’ê de pirsgirêkên tenduristiyê
çareser dike, li gorî hêza xwe di vê mijarê de alîkariya
gel dike. Di vê mijarê de ji bona perwerdehiya herî
hindik a hêzan dixebite, li gorî pêwîstiyê
tenduristvanan perwerde dike û bêyî raweste di mijarên
alîkariya destpêkê de perwerdehiyên pêwîst dide. Bi
bikaranîna derfetên hundir û derve, vanan li gorî
pêdiviyên yekîneyan birêxistin dike. Bi awayên guncav,
li qadan nexweşxane û ciyên tedaviyan ava dike,
peywirdarên pêwîst ên tenduristiyê, alav û navgînan û
hwd. temîn dike. Her dayîm bipêşxistinê, ji bona ku
pirsgirêkên tenduristiyê bi awayekî bi bandor çareseriyê
esas digire.
-MALIYE Û ABORÎ:
Hemû çûn û hatinan navendîkirin, tomarkirin ji jor ber
bi jêr ve bi awayekî bi pergal bê girtin, bîrîmên pêwîst
ji navendekê bi rê ve birin, bi avakirina butçeyeke
navendî re parastina nirxan û rast nirxandina bi pêş ve
birin û afirandina çavkaniyan birêve dibe.
-TÊKILIYÊN GEL:
Armanca bingehîn a xebatên girseyî ya HPG’ê; di nava
girseyan de teşkîlatên parastinên sivîl ên ne legal bi
pêş xistine. HPG, ji bona ku xebateke wisa birêve bibe,
ji bilî xebatên siyasî, ji xwe re bingeheke rêxistinî
ava dike. Encax vê bingehê, li gorî pîvana pêdiviyên
pêwîst bi pêş dixe. HPG ji bona pêdiviyên xwe bîne cî,
girtin û veguheztina şervanan, kurye û xebatên
îstîxbaratî li ser vê bingehê dike. Girseyên mezin jî,
ji bona ku beşdarî têkoşîna siyasî û tevgerên
serhildanan teşwîq dike.
-DADGERÎ:
HPG, di xeta serokatî de, rêxistineke îdeolojîk û
leşkerî ye û girêdayî xeta partiyê ye. Ji bona
partibûyînê armanca bingehîn hemû komûta û baştûra
şervanan bikin qadroyên partiyê. Ji ber vê sedemê
pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî, ku li gorî pîvanên
partiyê têne darizandin û bi encamekê ve têne girêdan,
sûcên leşkerî bi rêziknameyên sûc û cezayê hatine
amadekirin û bi darizandinên hiquqî digire nava xwe.
Ji bona pirsgirêk an
sûcên îdeolojîkî û rêxistinî bê darizandin û bigihê
çareseriyê, rêveberiyên têkildar berpirsyar in û ji hêla
platformên partiyê ve darizandin pêk tê. Sûcên mîna qeza
û sîxurtî, ji hêla Dadgeha Leşkerî ve ku ji hêla
Biryargeha Navendî ve tê peywirdarkirin û berdewamiya wê
heye ve darizandin pêk tê û bi biryarê ve tê girêdan.
Lêpirsînkirina bûyerê jî, ji hêla komîsyona lêpirsînê ya
ji hêla dadgeha leşkerî û rêveberiya ciyê têkildar ve bi
hevparî têne peywirdarkirin. Esasên darizandinê yê
dadgeha leşkerî, bi rêvebernameyeke cuda tê diyarkirin.
Hemû sûc û cezayên beramberî wê, li gorî radeyên xwe, ji
rêvebernameya sûc-ceza tê diyarkirin.
Biryarên ku ji hêla
platformên partiyê û Dadgeha Leşkerî tê dayîn, ji hêla
rêveberiya têkidar ve pêk tê. Li hemberî biryarên ku
platformên partiyê dane, îtîraz ji Konseya Komûtaya
HPG’ê re; ji biryarên dadgeha leşkerî re îtîraz jî dîsa
ji dadgehê re tê kirin. Pêkanîna girtina mûabetî û
cezayên ji HPG’ê avêtên, divê ji hêla Konseya Komûta û
Komîteya Parastina Gel ve bê erêkirin.
F- BIRYARGEHÊN BINGEHÎN ÊN JÊR
HPG, li hemû parçeyan
wekî fermandariyên seha û eyalet xwe bi rêxistin dike û
hêza xwe bi çeper dike. Li gorî pêwîstiyan biryargehên
jêr ji kordîneyên sê an pênc kesî pêk tê, bi tarza komî(ekib)
dixebite.
Her biryargeha jêr,
hêzên xwe wekî tîm, taqim, bolik û li sehayên başûr jî
bi awayê tabûr birêxistin dike.
Her biryargeh ji
kordîneyên sê an pênc kesî pêk bê jî, hejmara xwe li
gorî pêwîstî û mercên qadan diyar dike û rêveberiyeke
fireh pêk tîne. Xebatên xwe bi pergala biryargehê û
girêdayî Biryargeha Navendî ve birêvedibe.
Talîmat û perpektîfên ku
ji hêla Fermandariya Biryargeha Navendî ve tê dayîn tîne
cî. Li gorî sîstema rêxistinkirina Biryargeha Navendî,
biryargeha xwe bi rêxistin dike û li gorî pêdiviyan,
saziyên pêwîst ava dike.
|