| |
HUKMÊN GIŞTÎ
1. Navê
rêxistinê: Hêzên Parastina Gel û bi kurtasî nav HPG
ye.
2.
Amblema wê: Li ser zemîna zer û kesk, stêrka sor
3.
Armanca wê: Ji bona
bidawîkirina siyaseta înkar û tunekirinê ya li ser
Kurdistanê, ji bona gelê kurd û Rojhilata Navîn esas
girtina yekîtiyek û hevgirtineke azad, wekhev û
demokratîk, azadiya Rêber Apo hedefgirtin û pêkanîn;
parastin û bi pêş ve birina gelê me û nirxên azadiyê, ji
bona çareseriya pirsgirêka kurd di hemû perçeyan de
lîstina erka ku dikeve ser milan, pêkanîna yekîtiya
demokratîk a netewî û di bingeha paradîgmaya civaka
demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendî de bi pêş
xistin, di bingeha sosyalîzma demokratîk de ku beşeke
mirovahiya pêşverû ye piştgirîdayîna têkoşîna azadiya
gelan, meşandina şerê parastina rewa ya li hemberî
xitimandina metodên demokratîk û aştiyane û spartina
siyaseta tunekirin û tunehesibandina neteweyî ya
pirsgirêka kurd, li ser bingeha xeta parastina rewa ji
bona ku şerê parastinê bide meşandinê, peywirên ku
dikeve ser milan bi cî bîne.
|
|