| |
|
RÛMETA AZADİYA BÊRÎTAN
PARASTİN DEYNÊ ME YE |
Di
nav tevgera me ya azadiyê de stratejiya
parastina rewa herî zêde vegotina xwe di
YJA STAR de dibîne. Erkekî bingehîn yê
YJA STAR yek jê jî, di çerçoveya
birdoziya rizgariya jinê de hemû hêzên
jinê kişandina nav xeta parastina rewa
ye. Têgiha parastina rewa ji ber cewherê
xwe dikeve berfirehiya xeta azadiya jinê.
Parastina rewa, bi vîndar tevlîbûna jinê
ya ji şer re destnîşan dike. Bergeha
jinê û parastina rewa ne nêzîkatiyekî ku
di şer de tundwariyê bingeh digire. Di
parastina rewa de divê jin bi vîna xwe
ya azad û înîsiyatîfa xwe ve tevlî şer
bibe. Di vê bingehê de di artêşa jina
azad de mînakên lehengiyê yên sembol
derketin holê. Heta ku jin gîhaşte asta
rêxistina bi hêz û gîhaşt serweriya
zayendî û netewî pir êş û zorî kişandin.
Pêşketin jinê ya azadiyê ewqas bi hêsan
çênebû, bedelê vê têkoşînê jî pir giran
û pir zor bû. Çawa ku têkoşîna azadiya
jinê nirxên herî bilind û bedew
afirandin û xwe gîhandin asta
xwedawendiyê, berdelê vê pêşketina jinê
jî heman giranî û bedewiyê de bû. Pêwîst
e em artêşbûna jinê di vê bingehê de
bigirin dest û lêkolîn bikin. Ev dîrok
çawa pêşket, mînakên lehengiya jinê çawa
hatin afirandin û jin bi kîjan ked û
hewl gîhaşt asta xwe ya niha. Niha YJA
STAR nûneriya vê dîroka zindî ye.
Şehîdên me yên bi nirx, bi çalekiyên xwe
ve li dijî helwestên şaş ên li hember
jinê, ya ku digotin “Jin nikare bibe
leşker, nikare şer bike û nikare di çiya
de jiyan bike” re bersivekî herî bi nirx
ku dijminê xwînxar jî bandor dikir
derket holê. Di mijara şer û jiyanê de
girêdanbûn û vîna jinê ya serkeftinê re
van hevalên bi rûmet destnîşan kirin. Ji
van yek jî xeta Bêrîtan e, niha em vê
xetê wek xeta serkeftina artêşa azad û
xeta rûmet a jina azad digirin dest. Ji
bo vê jî pêwîst e xeta Bêrîtan were
têgihiştin û li anagorî wê sekinandinek
bê raber kirin.
Xeta Bêrîtan, hêza
jinê ya cewherî û vîna wê ya têkoşînê
ye. Bêrîtan hêza YJA STAR ya xetê ye.
Divê hemû hêzên YJA STAR sekinandina
şehîd Bêrîtan ya rêxistin û jiyanê mînak
bigrin û sekinandina parastina rewa
derxînin holê. Serwerî û zanistiya
parastina jina azad di kesayeta Bêrîtan
de xwe vegotin dike. Serokatiya me xeta
Bêrîtan wekî xetekî tevlîbûn û
berxwedaniyê her tim dixe rojeva me.
Şêwaza me ya têkoşînê û têgiha me di vê
bingehê de nûh dibe. Bi fermandar û
bastûra xwe ve tevlîbûna YJA STAR ya
pêvajoyê, bi têgihiştina parastina rewa
û sekna wê ya xeta Bêrîtan ve gengaz e.
Xeta parastina rewa xwe tenê naspêre
berxwedaniyekî çors. Hewce dike ku jin
di hemû qadên jiyan û qadên şer de hêz û
zanistiya xwe ya parastina rewa
pêşbixîne. Ger jin di jiyanê de
ewlekariya xwe, parastina xwe ava neke û
xwe bi rêxistin neke nikare di şer de jî
serkeftinê bigire dest. Yê ku Bêrîtan
ber bi serkeftina mezin ve bir, rêgezê
wê jiyanê, têgîha wê ya rêxistinê,
serweriya wê ya rastiya Serokatî û
biryarbûna wê ya şer û girêdana wê ya
serkeftinê bû. Ev hemû wek xelekê bi hev
dû re girêday e. Di cîhana roja me ya
îroyîn de jin bi her awayî êrîş û
arasteyên dijwar re rû bi rû dimîne. Em
dikarin vê yekê wekî komkujiya jinê jî
bigirin dest. Yanê komkujiya jinê ne
tenê milê bi şer û çekan ve tê pêkanîn.
Ji destpêkê di fîzîka xwe de darbeya
mezin dixwe, ramanê wê bi perçe
perçebûna bedena wê ve tê firotin û tê
tunekirin. Ji xwe di nav rewşekî wisa de
hest û hîsên ku jin bi jiyanê re
afirandibû jî tune dibe. Yanê tenê
laşekî mirî yê ku her roj tê firotin
dibîne. Ev jî ji mirina fîzîkî û ji
komkujiya fîzîkî hê xirabtir e. Li
beramber êrîşên bi vî rengî parastina
jinê, erka bingehîn ya hemû têkoşerane.
Di civaka Kurd û di hemû derdorê cîhanê
de bi rêbazên cuda jin hem wekî netew,
hem jî wekî zayend tê çewisandin û li
derveyî jiyanê tê hiştin. Ji êrîşên wiha
re dema ku em bêjin; “Bese” hatiye.
Stratejiya parastina rewa; li hember her
awayî êrîşên li ser jinê pewîst e bê
pêkanîn, hêza parastina jinê jî bi hêza
xwe ya cewherî sekinandinê bilêv dike.
Tevgera azadiya jinê û hêza wê ya
parastinê YJA STAR di vê mijarê de xwedî
sekinandina herî biryardar e. Artêşa
azadiya jinê ya ku bi ked û hewlên
serokatiya me ve pêşket, xwe di xeta
parastina rewa de nû dike. Ji bo vê xeta
Bêrîtan, li hember hemû êrîşan di xeta
berxwedaniya jinê de berkî kirine.
Bêrîtanbûyin, rast têgihiştina xetê û
kiryarîkirina wê ye.
Rêheval Bêrîtan di
sala 1992’an de di şerê başûr yê ku
destpêka komploya nav netewî bû, li
beramber xeta hevkar û xiyanetê heta
dawî liberxweda ye. Heta gulaye xwe ya
dawî şer dike, dûv re xwe ji zinaran
diavêje û bi şahadeta xwe ve serkeftinê
mîsoger dike. Rêheval Bêrîtan sembola
girêdana bi serokatiyê re ye. Xeta
berxwedaniyê hem di şer de, hem jî di
jiyanê de wekî rêgezekê di xwe de
kiryarî kiriye. Ji bo vê jî Bêrîtan
xetek e û rûmetek e. Serokatiya me
dibêje; “Rûmeta vê keçikê parastin deynê
sukra me ye, ev yek rêgeza min e.” Divê
li gor pediviya vê rêgezê her têkoşerê
YJA STAR xwe bigire dest û
berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Ev yek
li hember gel, şehîd û serokatî deynê me
yê bingehîn e.
Em nikarin çalakiya heval Bêrîtan tenê
bi aliyê wê yê şer ve bigirin dest. Xeta
berxwedaniyê di têkoşîna me de felsefeya
jiyanê û rêgeza wê ye. Ji bo vê jî
çalakiya heval Bêrîtan, îdîa, bawerî,
sekinandina wê ya jiyanê û biryarbûna wê
ya azadiyê destnîşan dike. Bi taybetî jî
xeta Bêrîtan peywîra fermandariya jinê
ya ku divê di jiyanê de pê ve rabe, bi
rengekî eşkere bilêv dike. Yanê rêgez û
zagonên bingehîn ên artêşbûna jinê
destnîşan dike. Fermandariya jinê
pêwîste xwe ji kîjan hîmê pêşbixe jî
rave dike. Heval Bêrîtan li hember
zîhniyet û têgiha jiyana deshilatdar û
jiyana zilam, jiyan û çalekiyekî
vebijark pêşdixîne. Di bingeh de
nêzîkatiyên bastûra zihniyeta zilam yê
desthilatdar napejirîne. Li hemberî vê
xwe wekî xetekî çalakiyê derdixe holê.
Di fermandariya jin û zilam de
nêzîkatiyên şaş yên ku heye li dijî wan
heta dawî têdikoşe. Sekinandinekî
fermandariya jinê ya vebijark raber dike
û girîngiya xeta têkoşînê ji fermandar û
bastûra jinê re vegotin dike. Hebûna
vebijarkê, guhertinê her daîm dike û her
wiha ji bo guhertinê jî rê û rêbazên
dewlemend diafirîne. Ji bo vê jî xeta
Bêrîtan têgiha jinê ya fermandarî û
rêvebiriyê lêpirsîn dike. Xeta heval
Bêrîtan li beramber zihniyeta zilam a
desthilatdar vebijark e. Di xeta
parastina rewa de biryardarî û hêza jinê
ya cewherî ye.
Hevela Bêrîtan
destpêkirina şerê zihniyetê yê demê dide
çêkirin. Di xeta çalakiyê de û di
mantiqê şer de guhertinê destnîşan dike.
Tevlîbûna wê ya jiyanê ya bi coş, xroş û
bi hezkirin tevlîbûnekî alternatîf diyar
dike. Sekinandinekî ku di jiyan û ramanê
de zelal nebûye di şer de jî xeta
çalakiyekî serkeftî nikare pêk bîne. Li
hember xiyanet û kevneperestiya hov di
xeta berxwedaniyê de berkîkirina heval
Bêrîtan, nîşaneya vîna jinê ye. Li dijî
sazîbûnên zihniyeta heyî şoreşa
zihniyetê dide destpêkirin. Xeta Bêrîtan
di artêşbûn û leşkerbûna jinê de
berkîkirine. Dema em rastiya Rojhilata
Navîn bi taybetî jî rastiya gelê Kurd
digirin dest, ev yek bi rengekî berbiçav
derdikeve pêşberî me. Ger şerekî
zihniyetê yê bingehîn nebe, di mijarên
şer û jiyanê de serkeftin ne gengaz e.
Hevala Bêrîtan têgiha fermandar û
rêvebiriyê ya demê datîne holê. Di vê
bingehê de dest nîşan dike ku
fermandariya jinê pêwîst e xwe lihûrbûnê
de derbas bike û li beramberî xwe
têkoşînekî dijwar bide meşandin. Ji bo
ku fermandariya jinê bi rolê xwe ve rabe,
hewcadarî bi şoreşa zihniyetê heye. Ji
bo vê jî divê xeta Bêrîtan û sazîbûna
zihniyeta wê demê baş bê têgihiştin. Di
fermandarî û rêvebiriya jinê de tiştê ku
derdikeve holê, şêwezeki teng, ku tenê
şer hîm digire û xwe ji guhertin û
veguhertinê re girtî dihêle. Ji
pêşengtiya birdozî û jiyanî zêdetir,
rastiyekî rêvebiriya ku xwe bi mantikê
şerê çors digire dest derdikeve pêş. Di
şêwaza rêvebiriyê de hîn bêtir sazîbûna
zilam li pêşe. Têgihên ku di
fermandariyê de hebûn, şerê zihniyetê yê
ku heye jî sînordar dikir. Ev yek bi
vîna azad tevlîbûna jinê ya ji şer re
asteng dikir. Dema em di vê bingehê de
lîkolîn bikin, em hîn çêtir dikarin
çalakiya heval Bêrîtan derxînin zanebûnê.
Tiştê ku heval Bêrîtan bir wê çalakiyê,
ne tenê berkîkirina wê ya şer bû. Hê
bêtir di jiyan û ramanê de biryardariya
ku nîşan dida, wê dibir çalakiyekî bi vî
rengî. Ji ber jina ku di raman û hestan
de zelal nebe, nikare bi vîna xwe jî
tevlî şer bibe. Girêdan, biryardarî û
îdîaya Heval Bêrîtan, çavkaniya xwe ji
vê yekê digire. Çalakiya heval Bêrîtan
li hember zihniyeta demê ya ku heye û ji
fermandariya jinê re bersiva herî mezin
e.
Artêşbûna jinê bi
vê ve hê mîsogertir dibe. Ger hêza jinê
ya xweser, rêxistina wê ya azad û artêşa
wê ya parastina jinê nebe, pêşketina
jinê ya azad jî ne gengaz e. Ev yek
mirov di pir mînakên şoreşên din de jî
dikarê bibîne. Hem di raman hem jî di
hest de ger jin ji hemû sazî û bandorên
desthilatdariyê qut nebe û di raman û
zîhniyet de guhertinan jiyan neke,
nikare pêşketinên wisa derbixwe holê. Ji
xwe Bêrîtan bi pêdivî û serweriya vê bi
awayekî kiryarî jiyan dike û dibîne. Û
bi seknandina xwe ya jiyanê, helwesta
xwe ya li dijî nûkeriyê û girêdana xwe
ya serkeftina xeta APO’citî ve dest
nîşan dike. Ger îro artêşa jina azad xwe
di her awahî rêxistin kiriye, ger îro
hêzên jin bi rêxistina xwe ya azad ve tê
dikoşe û her diçe pêşdikeve, ev yek bi
lehengî û kedên şehîdan ve girêdaye.
Di roja me de xeta Bêrîtan rojeva
rêxistinê de cihê digre. Di vê demê de
li hember têkoşîna me xeta hevkar û
xiyanetê dixwaze xwe rêxistin bike.
Êrîşên tunekirinê bi her awayî xwe ferz
dike û bi her awayî arasteyên tund
pêşdikevin. Xeta şer a ku tunekirina
kurd û tevgera azadiyê dixwaze, bi hemû
derfetên xwe ve dixazin êrîş bikin.
Biryara şer hatiye dayîn û di kuştina
kurdan de bi biryar in. Li hemberî vê bi
xeta Bêrîtan bersiv dayin, pêdiviya
têkoşeriya Apoyitiyê ye. Di demekî ku
jiyan hatiye xumam kirin, hêvî û
baweriyên mirov tê tunekirin de
sekinandinekî xurt raberkirin gelekî
girîng e. Li hember xeta xiyanatê em
tenê dikarin bi xeta berxwedaniyê ve
bersiv bidin. Serokatiya me ku her tim
rastiya Bêrîtan vegotin dikir, vê
rastiyê bilêv dike. Li cihekî ku coş û
arîşeya jiyanê hatiye xilas kirin, li wê
derê serkeftina şer û jiyanê ne pêkan e.
Li hember van hemû sepandinan bi xeta
Apoyitî ya berxwedaniyê ve bersiv dayin
gelekî girîng e. Ji ber ku çalakiya
heval Bêrîtan di xeta berxwedaniyê de
berkîkirinê destnîşan dike. Felsefe û
coşa wê ya jiyanê di pêkanîna wê ya
çalakiyekî bi vî rengî de, dibin xalên
herî girîng. Heval Bêrîtan felsefeya xwe
ya jiyanê bi felsefeya Serokatî û têgiha
jiyanê ve dike yek. Yê ku felsefeya wî
nebe, sekna wî ya jiyanê jî nabe. Tiştê
ku kesayetiyê diafirîne û bi nasname
dike felsefeya wê ya jiyanê ye. Ji bo vê
jî yê ku felsefeya wî nebe, hêviyên wî,
coşa têkoşînê û serkeftina wî jî nabe.
Serokatî dibêje; “Heta ku xwedî li
rûmeta gelekî ya civakî neyê derketin,
tu şensê pêşketinê jî nabe. Rûmeta mirov
xwedî li xwe derketin û bawerî ye. Hêza
xwe zanebûn û pêşxistinê ye.” Di vê
bingehê de xeta Bêrîtan di kesayatiya
jinê de rizgarkirina rûmeta civakî ye.
Bêrîtan bi vê xeta xwe ya çalakiyê ve
hêza dijber yê hevkar û xiyanetê jî
bandor kiriye. Wan ji bo xwedî li rûmeta
civakî derketinê vexandiye. Di vê
bingehê de xeta Bêrîtan xwedî li rûmeta
civakî derketine. Ev yek sekinandin û
xeta têkoşînê ye.
|