| |
Dîroka
nivîskî her dem ji hêla sinifên serdest
ve hatiye nivîsandin.
Hêzên desthilatdar di dîroka xwe de,
tenê şerê ku wan lidarxistiye
nivîsandine. Bes dîroka rastîn, ji hêla
bindestan ve li hemberî hêzên serdest ên
îktîdara dewletparêz de hatiye afirandin.
Di rastiyê de,
gerîla hêzeke ku têkoşîna gelan ku ji
bona demokrasiyê dane berdewam kiriye û
li hemberî zihniyeta dewletparêz têkoşîn
daye. Gerîla bi têkoşîna xwe ya çekdarî,
li hemberî her cure polîtîkayên
çewsandin û tunekirinê yê hêzên
emperyalîst, bûye bersiva daxwaza gel a
azadî û demokrasiyê. Sîstemên
dewletparêz her dem xwestine demokrasiyê
bi sînor bikin, gel bênefes bihêlin; li
hember vê yekê gerîla bi têkoşîna
çekdarî rawestiyaye û ji bona jiyaneke
azad û demokratîk gel rakiriye tevgerê.
Li hemberî artêşên
bi pergal ku xwedî teknîkeke pêşketîne û
hejmarên wan digihê milyonan, gerîla bi
xweseriya tarza xwe ya şer, bi komên
biçûk, di şûna teknîk de zêdetir bi
îrade û ramana însan ku li pêş e,
artêşên bi hejmar gelek zêdetirin têk
biriye. Di dîrokê de mînaka herî mezin û
balkêş, şerê gerîla yê Vîetnamê ye.
Emerîka ku xwe wekî hêza herî mezin a
dinyayê dihesibîne, gerîlayên Vîetnamî
bi şerê gerîlatiyê li ser ketine.
Di vê wateyê de,
herî zêde erdnîgariya Kurdistanê bûye
qada çewsandin û qirkirinan. Vaye PKK û
milê wê yê leşkerî gerîlayên Kurdistanê,
di zirûfeke wisa de derketine. Gerîlayê
ku xwe bi çekên partiyê xemilandiye,
gelê kurd ku bi tunebûnê re rû bi rû
hatibû hiştin, ji xwebûna xwe hatibû
derxistin, li hember vê rastiyê gerîla
bi têkoşîna xwe ya çekdarî gelê kurd bi
rastiya xwe da nasandin, azadiyê û
demokrasiyê bi gel da fêmkirin û di vê
oxirê de bedelên mezin da.
Gerîla ne tenê bi
têkoşîna çekdarî ku daye, bi afirandina
kesayetên milîtan li gel bandor kiriye.
Piştî bi pêşveçûna têkoşîna gerîla, di
nava gel de ev dihatin gotin: “Em
dikarin hemû keçên xwe bi dilekî rihet
radestî gerîla bikin.” Bifikirin di
rewşeke ku kuştinên bi navê namûsê di
asta herî bilind de dihatin jiyandin û
bandoriya feodaliyê ya giran ku li ser
gel hatibû ferzkirin, radestkirina keçên
xwe ji bona gerîla, di civaka kurdan de
pêşketineke şoreşî ye.
Di salên destpêkê
yên têkoşînê de, dema komên gerîlayan
diçûn gundan, bi hal û tevgerên xwe li
gel bandor kirin, ji bona ku gel vekêşin
nava têkoşînê û bi rêxistin bikin ev
roleke sereke lîst. Ji ber vê sedemê, di
gerîla de ya herî girîng çand û tarza
jiyanê û bi tevayî asta partîbûyînê ye.
Bêyî partîbûyînê, jiyankirin û li
Kurdistanê gerîlatîkirin ne mûmkûn e.
Me di dîroka têkoşîna xwe ya çekdar de
dît ku, nêzîkatî û feraseta çeteyan ku
ji çanda partiyê û exlaqê partiyê dûr
ketibûn, zirarên mezin dan û kirin ku ew
baweriya ku gerîla bi jiyan û sekna xwe
dabû gel bişkê, sîstema cahşîtiyê bi
hêztir be û bûn sedem ku hinek eşîr bi
me re dijminahî bikin.
Divê em ji bîr
nekin ku, milê herî girîng ên gerîla gel
e. Bêyî gel jiyankirina gerîla û
têkoşîndayîn ne mûmkûn e. Wekî mînaka
masî em her car dibêjin; “masî” gerîla
be, gel jî “bahr” e. Ji ber vê yekê
dijmin ji bona ku gel û gerîla ji hev
biqetîne, li Kurdistanê bi hezaran gund
şewitand û xwest erdnîgariya Kurdistanê
vala bike. Her wiha di nava gerîla de jî,
nêzîkahî û çalakiyên li dij xetê, ji
polîtîkayên dijmin re xizmet kir û bi
salan têkoşîna vê yekê hate dayîn. Li
hember vê yekê bi rêberiya serokatiya me
ev nêzîkahî û ferasetên çetevanî têk çûn.
Di gerîlatiyê de xaleke girîng jî,
jiyana gerîla ye.
Hêza gerîla ku
çiya herî baş dinirxîne, bi berfirehî û
bi kûrahî bi dest digire, operasyonên
dijmin ên ku ji 50 hezar leşkerî pêk tên
vala derdixîne.
Artêşa tirk ku bi
hejmar di nava artêşên dinyayê de ciyê
xwe digire, li hemberî wan û li hemberî
hêzên paşverû yên dewletên heyî, ji bona
ku gerîla şer bike, li ser bikeve, xala
herî girîng ku li ser bê sekinandin
disîplîn e. Li hemberî êrîşên dijmin,
encax em dikarin bi sekneke disîplîn û
bi rêxistinî dikarin bisekinin û ji
dijmin re bibin bersiv. Yekîneyeke
gerîla ku bê dîsîplîn be, wê nikaribe li
hember dijmin bisekine û li ser bikeve.
Windahiyên berê nîşan da ku, nêzîkahiyên
ku dijmin cîdî nagrin, kêyfiyet,
bêdisîplînî û tam pêkneanîna rêgezên
gerîlatiyê bi me dide windakirin.
Vaye ji bona erzakek, ji bona torbeyek
ar ketina gundek, bi saetan an bi rojan
li gund mayîn, her wiha bi awayekî
vekirî, bê tedbîr li erazî ger, regeza
veşartîbûnê esas negirtin, mîna ku di
salên dawîn de bi pêş ketiye bi
telefonan axivîn, dike ku ew yekîne
bikeve bin kontrola dijmin û ji holê
rabûnê re rû bi rû bimîne.
Ji ber vê sedemê
gerîla li ku derê dibe bila bibe, dibe
ku zirûfeke ku derfetên wê zahf be jî an
dibe ku li ciyekî ku derfet bi sînorbin
jî, pêwîst e jiyana leşkerî û disîplîn
di her kêliya jiyanê de bê pêkanîn. Divê
disîplînê ne ji bona ku mecbûr e pêk
bîne, pêwîst e ji xwe re bike rêgezeke
jiyanê û ji dil û can bîne cî.
Bi disîplînê re di
gerîlatiyê de veşartîbûn û tevgerîbûn jî
divê bingeh bin. Dema ku em bi awayekî
veşartî tevbigerin, ji nişka ve li
dijmin bidin û bi awayekî ewle xwe bi
paş ve bikêşin, di şer de afirîner û
xwedî însiyatîfbin, emê tu carî nekevin
bin kontrola dijmin û emê derbeyên giran
li dijmin bidin.
Yekîneyeke gerîla
ku di warê îdeolojîk de xwe bi pêş ve
biriye, li gorî rihê pêvajoyê di
çalakiyên xwe de taktîkên dewlemend
bikar bîne, wê tu carî ji dijmin
derbeyên giran nexwe û şehadet çênebin.
Divê gerîla di şer
de li hemberî dijmin bi lez û kone be.
Li hemberî her cure êrîşên dijmin, xwedî
zekayeke pratîk be da ku di heman demê
de bibe bersiv, taktîkan bi pêş bixe û
dijmin şaşwaz bike. Divê gerîla di
çalakiyan de bi plan û hesab be,
taktîkên pir cure û dewlemend bi pêş
bixe, moral û motîvasyon û afirîneriyê
tu carî winda neke.
Divê di serî de,
her yek ji me di zanebûna partîbûyînê de
be û bizanibe ku disîplîna leşkerî û
hemû rêzikên gerîlatiyê wê me ber bi
jiyaneke azad de bibe û van hemû tiştan
bi dilsozî û ji dil û can kirin, wê rê
li ber serkeftinê veke.
Encax em xwedî
pratîkeke wisa bin, emê bikaribin layîqî
şehîd û serokatiya xwe bin. |