|
A-
Di artêşan de girîngiya çanda leşkerî
B- Têkiliya di
navbera pergala artêşan û çanda leşkerî
de çi ye?
A- Qada çandî di
van salên dawî de, her ku diçe dibe
qadek giring a tekoşînê. Bi serde dema
li welatên Ewropa taswasa Parastina
ziman û çand derket holê, qedexe kirina
ziman jî ket rojevê.
Dema li dewsa şerê
germ û sar, şerên piyasê hatin kirin,
hat dîtin ku bi rêbazên çors nayên hêsîr
girtin. Emperyalîzmê, bi rêya çand
dejenerekirinê, civak xistin bin
desthilatdariya xwe. Netewên ku ev ferq
kirine, ji bo çanda wan dejenere nebe
tedbîrên taybet girtine. Ya rast jî wusa
kirine. Ji ber ku cîhan wek mozaika
çanda hînxweşiktir e Elman, Japon, Rus,
Ereb û Kûrd û hwd. gelên dîtir di nava
vê mozaîkê de cih digirin. Lê hemû jî
rengekî wanî cewherî heye. Û her yek ji
wan bi hin aliyên xwe ve tên naskirin;
hin kes bi şerkariya xwe, hin kes bi
bêmerhametiya xwe, yan jî bi kêrîbûna
mûzîkê, hin kes bi merdbûna xwe, bi
mêvanheskirinê û hwd taybetmendiyan
derdikevin pêş. Lê çi dibe bila biba
çanda xwe diparêzin, ji ber gelekî ku
çanda wî ji dest hatiye girtin, wek
avahiyek ku dînamît xistibin bingeha wê
û ji hilweşandinê xelasnabe.
Mirov bala xwe bidiyê, gelên ku bi çanda
xwe ve zêde girêdayine zû bi zû tu kes
nikare wan bi binxîne. Hin gel, li
hemberî tevgerên fetîh ên olî ji bo ku
neşibin kesên dîtir ol bi xwe jî li gorî
xwe şîrove kirine û ev yek bi qewînbûna
binesaziya çanda wan ve girêdayiye. Îran
bi şiklê îslamiya Şîî teşe girt dîsa li
cîhana xirîstiyanan qewmê Slav di
ortodoksiyê de berkî kiri û bêguman bi
zanebûn ev rewş hilbijartine.
Artêşên hêzdar, di
dema ji pergala eşîretiyê derbasbûna
gelbûyînê de derketine holê. Girêdaniya
artêş û çandê bi hev re zahf e. Ango
dema ku di civakê de bingeha çand gihişt
astekê û ji bo vê hestek parastinê hat
avakirin, wê demê artêş dibe wekî
pêdiviyekê. Ev rastiya artêşê pergala
eşîretiyê derbas dike û ji bo parastina
çand û nirxên gel derdikeve holê. Artêş
hêza parastina gelên ku çanda xwe dijî û
diparêze. Lê belê di dîrokê de ev rastî
her tim bi vî rengî pêşneketiye, qavmên
ku li dijî çandên bi hêz xwe lawaz
dîtine, aliyên xwe yî leşkerî zêde zêde
derxistine pêş û veguherîne hêzekî
dagirker.
Ji ber ku artêş
gelan an jî netewan temsîl dike, çanda
leşkerî bi şiklekî xuya derdikeve
pêşberî me, peyva ‘artêş, bîbika çavên
gel e’, watedar e. Di artêşan de her
tişt nayê nîqaşkirin. Her tişt nayê
gûhertin. Di artêşan de teşe û pîvan bi
awayekî diyarîker derdikevin pêş. Wekî
ku di artêşa Tirk de pirpirkên serbazekî
jêkirin dibe sedemê 6 mehan di binçav de
meyinê. Yanê pir zêde ku ji bo şikil
hasasiyet tê nîşandan ev yek ne jî
nêzîkatiyên qalipçî û basît tên. Ev rewş
bi girêdana çanda leşkerî û çanda
neteweyî re têkildar e. Dibe ku ji bo me
tiştekî berovajî be. Lê di artêşên herî
sosyalîst, yên herî kapîtalist yan jî
yên herî faşîst de çandek pir hişk heye.
Ji ber artêş yek deng, yêk kulm û wek
hêzek xerakirinê hatiye têgihîn û têsîr
avakiriye ev rewş pêşketiye.
Dema ku em li
artêşên Kûrdan dinêrin, destpêkê hêza
peşmergeyên Başûr tê dîtin. Ev hêza ku
şêst sala bi şiklê eşîretan şer kiriye
her dem binketiye, pir dema jî ji
derveyî artêşê şibiyaye her tiştî.
Ji bo vê jî Başûrê
Kurdîstan bûye qadek ku çandên cuda cuda
lê cîrît avêtine û çanda Kûrd hatiye
dejenere kirin, bexdreşiya teqlîdên
teqlîdan jiyan kiriye. Çi heyfe ku hînê
jî ev rewş tê jiyîn û çandên beyanî berî
her derê li Başûr cîh dibînin. Ev jî
girêdayî bi şiklekî radîkal pergala
eşîretan -ku dejenere buye- ne
derbaskirinê ye.
Li hemberî vê
artêşa gerîla li çar perçeyên Kurdistanê
li dijî dijminên hîn mezintir şer kiriye
lê tu caran bi binneketiye û her daîm
potansiyela xwe xurt kiriye. Sedema vê
jî girêdayî perspektîfên rast yên
îdeolojîk û esas girtina gel, yêkitiya
neteweyî ye.
B-
Dîsa pergalên artêşê bi çanda leşkerî ve
girêdayîne. Di civakên ku di netewbuyînê
de astek girtîbin de, pergala artêşan
navendî ye û ji bo stratejî û taktîkên
artêşê di akademiyên leşkerî de Serkanên
artêşê tên gihandin. Artêş li anagorî
pêdiviyên wî welatî tê bi cih kirin.
Wekî salên derbasbûyî netewên ku di
netewbûyinê de astekî jorîn zevt kirine
lê di demokrasiyê de tu gav navêtine
artêşên gelek giran, xental û pirhejmar
afirandine, bi vî awayî jî xwestine li
ser cîhanê desthilatdariya xwe pêşxînin.
Dewlet-netewên niha jî ev rewş tam
derbasnekirine û xwe ji zextên artêşê
yên li ser siyaset û civakê xelas
nekirine. Hêjmara xwe kêm kirine,
teknîka xwe bi hêz kirine, lê xwe ji
aliyê zîhniyetê ve neguhertine. Sedema
artêşa Tirk ku îro li ber deriyê
Yêkîtiya Ewropa ye û wek boxçeyeke bi
pîne xuyadike jî ev e. Yanî heta fikrê
netew-dewlet ji holê ranebe, wê artêş
wek kelemekî li hember pêşketina çanda
demokratîk astengiyê derxe. Ji aliyên
din em li artêşa ku ji pêşmergeya hatiye
avakirin binêrin, emê bibînin ku li dijî
artêşên bi pergal nikarin bisekinin. Ji
ber ku fermandarê artêşa peşmergeyün ji
yekî xebatkar zêdetir nola sultanane û
kurê xwe ji bo dewsa xwe amade dikin.
Lewra di heman demê de fermandarên
artêşên peşmergeyan serokê eşîretê ne jî.
Li Kurdîstanê serokên eşîretan bi sedan
salane di nav neyartiyêkê de ne ku ev
yek jî rastiyeke li ber çav e. Yanê
yêkîtiya wan pîr lewaz e.
Ji aliyê din wek ku em dizanin peşmerge
mirovên ku li dijî pîvanên leşkerî dijîn,
mirovên ku axê diçînin û tîcaretê dikin
û mirovên ku çekên xwe li gora
berjewendiyên xwe bikartînin e. Tê dîtin
ku ji aliyê jiyana leşkerî, rêzik û
rêzkariyê ve di asta herî jêr de ne. Ji
bo vê ye ku di şerê peşmergetiyê de
çiqas şexs qehreman derkevin jî, bi
tevahî ser nakevin û mahkûmî binketinêne.
Di dawiyê de mirov kare bibêje; pergala
artêşên ku girêdayî eşîretiyê ne,
dejenere bûne, ji derve de hişk lê belê
ji hundûr de jî vala ne.
Dema em ji vê
bergehê ve lê dimêzînin çanda leşkerî ji
jiyana civakê ne qut e. Sedemên
hilweşandina împaratoriya Osmanî bê
lêkolîn kirin wê bê dîtin ku pergaleke
jidandî avanekirine. Ji bo artêşa
yeniçeriyê ji holê rakin (ku artêşa
yenîçeriyê ji mirovên nîv bazirgan-nîv
leşker pêk dihat) çend heb padîşahan
jiyana xwe wundakirine. Artêşa nîzam-î
Cedîd ku di nav sedsalê de netewbûyîna
Tirk avakiriye li ber çev bê girtin, wê
girîngiya pergalek rast avakirin û ji
aliyê gelan ve rast rûnişkandin bê dîtin.
Di dawiyê de li
gora şexs, eşîret yan jî berjewendiyên
teng, çanda leşkerî nabe. Berovajî vê di
wesfa çanda leşkerî û pergala artêşan de
çiqas berjewendiyên gelan bê esas girtin,
wê ewqas bilind bibe. Hele hele tevgera
PKK ku xwedî îdîayek civak guhartinê ye
mijarên çanda leşkerî û pergala artêşê
bi tevahî li gora esasê îdeolojiyê tê
destgirtin. Serokatiya PKK’ê di serî de
di jiyana xwe û perwerdeya xwe de pergal
û dîsîplinek leşkerî bingeh girtiye.
Esas girtina ûsluba leşkerî bi tevahî
encama nirxandina kiryarkirina ARGK’ê
ye.
Her çiqas pergalek
şidyayî be avakirin jî, ger li dijî
paşverûtiyên civakê têkoşîn neyê dayîn
bi piranî piratîkek çeteger derdikeve
holê, ji bo vê jî bi hêza rêbertiya
partiye ji aliyê îdeolojîk-rêxistinî ve
têkoşîn neyê dayin, artêşbûyîn nayê
çêkirin.
Wê
demê li Kurdistanê pergala artêşê
runişkandin tenê têr nake, ji bo
runişkandina çanda leşkerî têkoşînek
cîddî dayin pêwîst e.
Li Kurdistanê
pergala artêşa rasteqîn û serkeftî berî
her tiştî divê gelbûyîn û
demokratîkbûyînê di xwe de pêşxe. Ango
serkeftin bi peşketina wê ya gelbûyîn û
demokratîkbûyinê ve raste rast girêdayî
ye. Pêşengtiya birdozî ya ku eşîretbûn û
çanda paşverû napejirîne ji bo artêşê
bingeh e. Lî kêleka cografya çiyayî ya
Kurdistanê, mercên hûndir û derve jî li
ber çav girtin, navendparêziya
demokratîk esas girtin, pergala
rexnekirin-rexnedayînê rast şixulandin,
desthilatdariya kesayetî nasnekirin
rêgezên artêşa gerîla ne û artêşeke wiha
wê li Kurdistanê hem azadiyê hem jî
gelbûyina demokratîk biafirîne.
Wê bidome…
|