| |
|
PARÇEYEK JI ME;
ERAZÎ Û BIKARANÎNA WÊ |
Dema
mirov bi giştî li erazî binêre, her
derdor bi feraseteke cuda nêzîk dibe.
Erazî ku bi têgînîn wekî; parçeyek ji
xwezayê, tiştê ku dikare bê astengkirin,
zozan, daristan, çiya, lat û zinar tê
binavkirin; bes erazî bi cewhera rastîn,
mirov dikare wekî parçeyek ku hemû
kirûyên xwazayê di nav xwe de dihewîne
bi nav bike an jî di nava erdnîgariya me
de parçeyek e.
Kirûya ku em îzah
dikin, ew xwezaya ku em her roj tê de
jiyan dikin. Dibe ku hinek cî asê, hinek
cî daristan bin; lê emê li hêla wê ya
leşkerî binêrin. Emê li hêlên ku me
diparêze û kirûya ku mîna hezkirina
dayikek, di rih de maneviyatê diafrîne û
kirûya ku rastiya tevgera me ye binêrin.
Têgîneke ku
derbirîna nêzîkahiya artêşa tirk a
“Kurdistan”ê heye. Ev têgîn zêdetir di
operasyonan de dertê pêş. Dibêjin; “Em
diçin dojehê.” Lê dojeha wan; bihûşta me
ye, mala me ye û ciyê ku em lê jiyan
dikin e. Vaye di vê bingehê de, em werin
cewhera mijara xwe.
Pênc rêgezên
bingehîn ên gerîla hene. Ev rêgez jî
jiyanî ne.
I- Tevgerîbûn
II- Veşartîbûn
III- Ji nişka ve lêdan
IV- Însîyatîf (serperiştî)
V- Afirînerî û formûla tijîbûn-valabûn
an zêdek(+) û kêmek(-)…
Dema em bi van
rêgezan erazî bi dest bigirin, wê demê
emê li gorî rastiyê, kûrahiyê zevt bikin.
Dema em behsa
erazî dikin, wekî mînak golekê bifikirin,
dema kevirekî biçûk bavêjin orta wê, av
dipengize û hinek bilind dibe. Dema
kevirê me ber bi jêr ve dadikeve, pêlên
ku dertên heta qiraxa golê diçin. Dema
em kevir wekî kûrahiya erazî, pêlan jî
wekî firehbûna erazî û bilindbûna avê jî
wekî kirûyeke stratejîk bi dest bigirin,
emê bibînin ku her parçeyekê erdnîgariyê
xwedî taybetmendiyek e. Bi vê yekê, ne
pêwîst e em yek bi yek erazî nas bikin.
Armanc wekî gerîlayekî, li ser disîplîna
nirxandina erazî bisekinin.
Yekemîn, li gorî
şert û xwazayê tevgerîn e. Di vê
çarçoveyê de, tevgera li eraziyên vekirî
-zozan, lat, sirtên rût û hwd- û
veşartîbûn, şert û mercên bingeh in ê ku
xwe diteyisînin. Li hemberî kirûya
serdestiya hewayî ya dijmin, wekî
tedbîra herî girîng dertê pêş. Di
eraziyên vekirî û firk de -darên
kurûsekî, berû, çam, lat û bilind-,
tarza bikaranîna bingehîn, erazî bi
firehî bikaranîn û li noqteyên stratejîk
ketina kûrahiyan e. Di daristanên gûr
de; -divê di her şert û mercî de
însiyatîf, tevgerîbûn û veşartîbûn neyê
jibîrkirin- riya xwe dîtin û xwe
zanakirin û ji bona di her hêlî de
nirxandinê, bingeheke felsefîk divê.
Her çiqas me
destpêkê de jî diyar kiribû, divê
rêgezên gerîla xwe di tevgerê, lêdanê û
tarzê de biteyisîne. Nexwe; “Erazî mîna
deryayê be jî” kûrahiyên wê, esasên wê,
asêbûna wê û cureyên wê hîn nebin, ew
eraziyê ku mîna deryayê ye, wê bibe
dafikek biçûk û me dabiqurtîne. Divê
mesele, bi her hêlî ve, bê dîtîn û
jiyankirin. Parçeyek xwezayê ku me
nedîtiye û em nizanin, li ser pirtûkan
hînbûn an bi riyên cuda hînbûn, li gorî
mantixa leşkerî ne rasteqînî ye. Jixwe
binyata erazî çi dibe bila bibe, yên di
nava xwe de diteyisîne, em in an yê
dijber in. Bo nimûne; dema hûn di
daristanekê de dimeşin, dengê ku ji
lingê we dertê an dengê alaveke teknîkî,
dibe ku bibe sedema reva hinek ajalan û
bibe sedema ku hinek ji wan derên ciyên
bilind û biqîrin. Vaye qiraka reş, yek
ji van ajala ye. Tiştên ne xwezayî, di
heman demê de xwe diteyisînin. Mirov
dikare mînakan zêde bike. Wekî mînak, em
ji dûrî ve li erazî dinêrin û bila ciyê
me jî bilind be. Li qada ku em dinêrin,
qefleyek biçûk a çûkan li ser ciyek
firînên xelekî dikin. Ev yek li wir dide
nîşandan ku, li wir tiştek biyanî – dibe
ku milekî leşkeran be an tîmeke
operasyonê be- heye. Em bifikirin, li
avê digerin. Wê demê li ciyekî darên
spîndaran, gûzan û çinaran hebe; dîsa
hûn li zozanek bin, li derekê şînahî
hebe, ew tê wateya li wir av heye. An
nîn be jî, bi kolaneke biçûk, wê ava ku
têrî me bike derê.
Ji bona ku mirov baş fêm bike û derbasî
jiyanê bike; divê bi hemû hûrgiliyan
sirtan, giran, çeman, newalan, robaran,
kaniyan, lat û zinaran, rastiyan û ciyên
ku asê ne baş binirxînin.
Ger em xwe li gorî
erazî tanzîm bikin û rêgezan bînin cî û
di bingeheke rast de bikarbînin,
ewlebûna bingehîn jî wê bê. Ev jî tê vê
wateyê ku, divê em di her warî de
derfetên afirandinê bi pêş ve bibin. Wê
demê ev bihûşta me ya rastîn, ji yê ku
şaş nêzîk dibin re wê bibe dojeh. Wê
demê, wê dijmin nizanibe ji ku û çawa
lêdanê xwariye.
Nexwe,
tenê erazî wisa xweş e an bêhempa ye
gotin, hêleke vê mijarê ye. Hêla girîng
ew e ku, emê çawa feraseta rêgezên
gerîla derbasî jiyanê bikin. Dema ku
gerîla serdestê erazî be, wê demê bi xwe
ewle dibe û behreya bi lez tevgerînê
çêdike. Bi vê yekê, bi roj an bi şev, di
tarîzilûmatê de an di berf û baranê de,
bi zimanê xwezayê, bi alîkariya stêrkan
dikarî riya xwe bibînî. Ev jî nebe, bi
kanî û şiveriyan riya xwe bibîne. Dîsa
nebe, tu dikarî bi newal, dol, çem û
robaran bigihîjî ciyê xwe.
Di vê bingehê de, emê bikaribin
nirxandina eraziyên ku stratejîk bê
bikaranîn û yê ku demdemî bê bikaranîn
bikin. Vaye kişandina dijmin a eraziyê û
lêdana dijmin, teyisîna vê ferasetê ye.
Em ji bîr nekin ku, bi kûrahî
jiyankirina erazî –ne bikaranîna erazî-
, di her şert û mercî de ewlebûn,
afirînerî û însiyatîfê bi pêş ve dibe.
Xwedîderketina erazî, ew parastin, di vê
wateyê de ji xwe re qadên jiyanê yê nû
vekirin û bi nirxandina vê re, xwe wekî
parçeyek wê dîtinê bi xwe re bîne. Dema
korîtî di vê wateyê de bi pêş dikeve;
teng, tenê xwe bi ciyekî sînorkirin, ne
vekirina qadên dewlemend, bi xwe re
behreya tevgerîbûnê ji holê radike.
Em vekirina erazî
û şêweyî bikaranînê, bi mînakên pratîkî
bidin, wê baştir bê fêmkirin. Em bêjin
ku, em hê nû çûne eraziyekî an qadeke nû.
Li gorî mantixa ku me destpêkê rave kir,
hûn kûrahî û firehbûna erazî hînbûn. Wê
demê em hatine qonaxa bikaranîna qadê,
bicîbûnê û navendên tevgerê avakirinê.
Di çarçoveyê de nêzîkahiya ku em bingeh
bigirin, mantixa bicîbûna erazî ye. Me
li jor jî diyar kir, divê erazî bi du
awayan bê bikaranîn.
1) Bi armancên
stratejîk
2) Bi armancên
taktîkî
Eraziyên stratejîk,
bi gelek armancan dikare bi pêş bikeve.
Dijmin nikare zêde bikeve van qadan.
Dema bikevin van qadên stratejîk jî, -di
çarçoveya stratejîk de- divê lêdanên
giran li dijmin bikeve. Çima em bi israr
dibêjin, serdestiya erazî? Ger ji berê
de, xebatên binesaziyê –sîper, şikeft,
depokirina pêdiviyan û cebilxane- bê
kirin, di kûrahî û firehbûna erazî de,
ji ber serdestiyê, wê dijmin gelek
tengav bibe. Însiyatîf ev tişt e ku; ji
berê de li erazî hakîm, binesaziyeke
pêşketî, qada manevrayê hatibe
diyarkirin û plankirina qadeke yêdek,
xebatên xwe temamkirin û eniyeke li paş
avakirin e. Lê li vir, bi bandor lêdan û
ji nişka ve tevgerkirin û sivikîbûn
erkên herî girîng in.
Sehaya taktîk;
zêdetir ji bona ku em dijmin bikişînin û
lêdanên giran li dijmin bidin, wekî
sehayên demdemî ne û ji bona
xwekişandina ciyên mayinde tê bikaranîn.
Piştî ku me van kirûyan diyar kir, em
vegerin ser mînaka xwe. Bo nimûne, ji
bona pêngavên biharê, ciyên ku em herin,
bila zozan, asê û lat be. –me berê jî
diyar kiribû bi çi armancê û ji bona çi,
em bikarbînin girîng e- Emê li wir li
qadeke fireh yekîneyên xwe bi cî bikin.
Wê demê li gorî hêza xwe emê li ciyê
herî bilind û stratejîk çavdêrên xwe bi
cî bikin. Li qadê, ciyê ku bi gel re
têkilî hene, bi awayekî baş bê dîtin,
ewlekarî bê girtin. Ger em li gorî şert
û mercan, li palekê bin, emê ji bona
rewşeke lezgîn planên sîpergirtinên xwe
bikin û binesaziya wê amade bikin. Divê
hêz, li ser hev bin û her dem amade bin.
Di vê wateyê de, ciyên ji berê de yêdek
hatine amedekirin, xeta sîperan, behreye
lêdanê û veşartîbûn çarçoveyê temam
dike.
Di avakirina
binkeyên zivistanê de, serdestiya erazî
û veşartîbûn, rêgezên bê nîqaş in;
însiyatîf nêzîkahiya me ya herî bi hêz
e. Di vê çarçoveyê de; binyada erazî,
nêzîkbûna çavkanên avê, şêweyê
binkegirtina erazî, ewlekariya xetên çûn
û hatinê, bikaranîna depo û şikeftan,
amadekariya binkeyên yêdek, divê di her
mercî de ji bo bikaranînê amade bin.
Şert û merc çi dibin bila bibin, hîma
xebatên yêdek rêgezî ne.

Di erazî de tiştê
girîng, guncavbûna binyadê û veşartîbûn
e. Kêmasiyên wekî; avêtina qotika
cixareyê, nebinaxkirina ariya êgir,
şikestina qulincên daran, şopa li ser
giyayê û bi lingê şil pilkirina keviran;
hem dibe sedema deşîfrasyonan û pêre jî
rê li ber kemînên dijmin, li erazî
bicîkirina yekîneyan, li ciyên ku agir
bê kirin mayîn, danîn û çavdêran li
ciyên stratejîk bicîkirinê nebe û ev rê
li ber îmhaya gerîla vedike. Li ciyên
stratejî, ev nêzîkahiyên rêgehî, kirûyên
jiyanî ne.
Ji eniyê erazî
dîtin, peywira yekem a yekîneyên gerîla
ne. Di heman demê de, ketin û derketina
her tiştî di vênêranê de derbas dike û
gerîlayên ku li erazî serdest e re jî,
dibe perspektîfeke raman, plan û
biryargirtinê û hêza tevgerê. Li ser
kaniyan bicîbûn, li newal, dol û geliyan
de mayîn, hêzên gerîlayan pasîfîze dike,
rê li ber arasteyîbûnan vedike,
serdestiya qadê têdixe destê hêzên din û
lewma jî rê li ber windahiyên cuda –
daketinên hewayî, êrîşên kobrayan,
avêtinên havanan- vedike.
Li eraziyên deşt û nîvdeşt de, divê
tarza tevgerê veşartîbûn be. Divê şikeft
û depoyên ku têne çêkirin tu kes
nizanibe, her dem ji bikaranînê re amade
be, berî ku tarî nekeve erdê nekevin rê
û ciyê hevdîtinê ji ciyê yekîneyan dûr
be. Rêgeza gerîla li her derî ye, ne li
tu derî ye; mîna li her derî derbasdar
be, li deştan jî bi qasî av û hewayê
jiyanî ye.
Li eraziyên bi dar
û nîv-çiya, taktîka şer a bi tevger; li
eraziyên wolkanîk, bi sîpergirtineke
fireh lêdanan li dijmin didin; li
eraziyên zozan, deşt û nîv-deşt de,
taktîk û tevgerên şev bingeh tên girtin.
Ji
bona îstîxbarat –dema cîhaz, telefon û
bi gel re têkilîdayînê de bi baldarî bê
tevgerîn- neyê dayîn, divê ji baldariyê
zêdetir bi pejinkarî nêzîk bibin. Dîsa,
divê em ji hêla xwe ve, tora îstîxbarata
xwe saz bikin û ev tiştekî jiyanî ye.
Asûna erazî fireh
e. Bikaranîn, arasteyîbûn û nirxandin,
divê li gorî çarçoveya rêgezên gerîla de
bê dewlemendkirin û bi tarzên dîtir bê
bihêzkirin. Dîroka gerîla, bi mînakên bi
vî rengî tijî ye. Van rêgezan
bingeh girtin, wê me bi her hêlî ve bi
pêş ve bibe… |