| |
|
MIFTA SERKEFTINÊ RÊGEZÊN
GERÎLA NE |
Li bakur, ji sînorên rojhilat (Tirkiye-Îran)
ber bi eyaleta Serhedê, bi destpêka
biharê re, dijmin bi guncavbûna
bikaranîna erazî re, operasyonên xwe dan
destpêkirin. Dijmin, bi giranî li ser
xetên sînor, bi taybet li derdora Çiyayê
Agirî û Tendûrekê operasyonên xwe gur
kirin. Ji bona ku derbasbûnên ji
rojhilat ber bi bakur asteng bikin û bi
lêdanan jiholê rabikin, dijmin li ser
xeta sînor sîstema xwe ya teknîkî (ronîkirin,
termal) û hejmara leşkerên xwe zêde
kiriye. Dijmin, ji bilî hêzên xwe yên ku
bi cî bûne, bi yekîneyên taybet ên bi
tevger, bi kemînên curbecur dixwaze
encam bigire. Ji xeynî tedbîrên giştî
van taktîkên ku dijmin serî lê dide, di
pêkanînê de veşartîbûnê bingeh digire.
Yekîneyên taybet, tarza tevgera wan, bi
avabûna rojê re ciyên xwe digirin û bi
berbangê re qadên ku lê ne diterikînin.
Ji ber di binyada erazî de, di warî
erdnîgarî de qutbûn heye, dijmin dixwaze
ji vê yekê sûdwerbigire, li qadên ku
xetên derbasbûnê hene, hêzên xwe bi cî
bike û tevgerîbûna gerîla kêm bike û
lêdanên giran lê bide, ji xwe re esas
girtiye. Her wiha dijmin, şert û mercên
werzên ku ji bona gerîla ne guncav in,
qelibandin hêla xwe û bi operasyonên gur,
xwestin li eraziyên ku gerîla bi cî bûne
encaman bigirin. Operasyonên bi vî rengî
di meha biharê de, bi awayekî gur
berdewam kirin.
Li qadên ku wekî yekîne dihatin
bikaranîn û ji bona me bingeh bûn û di
warê erdnîgarî ji bona gerîla qadên
guncav in, dijmin bi giranî arastebûnên
xwe zêde kirin û xwestin encaman bigirin.
Dijminê ku bi salan e ku bi şerê me bûye
xwedî ezmûn, arastebûnên xwe bi giranî
li ser eraziyên ku ji bona gerîla guncav
in kirin. Li gorî salên borî, di şûna bi
hejmarek mezin hemû erazî ji lêgerînê
derbas bikin, bi hêzên pratîk arastebûn
çêbûn. Taktîkên ku dihatin bikaranîn jî,
li qada ku operasyon lidarbikeve
nuqteyên stratejîk û yên li erazî
serdest in digirtin û têdixistin bin
venêranê û arastebûn çêdikirin. Van
nuqteyên serdest ji êvarî dihatin girtin
û li ciyên digirtin jî bi awayekî
veşartî û bêtevger çavdêrî dikirin. Van
yekîneyan dema ku xwe vedişartin,
muhabere jî nakin û sekna xwe hetanî
êvarê berdewam dikin û bi ketina tariyê
re dikevin tevgerê. Dijmin vê taktîka
xwe sala 2005’an jî bikaranî. Sala borî
bîrîmek hevalê me, dijminê ku li erazî
bi cî bûne ferq nakin û ber bi êvarî
hevalên me ji hêla dijmin ve tên dîtin.
Dijminê ku dîmen girtiye, hetanî nuqtê
bi tarza xweberdanê, serdegirtinek
lidarxistin.
Yek ji taktîkên dijmin bikartîne, li ser
bingeha îstîxbaratê, operasyonên nuqteyî
ne. Yanî teqez hedefa dijmin, bi
îstîxbaratan encam girtine. Taktîka wan
herî bi bandor, dema ku dijmin li erazî
hevalan dît an bi pêşketina teknîkê re
tora sîxuriyê bikaranî, bi agahiyên
berbiçav operasyonan lidardixin. Ev jî
pişteka xwe ji gundan û ji girseya ku
derketine zozanan digire.
Di eyaletê de, hêla me ya herî qels ku
dijmin herî zêde xwest encaman jê bigire,
têkiliyên bi girsiyê re bû. Li eyaletê
di salên borî de, ji ber zêde bi girseyê
bawerî hate dayîn, ev jî bi xwe re
xemsarî û bêtedbîriyê derxist holê û
dijmin di gelek xalan de bi ser ket. Ji
ber pozîsyona di nav girseyê de bicîbûnê,
dijmin jî derdorên ku em bi wan re di
têkiliyan de bûn, wan xist binê venêrana
xwe û xwest sîxuriyê bi pêş ve bibe, wan
bîne reşwa zirardayînê û bi rêbazên
komployê lêdanên giran û ya esasî li me
bidin. Dema ku vê yekê dikin jî, heta
bêjin bi sebr tevdigerin û di demeke
dirêj de, piştî ku hemû xebatan têxistin
bin venêrana xwe derbasî tevgerê dibin.
Her çiqas êrîşên dijmin li hemberî me bi
awayekî domdar berdewam kir jî, li
hemberî vê yekê, ya girîng û diyarker
sekn û tarza tevgerîbûna me ye. Di
pêngava parastina rewa ya ku di 1’ê
Hezîranê de me dest pê kir, taktîka
bingehîn a ku me li eyaletê pêk anî,
tevgerîbûna bîrîm û tîman bû. Hêza
bingehîn a vê taktîkê, rêgezên gerîla
pêkdianî. Çiqas li gorî van rêgezan
tevgerîn çêbû, dijmin vala hate
derxistin, lêdanên giran li dijmin ketin
û însiyatîf kete destê hêzên me. Digel
ku însiyatîf di destê me de bû jî, dem
bi dem nêzîkahiyên kevn ku nehatine
qebaskirin jî derketin holê. Di serî de,
ji ber erazî baş naskirinê baweriyeke
zêde bi xwe hebû û zêde bawerî bi
girseyî dayîn û bi hestiyarî nêzîkahî,
kir ku arastebûnên dijmin baş neyên
hesapkirin û tedbîr baş neyên girtin.
Destpêkê de pirsgirêka ku me jiyan kir,
bi pratîka sala borî nêzîkahî çêbû û li
gorî pêşketinên heyî pozîsyon nehate
girtin û ev me tengav kir. Ev teyîsîna
xwe li ser rêgeheke rê, ketina gundekê,
tarza çalakiyan û bi girseyê re têkliyê
nîşan da.
Digel vê yekê, li gorî sala borî, gelek
pêşketinên mezin jî çêbûn. Her werza
pratîkî, bi xwe re gelek ezmûnên ku
berbiçav bê girtin afirandin. Mirov
dikare vê yekê di serî de xwedî
însiyatîfbûn, tarza tevgerê, curebûna
çalakiyan û encam girtin û di xebatên
bicîbûnê de bibîne. Ya herî girîng jî,
gerîlayek afirîner û xwedî ezmûn derxist
holê.
Ji ber ku di tevgerîbûna tarza tîman de,
erka kesan diyarker bû û ev jî bi xwe re
feraseteke berpirsyarî derxist pêş,
behreyên xwe bi pêş ve birin û xwe
ceribandinê re, baweriya xwe bi xwe
zexmtir bû. Di vê bingehê de, dema kes
bi pêş bikeve, wê hemû astengî û
tadeyiyan bikaribe qebas bike. Di
şopandin, takîbkirin, dahûrîn û li
hember dijmin tedbîr bipêşxistin û
valaderxistina dijmin de, gavên girîng
hatin avêtin. Di qada pratîk de, bi
dijmin re jiyankirin, bi xwe re
refleksan bi hêztir dike û pêşdîtin û
pêhesîna mirov bi pêş ve dibe.
Wekî encam, li gorî xweseriya binyada
HPG’ê, bi rêjeyeke mezin hakimiyet û
pisporîbûn çêbûn û bi ezmûnan jî, di
warê çawaniyê de şervan û fermandar
derketin holê. Li hemberî êrîşên gur ên
dijmin, li gorî zimanê demê, bi tarza ku
bicîbûye û bipêşketiye, wê êrîşên dijmin
vala bên derxistin û bi ledanên giran,
encamên girîng bên bidestxistin.
|