| |
|
DI RÊXISTINA ME YA GERÎLA DE
TÊKILIYA ARTÊŞ Û PARTÎBÛYÎNÊ |
Di rastiya Kurdistanê de girêdana artêş
û partiyê xwedan girîngiyeke mezin e. Li
Kurdistanê partîbûn nebe pel jî ji cihê
xwe naleqin û ev rastî îro hatiye
fêmkirin. Civakekî ku ji xwe biyanî bûye
li Kurdistanê serwer e. Biyanîbûneke
wiha gelê Kurd bi rastiya xwe
rêknexistin, şernekirin û neaxivandinê
re rû be rû hiştiye. Mejî, dil û
hênaseya gel hatiye dîl girtin.
Rastiyeke Kurdan ew e ku ji bo kesên din
xebitîne, ji bo kesên din şer kirine û
ji bo kesên din jiyane. PKK li
Kurdistanê di nav van rastiyan de derket
holê. Bû partiya dîroka ku ji xwe biyanî
bûye vajîkirin û sererastkirinê. Bi vê
rêxistinê re gihişt rastiya gelekî ku ji
bo xwe dihizire, rêxistin dike, şer dike
û dijî. Ji bo bahsa hebûna gelekî ku bi
tunekirin û mandelkirinê ve rû be rû
maye were kirin, divê gihiştibe hişmendî
û rêkxistineke berxwedaniyê. Em dikarin
bi sazîbûneke partiyê re vê hişmendiyê,
bi artêşê jî vê berxwedaniya rêkxistî
bibînin. Gelê Kurd di dîroka xwe de
hindik şer nekiriye. Wekî gelekî ku herî
zêde çek bikaranîye derbasî dîrokê bûye.
Di şerê yeka yek de qet bi bin neketiye.
Di gel vê rastiyê qet ji bo xwe şer
nekiriye, çek li ser navê kesên din û bi
çewtî bikar aniye. Mirov nikare bahse
rêxistineke leşkerî bike. Partî di vê
wateyê de bi rolê beralîkirinê ve derket
pêş û pêkhat. Di şert û mercên
Kurdistanê de destpêkê bêyî partîbûnê
wekî hêzeke şer artêşek sazkirin bê
derfet bû. Di dîrokê de piştî Medan li
dervayî demên sînordar tu rêxistineke
leşkerî ya Kurdan çênebûye. Li ser navê
hêza şer çetegerî, peşmergetî û rêbirî
hatiye kirin. Bi hêzeke wiha li hember
artêşa dijminekî berxwedanî ne pêkane.
Di vê bingehê de hêzên şerker
berjewendiyên teng, ên mabatî û êlî
derbas nekirine. Piranî ji bo van
berjewendiyan ya bi hev re pevçinîne, ya
li ser navê hêzên dîtir şer kirine yan
jî li ser bingeha hevkariyê çûne
xiyanetê û bûne sedema windakirina hêzê.
Li vê derê sedemê windakirina hêzê ne
şert û merc an jî kêmbûna hêza mirov e.
Li vê derê tişta kêm armanc û îdîa bûn.
Ango rêxistineke ku van biafirîne nebû.
Ji ber vê yekê berî her tiştî li
Kurdistanê amrazekî ku bibe dengê civakê
û riya rast nîşan bide hewce dikir. Ev
amraz jî partî ye. Diyardeya partiyê her
çiqas di civakê de tenê berjewendiyê
qismeke civakî vegotin bike jî diviya
PKK li Kurdistanê bi awayekî cuda
pêşbiketa. Di vê wateyê de PKK wekî
partiyên dîtir nola partiyeke çînî an jî
partiya hinek kesan pêşneket. PKK bû
hêza tevahî civakê. Heta mirov tenê
nikare vê yekê wekî netewbûnê jî bigire
dest.
Diviya partî di warê felsefîk, birdozî û
ramyarî de ji bo gihiştina armancên
civakê bibûya şêwazekî rêxistinê. Ji bo
vê jî hewcedikir ku pergaleke ramanê ya
bi vî rengî vegotin bike û ji vê re bibe
hêza pêşeng. Sazîbûna artêşê û rêxistina
wê jî di bin rêbertiya partiyekê de
afirandin ya herî rast bû. Jixwe wisa jî
bû û pêşket. Diviya li Kurdistanê hêz û
artêşeke wisa hebûya ku ji aliyê tu kesî
ve nikarîbûna werin astengkirin. Dîsa
heta gihiştina armancê di bingeha
birdoziyê de divê karibe gelê xwe
rêxistin bike û astengên ku dertên holê
derbas bike. Ji bo van erkan di serî de
bawerî, vîn û bixwe bawerî ferz e. Evana
jî bûyerên ku ji aliyê partiyê ve tên
afirandinin. Ji bo artêşeke xurt,
nekeftî û rêzkarî rêbertiya partiyê ferz
e. Tiştê ku berê çekê diyar dike, û
tundiyê rast beralî dike divê
birdoziyeke xurt be. Pêşketin û têkiliya
PKK-ARGK jî bi vî rengî bû. PKK hate
rêkxistin û pêşket. ARGK hate
damezirandin. PKK û ARGK di nav hev de
hate rêkxistin. Wekî goşt û neynûk bi
hev ve hat girêdan. Tişta ku li ser
artêşê serwer û meyla artêşê diyar kir
partî bû. Mîlîtaniya PKK dihat wateya
şervan û fermandarekî xurt.
Di paradîgmaya serdema nû û stratejiya
parastina rewa de, pêşengtiya partiyê
xwedan girîngiyeke mezin e. Îro jî
serkeftina artêşê di partîbûyinê re
derbas dibe. Tevgera me ya azadiyê xwe
bi her awayî nû kiriye. Ji gerîlatiya
klasîk derbasî gerîlatiya nûjen bû. Ji
ARGK derbasî HPG’ê bû. Ev guhertinên
qewimîn tenê di têşeyê de nebûn. HPG di
sazîbûna xwe ya serdema nû de, di mîsyon
û rêkxistina xwe de hin guhertin kir. Ji
sazîbûna wê ya kevin cudatir e. Di serî
de di bingeha nûbûna birdozî de rastiya
wê ya bûna hêza parastinê heye. Şîddet,
bi qasî ji bo çareseriya siyasî pêwîst
dike tê bikaranîn. Ne ji bo êrîşê ji bo
parastinê esas tê girtin. Ango şîddet ji
bo hinek erkan tê bikaranîn. Ev erkana
jî; Serokatî, gel, nirxên têkoşînê û xwe
parastin e. Gava ev nirx ketin xeteriyê,
dê bi tundiyê vê xeteriyê ji holê rake.
Di roja me ya îroyîn de rêbertiya
partiyê di nav Hêzên Parastina Gel de
xwedan girîngiyeke mezin e. Di HPG’ê de
pêwîst e pergala partî û artêşê di
bingeha paradîgmaya serdema nû de bê
pêşxistin. Partî di nav pergala KKK’ê de
wekî hêzeke pêşeng a birdozî û felsefik
cih digire. Ji tevahî pergalan û
rêxistinên xweser re pêşengiyê dike. HPG
di nav pergalê de wekî hêza parastinê
cih digire. Xwedan rêxistineke xweser e.
Partî û artêş di nav pergala KKK’ê de di
nav hev de nehatiye birêkxistin. Her yek
ji wan di nav xweseriya xwe de cih
digire. Saziya partiyê di warî birdozî û
felsefîk de hêza pêşeng e. Ev pêşengiya
wê ji bo HPG’ê jî derbasdare. Dîsa HPG
di nav pergalê de koma mîlîtana ye.
Çavkaniya hêza pergalê ye. Saziyeke ku
kadroyên ji partîbûyinê re namzet in di
nav de cih digire. Di wir de cih girtin
nayê wateya partîbûyinê. Wekî stratejiya
me ya berê partî û artêş di nav hev de
nehatiye sazkirin. HPG rêbertiya birdozî-felsefîk
esas digire. Di vê wateyê de partî bi
rolê vê rêbertiyê ve radibe.
Di HPG’ê de li ser bingeha çanda partî-artêşê
têşegirtin heye. Di warê birdozî de
gihiştina civaka demokratîk-ekolojîk û
azadîxwaziya zayendî hedefa sereke ye.
Bi vê îdîayê re mirov afirandin û di vê
bingehê de jî gihiştina binesaziya
civakê erkeke pîroz e. Li dervayî
pergalên dewletî, jiyan û ramana mirovên
azad afirandin xwedî girîngiyeke mezin
e. Divê kesayet destpêkê vê di xwe de
biafirînê û di civakêk de jî jiyanî bike.
Dîsa sîstema dewletên desthilatdar ya ku
mirovan dixe nav têkiliyên koledar û bi
nêzîkatiyên antî-demokratîk re rû be rû
dihêle pêwîstê bên derbaskirin. Rastiya
civakeke ku bi nirxên serdemê re bûye
yek, mirov bi mirov re û bi xwezayê re
di nav ahengekê de ye, tê pejirandin.
Divê di serî de di nav HPG’ê de
paradîgmaya nû bi xeta leşkerî re bi her
awayî bê jiyanîkirin. Jiyana artêşê
jiyaneke bi rê-rêzik û rêzkariyê. Bi
rihekî fedaî ku xwedan hişmendiya partî
û rêzkariya artêşê ye, jiyanî dibe. Ev
jiyan çand û şêwaza jiyana Apoyî ye. Di
çanda me ya jiyanê de guhertin û
veguhertineke her daîmî heye. Ev
têkoşînek e. Her tim ya kevin bihurandin
û gihiştina ya nû tê hedefkirin. Çeka me
ya herî girîng ya ku çanda me ya jiyanê
pêşve dibe çeka rexnekirin û rexnedayinê
ye. Rêber Apo di vê çanda jiyanê de li
hemberî kêmasî û çewtiyan helwesteke
radîkal raber dike. Van kêmasiyan di
serî de ji bo xwe û ji bo derûdora xwe
napejirîne. Di her şert û mercî de ya nû
afirandin ji bo wî bengîniyeke mezin e.
Dixebite û dihgihêje vê. Afirandina
pêşketinan di asta jiyanîbûnê de digire
dest û li anagorî wê nêzik dibe. Ji ber
vê yekê Apocî rast û tijî dijîn. Gava
kêmasiyan dibînin rexne dikin û li
hember rexneyan jî rêxnedar nêz dibin.
Di nav HPG’ê de di jayana partî-artêşê
de mijareke jêveneger jî çanda
demokratîk e. Di tu şertan de
nêzîktedayinên desthilatdar û koledar
napejirîne. Bi xweşbînî heq û hiqûqê
mirov esas digire. Di jiyanê de ji bo
biryar girtinê ji nêrîn û pêşniyariyan
re bi xweşbinî nêz dibe. Wekî pêdiviya
demokrasiyê cudatiyan nola zengîniyekê
dipejirîne. Van ji bo armancê
werdigerîne ser hêzê. Vê hêzê dike
biryardarî û bi rêzkarî emir û fermanan
pêk tîne. Di nav HPG’ê de, di çanda
partî û artêşê de wekî pêdiviya
demokrasiyê jiyana bi rêzik û rêzkarî
bingeh digere. Vê yekê ne mîna
mecbûriyetekê nola pêwistiyeke hişmendî
bi bawerî, hezkirin û ji fedilê dil
dike.
Di HPG’ê de yek şertê bingehîn jî çanda
jiyana kolektîf e. Ezparêz û li gorî
xwebûyinê zêdetir parvekirinê esas
digire. Ev parvekirin di serî de di warê
manewî de dest pêdike û pişt re jî
parvekirina madî pêş dikeve. Jiyaneke
hevpar esas tê girtin. Bi her awayî
nêzîkatiyên ezparêz û xwe dana jiyînê
hatiye mahkum kirin. Di çanda me ya
partî û artêşê de parvekirin arîşeyeke
mezin diafirîne. Xwesteka xebatkirinê
hîn zêdetir dibe. Di têkiliyên nav
mirovan de, çanda ku bingeh tê girtin
gelekî girîng e. Bi her awayî
nêzîkatiyên berjewendparêz, herêmî,
ehbap-çewiş, malbatî, êlî, hemşeritî û
zayendî wekî têkiliya pergalê dibîne û
red dike. Têkilî bi rengekî siyasî tên
destgirtin û di bingeheke rêzkarî de
jiyanî dibin. Li ser esasê rêhevaltiyê
nêzîkatî tê pêşxistin. Ji her curî ol,
ziman, mezhep, qewm, çîn û zayendê re
nêzîktedayineke xweşbînî heye. Mirovan
bi nasnameya wan naskirinê esas digire.
Yê me jî xeteke me ya birdozî heye. Hemû
nêzîkatiyên çînî xwe bisepînin dê ev yek
ne di cih de be. Di ronahiya van
rastiyan de ji ber zayend an jî
nasnameyê cewaziyê naxe nav mirovan.
Jiyaneke wekhev û azadîxwaz heye. Jiyana
artêşê jiyaneke leşkerî ye. Di jiyana
leşkerî de tanzîm, rêzkarî û têkiliyên
jêr-jor heye.
Di serî de her endamê artêşê divê
nêzîkatiyeke li anagorî hewcedariyên şer
esas bigire. Dorhêla şer dorhêleke agir
e. Cihê hebûn û tunebûnê ye. Yê ku li
anagorî rêzikan tevbigire mafê jiyînê bi
dest dixe. Bêrêzikiyeke herî biçûk jî
carnan dibe sedemê mirina mirovan. Ji
ber vê yekê rêzkariya jiyana leşkerî
jidest neberdan gelekî girîng e. Jiyana
artêşa me jiyana gerîla ye. Gerîla ew
kesê ku rê û rêzikên gerîla bi cih tîne
ye. Gerîla, li hemberî hêzeke mezin di
nav bê derfetiyan de tevî hêzeke biçûk
têkoşîn dayin e. Rihê vê, dêrûniya vê,
afirîneriya vê û hêza vê destnîşan
kirine. Gerîla ji bo hedefên xwe pêk
bîne divê di armanca xwe de kîlit bibe.
Gerîlatî hostetî û qabiliyetê dixwaz e.
Hêza wî/ê ya herî mezin hêvî ye, bi
rêgezên xwe ve girêdayî mayin e. Rêzikan
yeka yek pêk tîne û wêrek e.
Serkeftin, armancên xwe pêkanîne. Ev
pênas bi gelemperî rast be jî ne bes e.
Di gel vê serkeftin xistina ewlehiyê û
her daîmkirin jî xwedan girîngiyeke
mezin e. Carna di encama tesadufan de jî
serkeftin tên bidest xistin. Lê ev
serkeftin mayinde nabin. Li Kurdistanê
pêşketinên bi vî awayî çêbûne lê belê bi
êş û jan encam girtine. Bi vê re li
Kurdistanê di asteke jor de ked, û hewl
hatiye dayin, wekî lehiyê xwîn hatiye
rijandin lê dîsa jî serkeftin nehatiye
bidestxistin. Sedemê vê nebûna hêzeke
pêşeng a birdozî, ramyarî û rêxistinî
bû. Ger hêzeke girêdaniyê ya birdoziyê
nebe vîneke serbixwe jî dernayê. Birdozî
ji bo afirandina jiyana pêşerojê ye.
Pêşeroja mirovan li ku derê ye wê dest
nîşan dike. Bi van armancan re dilsozî û
li anagorî vê sekneke hêzdar vînê
derdixîne holê. Ev yek jî arîşeke xurt
diafirîne. Tiştê ku me ber bi van
armancan ve ango ber bi pêşerojê ve dibe
amraza partîbûyinê ye. Bi rêbertiya
partiyê her serkeftina ku bi rengekî
zanyarî dertê holê mayinde dibe. HPG jî
ji bo pêkanîna armancan hêzeke leşkerî
ya gerîla ye. Gava ber bi armancê ve
çûyin pêşdikeve vîn û arîşeya vê
afirandin jî bi birdoziyê dibe. HPG
saziya pêkanîna erka ye. Divê serkeftina
van erkan jî hebe. Zêde şensê
windakirinê tune ye. Pêwîst e bibe
gerîlayê serkeftinê. Di xeta parastina
rewa de, serkeftin û serxistin bi
rêbertiya partîbûyineke rast ve dibe.
|