|
Erdal Dêrik
“Ma wê
rojek were ezê te bibînim…”

Kî dizane?
Ji hev û din
dûrketin bûye wekî parçeyek ji mirinê.
Nizanim! Ne ev şensê her dilekî ditepite
û lê dide an jî çarenûs e. Rastî ye an
derew e. Ne diyar e.
Ji hev û din dûr ketin, di hundirê xwe
de bi êş û hesretan têjî ye. Di dilan de
birînên bêxwîn vedike. Carnan ji axîn û
keserên kûr ji nav lêvan derdixîne û pê
re jî rojên hatine jiyankirin, wekî
xeyalan di ber çavan re derbas dibin. Lê
nabin rastî.
Ji bêrîkirinan roj
dirêj dibin wekî roja herî dirêj ê salê.
Şev jî ne bi çîrok û ne jî bi çîvanokan
naqedin û dem bi dem di nava damarên
mejî de ev hevok derbas dibin; “Ma wê
rojek were ez te bibînim”
Dayîkekê reş
girêdaye û bi hesreta dîtina lawê xwe yê
çeleng û keça xwe ya bedew, bi bendewarî
bi vê hevokê dilê xwe germ dike. Evîndar
ji evîndara/ê xwe re di kêliya xatir
xwestinê de vê hevokê ji hev re dibêjin.
Ji bo hevdîtinê çav li riya dimînin.
Mirovekî penaber jî, bi hesreta axa
welatê xwe ya ku di biçûkaniya xwe di
nav gundekî çiya de derbas kiriye, bi
hêviya roja vegerê li warê ku lê dayîk
bûye. Axa wê hemêz dike, ew jî vê hevokê
dibêje. Jin jî bi azadiyê re dipeyivin û
bi xeyalên rojên xwedewendiya jin-dayîkê
dixebitin û têdikoşin.
Mirovên dîl, di
nava çar dîwarên reş û tarî de, bi
hêviya ku rojên azad jiyan bikin dibêjin.
Ma gelo! Ezê te bibînim…
Gerîla jî ji serê
çiyayên bilind, ketine pêvajoya xelasiya
ji zilm û desthilatdariyan û ji bo
dîtina rêberê xwe yê ku ew gihandine vê
astê û afirandinê bi devê çekên xwe
pêlên deryaya reş didirînin ta ku xwe
bigihînin rêberê xwe û hemêz bikin.
Armanc yek e,
daxwaz yek e, hest û hesret tev de yek
in. Ev daxwaza dila ye. Daxwazên dila di
dilan de veşartîne. Ger em ji vê yekê re
bêjin birîna bêxwîn, ma wê derman çi be?
Em hemû dizanin
dermanê birînê bi xwîn, diyar in. Pispor
û doktorên van birînan pir in û rêka wê
jî bi dermanên li hev çêkirî peyda
dibin. Lê birînên bêxwîn rihet nabin.
Li ser vê yekê min
lêgerîn û lêkolînan kir û ez li vê
têgînê di pirtûkan de geriyam. Lê min ne
derman ne jî wate dît. Min rakire tûrikê
xwe yê sebrê û min berê xwe da ber bi
mirovan û ber bi mirovên xwedî ezmûn. Ji
bo vê yekê jî ez meşiyam. Gava ku min
xwe gihand, min careke din axîneke kûr
kişand û ji xwe re got; piştî ku min ji
mirovên bi ezmûn ku riyê wî jî vi
tecrûbeyên jiyanê spî bûbû û li eniya wî
gelek diyar bû pirs kir, min jî ji xwe
re digot; êdî derd neman. Lê mixabin
mirovê bi ezmûn jî berê min da riyeke
dûr, deryayek bêbinî û warekî nenas. Ger
min got rêka min yek e, bûne deh. Her
yek jî ji ya dinê zehmetir e. Ew dem
çîroka lawikê xerîb hate bîra min. Ma
hûn dizanin çîroka lawîkê xerîb çawa ye?
Kurt be jî ezê bêjim. Belkî bi sûd be.
Tê gotin ku lawikê
xerîb ji bo xwe gihandina Cudiya mirada
û ciyê ku sefînî ye. Keştiya pêxember
Nûh ku ji tofanê xelas bûye û li Cudiyê
rawestiyaye ketibû rê. Lê kes nizane
eslê vî lawikî çi kes e. Lewra jî jê re
dibêjin lawikê xerîb.
Piştî ku çend salan
dimeşe, bi pirsan û vir de wê de xwe
digihîne çiyayê Cudiyê û bi qasî nîv
saet maye ku xwe bigihîne ciyê ku keştî
lê rawestiyaye, di vê navberê de rastî
mirovekî xêrnexwaz tê.(bi zimanê çîrokê
jê re tê gotin şeytan) Di wir de
kurtediyalogeg di navbera mirovê
xêrnexwaz û lawîkê xerîb de çêdibe û
mirovê xêrnexwaz dipirse;
-Lo lawiko! Te xêr
e, tê bi ku ve biçî lo! Ma te riya xwe
winda kiriye?
-Ezê biçim ciyê ku keştiya pêxember Nûh
lê aliqiye. Merem û mirada dilê min ev
e. Ma gelek maye ku ez xwe bigihînim
gelo?
-Ma ew çiqas e ku tu dimeşî?
-Ev heft sal e ez dimeşim û her pirsyar
dikim.
-Bibihûrîne lawo ev heft sal e tu dimeşî,
lê divê bi qasî ku tu meşiyayî bimeşî
encax tu xwe bigihîniyê.
Bi vî rengî mirovê
xêrnexwaz, dilê lawikê xerîb sar dike û
ji kerba re taqet dibe û bi qrîza dil li
wê derê diçe ser dilovaniya xwe. Heta
niha jî goristana lawikê xerîb wekî
ciyekî pîroz tê hesibandin. Ji ber ku
dilê wî paqij bû û daxwaza wî ji dil bû.
Belê, nîv saet mabû
ku merama lawikê xerîb were cî û pêk
were. Lê mirovên dilreş û tarî nehiştin
ku merama lawik were cî û hesret û
hêviya di dilê lawik de hîn jî li wê
xakê bêhna xwe dide û xwe tîne bîra her
kesî.
Piştî ku ev çîrok hate bîra min, min
careke din rakir tûrikê xwe yê sebrê û
min ji xwe re got; her çiqasî derd, kul,
birîn hebin jî; bêguman bê derman nîn
in. Wisa jî ez gihîştim vê baweriyê. Ger
tu bixwazî bigihîjî merama dilê xwe, tê
tu carî bêhêvî nebî. Dermanê hevdîtinê
sebr e, têkoşîn e, bendewarî ye, ked e û
hêvî ye. Wekî ku rêberê gelê kurd û
mirovahiyê timî aniye ziman û em
fêrkirine; “Hêvî ji serkeftinê bi
rûmetir e”
Wê rojek were, avên
zelal wê di cihokên xwe re biherikin.
Mirovên xêrnexwaz û dilreş, wê li ber
bayê hêviyê werin paqijkirin. Dayîk wê
lawê xwe bibînin, evîndar bigihîjin
evîndaran. Penabar wê li xaka dê û bavên
xwe vegerin. Her kes wê bi azad bijî.
Têkoşer û şervan wê bi rêberê xwe re
hevdîtinek bêhempa çêkin û li nava xaka
pîroz, li paytexta dila li Amedê bi
tilîlî û pêşwaziya gel re wêneyan
bikşînin.
|