|
ERDAL DÊRIK
Ger aþiq bin, maþûq kî ye?
Ger evîndar bin, evîndara/ê wan kî ye?
Ev ne evîneke kor e,
ev rastiyeke vê yarê ye,
yara bedew,
çelengiya wê,
þepaliya wê dila dikþîne ber xwe,
ji vê yarê re dibêjin Kurdistan!
Sed kes bûn. Tev jî di temenê xwe yê ciwan de bûn, 64 kur û 36 keç.
Gelo wê bi ku ve biçin, kî ne, çi dixwazin? Dibêjin ku eþqa azadiyê
xwe li perdeya dilê wan daye.
Ev sed kesê ku me behsa wan kirî, tev jî bûne evîndarê vê yarê. Îro
wê xwe bixemlînin, lê xemleke bi dilê yarê be. Ev yar jî her xemlê
nas nake. Li gorî yarê, xemla klasîk bê wate ye. Xemla demê bi çek û
rexte, xemla demê bi þal û þapik e.
Gelo þal û þapik û çek çi ne?
Ev cilên xemlê, cil û bergekî ji bav
û diyên van gerîlayan hatine. Li gorî erdnîgara ku têdene hatine
dirûtin û amade kirine. Ev wekî çandeke gelê kurd ji dîrokê ve
hatiye û heta roja me ya îro rastiyek e. Hebûne xwe diparêze.
Niha wekî dewameke vê çandê û parastina wê bûye. Cil û bergên
gerîlayan, ev cil û berg li gorî zirûfê gerîla di çiyan de dibe
avantajeke baþ ji bo jiyana gerîlayan. Yanî li gorî rengê erdê reng
cuda dibin. Bi çend taybetmendiyan, ez dixwazim bidim nasîn.
Þal; bi giþtî fireh e. Ji jêr ve teng e, bi qurmîçûnkê xwe hîn bi
xeml in. Li kêleka wî du berîk hene. Li navtengê, bi circirtan
kemerek hatiye çêkirin. Li piþêyê ji herî kêm sê pîle, çep an rast
hatine bicîkirin.
*Îþlik; temam karê þal ê xemlê ye. Her dem bi mil in. Zenda mil û
berîk, bi circirtan bi hev ve dikin. Bi zincîr e û du berîk li pêþ
hene. Carnan jî pir xweþik tê dirûtin. Berîkên taybet li jora berîkê
tê bi cî kirin. Di binê îþlik de jî, her dem fanîleyên bi qirik tê
li xwe kirin.
Parçayê sêyemîn jî, *çekbend e. Ev parçe jî ji gerîla re pir pir
pêwîst e. Wekî çenteyekê timî pêre digere. Carnan yek alî carinan jî
du aliye. Herî kêm deh berîk li ser hene. Kûrik pêve hene, wekî mala
gerîla her tim bi wan re ye. Gerîla her tiþtê ku xwe yê pêwîst, mîna
–pênûs, defter, þe, neynik, pîl û hwd.- tê de bi cî dike. Mîna
çenteyekê ne di dest de, li ser milan tê gerandin.
A niha jî rêz þûtikê tê. Parçeyekê caw an go qumaþ e. Tenik e. Yê
leþkerî û gundiyan hene. Lê zêdetir ên gundiyan tê bikaranîn. Ew jî
di nav xwe de, yê sentetîk û yê bi sîm hene. Yê herî baþ, þûtikên bi
sîm in û rengo rengo ne. Li ser nava xwe digerînin û girêdidin. Her
gerîlayek li gorî xwe ji 5 heta 20 mîtro li nava xwe dipêçe. Di
destpêka fêrbûna girêdana þûtikê bi serê xwe pirsgirêkeke. Ji ber ku
hilgirê rextê ku ji 4 jarjûran û 2 narîncokan pêk tê, pêwîstî bi
pisporiyê heye ku wekî qalibekî bisekine. Tevayî gerîla di girêdana
rext û þûtikê de bûne pispor.
Niha jî em li desmalê gerîla an jî li kefiyê wan temaþe bikin. Bi
giþtî gerîla, ji rengê kefiyê leþkerî hez dikin, yên leþkerî fireh
in û germ digirin. Bes kefiyên gundiyan jî hene. Ew sivik in û bi
piranî havînan têne bikaranîn. Li hinek ciyan dibêjin, þeml jî.
Piþtî ku gerîla kefiyê xwe digirin, pêwîst e werin xemilandin. Yanî
rîþikên wan werin çêkirin. Di çêkirinê de, hevalên xort pir zehmetî
dikiþînin. Lê hevalên keç pir hosta ne. Gelek caran van kefiyan
dikin þaþik û didin serê xwe. Wisa jî bejn û bala wan xweþiktir
dibe.
Pêlavên gerîla jî ne wekî tu artêþên cîhanê ne. Bi giþtî em jêre
dibêjin MEKAP. Rengê wan piranî zerekî tarî ye û reþ jî hene. Pir
sivik, têkûz û rihet in. Piranî bi girêdaneke çep û rast têne
girêdan û þidandin.
Piþtî ku alavên gerîlayek lê têne kirin û qilêþa xwe jî girt, pir
hêja ye mirov ji nêz ve wêneyekî jêre bikiþîne û vî wêneyî mezin
bike. Lê bila niha, ev wêne bibîne. Ta ku em biçin ciyê lê jiyan
dikin.
*îþlik: gomlek
*çekbend: yelekê leþkerî
[nivîsên berê]
|