|
Erdal Dêrik
Li ser bîranîna Şehîd Brûsk Dêrîk
Wê
gora min be rojekê, ev axa sar.
Ewê min hEmbêz bike, di nava qelşên xwe
yê tî û ziwa de û min veşêre ji dîrokê
re.
Bi xwîna min wê tîna xwe bişkîne, û bi
xwêdana eniya min wê rewa bigre.
Hestiyên bedena min jî, wê ji axa sar re
bibe hêz. Lewra jî ez natirsim ji
mirinê.
Ji ber ku wê rojek were axa sar wê singa
xwe yî qelişî veke, bipeyive û bêje:“ Li
vê erdê û li xakê li ser singa min a tî
û qelişî şevekê lawikekî delal û
xwînşêrîn hat ba min û li min bû mêvan.
Saet derengî şevê bû, tava heyvê jî
tunebû, lê stêrkên asîmanan diçirisîn û
bêdengiyek mezin hebû, carnan deng û
vîzevîza bayê dihat û carnan jî dengê
lawirên dianî. Di vê navberê de lawikê
delal xwe gihand min û bi xwe re diaxivî,
dengê lawik li min biyanî ne dihat, lê
min çikir û nekir min nekarî ez binasin,
min ji xwe re got: ma gelo ev Brûsk e
yan jî Hesen e. Hemû dengên min
bihîstibûn min di xeyalên xwe re derbas
kirin, lê min nekarî ez binasim.
Ji xwe di van rojên dawiyê de jî dengê
top û vîzevîza fîşekan bîrweriya min jî
tevlîhev bibû. Lewra jî min nekarî ez
lawik ji dengê wî nas bikim û min xwe li
hêviya hilatina rojê re girt. Tiştê
balkêş lawik bi tena serê xwe bû û rêka
xwe jî şaş nekiribû, xuyabû wî jî ez baş
dinasîm.
Di wê rojê de ne li cem min, bi
nêzîkahiya nîv saet li kêleka min dîsa
dengê topên bê rehm dihat, min ji xwe re
got dîsa qiyamet rabû. Xwedê xêrke!
Lewra jî ev hizir hate bîra min! Dibe ku
ev lawik ji vê cengê hatibe, lê ma kanîn
hevalên wî yên rê?
Piştî ku lawikê şîrîn serê xwe danî ser
sînga min, dem bi dem dengê nalînên kûr
dihate min vê yekê jî hîn ez dema
ponijandin û min got: ma gelo lawik
birîndar e? Bi guman, pirs û bersivan
şev li min derbas bû û bûrî. Û ez mame
li benda weriya hilatina rojê, ku ez bi
rehetî bikaribim li ser û çavên lawikê
mêvan tameşekim, belkî ez binasim.
Wê demê kêlî bi kêlî stêrkan xatirê xwe
dixwestin û şefeqa serê sibê bi hilatina
tîrêjên rojê re hilat. Piştî ku min
dîtina yekê li lawik mêze kir, ji qehra
re qelşên singa min zêde bûn, wey mala
felekê xirab e lawikekî ciwanê di temenê
xwe yê 23 salî de, ji birîna li ser
singa wî, xwîneke sor î zelal diherike û
toza cenga giran li ser xwêdana eniya wî
şil bibû, hengê min lê mêze kir, min kir
nekir min nenasî. Her çiqasî rengê rûyê
wî dişibe Brusk jî, lê ez zelal nebûm.
Wî jî, bi rûkenî li qelşên singa min a
tî tameşe dikir û weke ku bibêje: “ Ez
berê jî hatibûm li cem te bibûm mêvan ma
te ez nasnekirim? Navê min Brusk e,
birînên min kûr in û ez pir tî me ma tu
dikarî ne ji min re avê bînî? Mixabin ne
dest hebû ne jî ling hebû û ji pîrbûna
re jî çavên min baş nedidîtin. Tenê
tişta li cem min hebû ku ez dilê xwe
vekim û rojek were ez şahidiyê bikim. Ji
ber ku min dizanî ku lawik mavîka xwe ya
jiyanê qut kiriye û hatiya birîn, hatina
wî ya li cem min jî ku ez wî hemêz bikim.
Min zanî ku Brûsk cengawerekî çiyayê
bilind bû bi dehê cengan jiya bû. Lê
nesîb hat ku îro li min bibe mêvan û
xatirê xwe yê dawiyê bixwaze, xwe û
bedena xwe radestî min dike ku ez rojekê
lê şahîdiyê bikim lewra jî ew namire
jiyan dike.
<nivîsên berê>
|