Kurdish | Turkish | English | Arabic | Deutsch
 
 
 

 

 

  Bîranînek gerîla ya berî 17 salan

Erdal Dêrik

Tiştek wekî bîranînê gerîlayan xweş tune ye. Gava ku tê ser ziman û dema bîranîn têne gotin hestên mirov, xeyalên mirov sed û heştê rade dizivire û diçe warê ku lê bîranîn çêbûye.
Şeva din em di manga xwe ya sê metre pan û pênc metre dirêj û naylonkirî û bi çiloyan rapêçayî de rûnîştîbûn. Li der û dora mangê, darên bilind û maziyan hebûn. Di nava pelên daran re stêrk li ezmanekî sayî diçirisin. Ew jî wekî ku bi hev re bi axivin û bîranînan bêjin tevdigerin. Lê dengê wan nedihate me. Nizanim çiqas dengê me diçû wan an na dîsa jî li kêleka mangê, manga me ya biçûk zinarên mezin hebûn. Dem jî werza payîzê ye û germahiya tebaxê me li pişt xwe hiştibû. Hewa kêmekî sar bûbû û bayekî hişk di kêleka mangê ku vekirîbû li rûçikên me dida. Lê tu caran bîranîn sarbûnê nas nake. Ji ber ku naveroka sohbeta me germ bû û nedihişt ku em bi bayê ku dibalive bihisin û bi me dida jibîrkirin.


Ronahiya lampeyê mangê ronî kiribû. Hêdî hêdî stranên Hozan Dîno lêdiket. Me carnan di ber re destê xwe û carnan jî serê xwe dihejand. Em jî di destpêkê de pênc hevalbûn û ji ber nûçeyên Roj Tv’yê dihatin. Hevalekî ji me rahişte pirtûka ku her şev dixwend. Pirtûk jî bi kurdî bû û navê wê jî “Ji ava Feradê dilopek” bû. Sarbûna hewayê, dilê me bire çayekê. Ji me hevalekî ev fedakarî kir û çû çayê amade bike. Me destpêkê li ser gerîla û sarbûna hewaya payîzê bîranîn vegotin û pê re pê re em ketin nava çalakiyên gerîla. Ji nava van çalakiyan mijara me hate ser cerdevanan. Bi taybetî ku di demekê de cerdevan pir çalak bi dijmin re dixebitîn, ji lew ma jî bi vê nêzîkbûna xwe û çek girtin û li hemberî gerîla bikardianîn. Bi taybetî li herêma Botanê ev yek dikete pêş û cerdevan ji dijmin dijmintir bûn. Gelek caran cerdevan dîl dihatin girtin. Carnan jî nesîbê wan dibû mirin. Di nava şer de, carnan jî me pezê wan ku ji wan re jiyanî bû, desteser dikir. Di vir de zehmetiya anîna pez, bi serê xwe mijarek bû. Di vê navberê de hevalê me yê ku çûbû çayê, çayê ji me re anî û me hinavê xwe pê germ kirin û sohbeta me dom kir.
Di nava me de ku em endamê taximekê bûn, hevalek pir kevn hebû. Ji Şaxê(Çatak) ku girêdayî Wanê ye bû. Navê wî Gabar bû û di 10 an 11 saliya xwe de, di sala 1989’an de tevlî refên gerîla bû. Ji wê demê û şûn de, di nav çiyan de gerîlatiyê dimeşîne. Hevalekî bejna xwe kin û zeîf bû û pir lêvken bû. Hevalên di nava taximê de, pir jê hez dikirin û nirxek mezin didanê. Ji ber ku di jiyana xwe de jî pir mûtewazî bû.


Bi carekê re, ev pirs kete mejiyê min. Gelo hevalan di salên 1989’an de di nava gerîla de çawa perwerdehiyê didîtin. Di nava wan bê derfetiyan de? Min xwe negirt û ji heval re pirs kir. Ma perwerdehiya te ya destpêkê tê bîra te? Çawa bû? Ez pir meraq dikim.


Heval jî piştî kêliyekê dest bi ken kir. Xuyabû piştî vê pirsê pir tiştê balkêş hatin bîra wî û kûr û dûr çû û bi qasî 17 salan bi şûn de zivirî, çû Botanê û Bêşebabê, Masîro û Gundê Ereb. Ciyê ku perwerdeya yekem car dîtiye û bi lêvkenî anî ziman. “Ez di biçûkbûna xwe de tevlî gerîla bûm. Min tiştek zêde nedizanî û em di navbera 15-20 kesan ku piraniya wan ciwan bûn, di nava hevalan de diman. Me zêde tiştan nedizanî. Li ser vê yekê rojêkê gotin îro perwerde heye. –wê demê nedigotin “perwerde”, digotin “egîtim”- me jî nedizanî perwerde çi ye? Heta me digot tiştekî pir xerîb e. Piştî ku em kom kirin, hevalekî riyê wî dirêj û bi simbûl hat cem me û got: “Ka xelekek çêkin” Piştî ku me xelek çêkir, di nava me de ji piya sekinî û got; “Îro dersa me li ser kolektîvîzmê ye. Yanî hevkarî.” Me jî nedizanî çi dixwaze bêje. Jixwe me zêde zimanê wî jî fêm nekir. Tenê tiştê ku min fêm kir, divê em alîkariya hev bikin. Piştî ku bi qasî pênc deqîqeyan axivî û bi şûn de ji me tevan bi dorê pirs kir. Ka we çi fêm kir? Her hevalek tiştê ku fêm kiribû gotin. Dor hate min, min pir şerm dikir. Di wê navberê de dayîka min hate hişê min û kelegirî bûm û di qirika min de bû girêk. Min rondik rijandin û ji dersê derketim û dûr ketim û çûm. Bi çûyîna min re hevalekî din bang li min kir. Xuyabû dixwest bi min re biaxive. Lê kela dilê min û kelegirîbûna min nehişt ku ez bersiva heval bidim û di vê navberê de û piştî kêliyekê dengê çekan hat. Du an sê fîşek li kêleka min ketin. Ev tişt pir bi zanebûn hatibû plankirin ku nîşaneya întîşarê bû. Lê haya me ji vê yekê tunebû û dengê fîşekan zêde bû. Tiştê ku hate bîra min jî û hemû hevalên nû em birevin. Me di hundirê xwe digot, dijmin em dorpêç kirin. Ev cara yekem bû ew qas fîşek ji nêzîk ve ez dibihîzim û ger ez bêjim ziravê me qetiya. Em pir tirsiyan û çare jî tenê di revê de me didît. Piştî çend deqîqeyan qîrînek hat ji me re gotin, bisekinin û pê re jî dengê çekan rawestiya. Derûniya fîşekan hîn li ser me hebû. Dilê me zêde zêde lêdida. Xwêdanek sar bi ser me ketibû û peroşiyeke zêde em girtibûn. Piştî ku heval hat cem me pirsî. Hûn çima direvin? Yekî ji me got; “Lê emê çibikin, ma ne fîşek tên.” Dîsa heval pirsî; “Ma hûn bilez in an fîşek?” hevalek din jî; “Wê demê divê hûn nerevin, xwe bavêjin erdê. Li ber berekî, kevirekî û dora xwe kontrol bikin. Hûn vê jî fêr bûn. Ji vê re dibêjin “întîşar”


Hevalê me dema ev tişt dianî ser ziman, di ber re keser û kenekî pê digirt û destê xwe li çonga xwe dida. Wekî ku bibêje em çiqasî nezan bûn.


Belkî jî wî bawer nedikir ku ew qasî sal bimîne. Van derfetên îro ku geîla di nav de ye bibîne. Lê bû. Ez jî gava niha van rojan xeyal dikirim. Îro û wê şevê dikim pîvan. Em li ber ronahiyê perwerdehiya xwe dibînin. Li TV temaşe dikin, hejmara me bûye bi hezaran. Tev jî bi çek û di ezmûnên şer û jiyanê de kûr bûne. Baş fêm dikim ku bedela vê yekê ne normal e. Bi hezaran xortên egîd û keçên hêja ku niha di nava xaka pîroz de razayîne. Bedena xwe kirine pireya derbasbûna azadiyê.


Bi bîranînan şev li me derbas bû. Bêyî ku em hay ji xwe hebin û bi kêf xweşî û bi gotina me ya her şev; “Şevbaş” em ketin xew. Gava min xwe dirêj kir, sohbeta me dîsa di nava mejiyê min de demekê ez mijûl kirim. Li ser vê yekê min di mejiyê xwe de kire biryar, da ku ez binivîsim.

 

<<nivîsên berê>>

 

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊBER APO

PKK

 

KONGRA-GEL

PARASTINA GEL

 

 

 

 

 

STAR