|
ERDAL DÊRIK
Di nava nîþana xwe de digere, bûyerê
bi êþ bûyerê bi elem, nizanim çi ji te re bêjim, ey Çiyayê Reþk!
Gelo loma li te bikim an jî….
Gunehê wan çibû, te ev anî serê wan,
ma ne ew bûn hatibûn mêvandariyê te, hatibûn te silav bikin. Dilê
xwe ji te re vekiribûn. Mîna teyrê baz, difiriyan. Çavên wan li
dîtina te bû. Çavên wan li parastina te bûn. Ma ne ew bûn, rihê xwe
xistibûn kefa destê xwe de. Hemû daxwaza wan ew bû ku bi te re
bimînin. Bi te re jiyanê parve bikin. Li der û dora gola te
govendeke þahiyê li dar bixînin. Belkî jî dixwestin rengê kevirê te
yê reþ bi hîma dilê xwe bixemilînin. Bi evîna dilê xwe xwezaya te
rengîn bikin. Dixwestin bi te re bibin bilbilê awazbêj û stranan
birêsin. Hatibûn bibin gulên rengoreng di nava wan mêrgên hêþîn de.
Lê ez nizanim, ne tu kor bûyî, te
xemla wan nedidît an jî tu ker bûyî te dengê wan ne dibihîst. Her
çiqasî tu kor û ker bî jî, ma te evîna dilê wan hîsnedikir. Lêdana
perdeya dilê wan xwe li ezmanê heftan dide.
Heþt hevalbûn, hestê dilê wan wekî
paqijiya dilê zarokan dijîyan. Te ji xwe re kiribûn dayîk, xwe
avêtibûn hemêza te. Bawer dikirin ku tu jî wan biparêzî. Wer digotin;
“Rengê kevirê vî çiyayî rengê reþ in. Lê ev çiya di hundirê xwe de
ne reþ e. Pir renginiya bûka baranê di nav te didîtin. Di her
beyaniya serê sibê re, bi þeveqa tîrêjên rojê re, ber bi rûyê te ve
dihatin. Di her rojê de tu silav dikirin. Bi rûkenî, kêfxweþiya xwe
dianîn ziman. Rondikên ku ji çavên wan dihatin, dibûne robar û ser
can û bedena te de berdidan. Bi van hestên xweþik, bi van dilên
paqij. Ev çend heval li dora te civiya bûn. Lê te çikir?
Ma gelo, mêvanperwertî, zarokperestî,
di nava dilê te de mabû. Kanî soza baweriyê ya te dayî, xweziya te
bigota; “Lawê min, qîza min, biçin ev ne cihê we ye, te ji wan re
çîroka 94’an, çîroka 49 nemiran anîba bîra wan an jî çîroka 99’an a
heft hevalan, belkî wê çaxê wan jî tu baþ nasbikirina û bizanibe ku
li þûna xwêdan û avê, bi xwînê tîbûna xwe diþkîne. Rengê ava golê,
xwe bi xwînê sor dike. Belkî wê demê bi dilên þikestî xatirê xwe ji
te bixwesta û ev bûyer jî nehatiba serê wan. Lê te ew xapandin. Ava
gola te ya di binê xwe de dikele, te weke aramiyekê dida nîþandan.
Biriqandina tahtên te, yên tijî kîn, mîna hêviyê pêþkêþ dikirin.
Rondikên ji çavên te yên weke kaniyên jiyanê xuya dikirin, di
naveroka xwe de lehiyên tolhildanê bûn.
Ka careke din ji min re bêje, ey
Çiyayê Reþk!
Ma gunehê wan çi bû, dinyaya bêbext.
Di demekê de, Hesen û Hûseyîn ji bona aramiyê tev digiriyan, du
birabûn weke canekî dixebitîn, mixabin û sed mixabin, bûn qurbana vê
aramiyê. Kerbelaya xembar çi kir û nekir, nedikarî Hesen û Hûseyîn
biparêze. Îro jî merqeda wan bûye ziyareta milyonan mirovan. Nizanim
ey Çiyayê Reþk! Tu ew qasî hesûdê Kerbelayê bûyî. Qey te dizanibû di
nava her heþt hevalan de, Hesen û Hûseyîn jî hene. Herdu heval jî,
ji bona aramiyê hatibûn cem te. Ew du lawên di temenê xwe yê ciwan
de, girêdana wan bi Rêber Apo re, girêdaneke bêdawîn bû. Bi israra
kar tijî bûn. Bi vî rihî, ew navên xwe li wan warên bilind, bi tîpên
zêrîn nivîsandin.
[ nêvîsên berê]
|