|
Erdal Dêrik
Gelo!
Kî ne ewê ku fêrî jiyana çiyan bûne. Her
tiştê xwe bi hev re û bi çiyan re par ve
dikin û bûne parçayek ji bedena wan û
bûne mirovên hêviyê.
Ji riyên
rast û deştê ketine nav riyên asê, bi
kevir û dar, li ser riyên xwelî û xwar,
bi kaş û nişûf de dimeşin wekî ku di
pêşbirka hevdîtinê de bin. Li kêlaka
kaniyên sar û cemîdî bêhna xwe vedidin.
Ji ava serê kaniyê lêvên xwe yê nazik û
tenik şil dikin û têhna xwe dişkînin.
Porê xwe şe dikin. Ji qutîka xwe ya
biçûk cixareyekê ji tûtûna Mûşê dipêçin
û kenekî xweşik bi ser rûyê wan dikeve û
piştî vexwarina çayekê ji çaydankê reş
dîsa amadekariya rêwîtiyê dikin.
Di
rêwîtiyê de xwêdana kedê ji nava eniya
wan tê, dibe dilop û bi ser rûyê wan de
diherike û li ser milê wan dibe nexşeyek
hêviya pêşerojê.
Rêwiyê
riya dûr, berê wan wê bikeve newalên kûr
ên bi daristan.
Kê dizane?
Belkî jî
berê wan bikeve warên bilind û keviyên
berfan û bi qasî nîv saetê di nava
berfînan de bimeşin. Wê demê wê silavekê
bidin zozonên bi mêrg, çîmen, gûnî û gul
de.
Ne diyar
e ….lê … ev qismet e.
Di rê de
roj biçe ava û xatirê xwe bi qasî deh
saetan bixwaze, wê demê perdeya reş
vebike û dem dibe dema rêwiyan wê bi
rihetî bikevin nav liv û lebatê, şev ji
bo rêwiyên çiyan weke bav û dê ne.
Taveheyv dibe ku hebe. Belkî jî tunebe.
Lê stêrk wê hetanî şeveqa serê sibê bi
rêwiyan re rêwîtiyê bikin. Stêrkên
şivanan û leyla û mecnûn wekî ku bi wan
re nava sozdayînekê de bin û bi
biriqandina xwe reng bidin, rêwîtiya van
gerîlayan silav dkin.
Demsal çi
demsal e ne diyar e!
Ger bihar be, şev kurt û roj dirêj in.
Wê her der hêşîn be, robar wê biherikin.
Xweza jî wê bi xeml û xêz be. Di nav de
jî cî bi cî û dem bi dem dibe ku li
ezmanên sayî ewr kom bibin xwe li serê
Cîlo, Herekol, Ararat û Mûnzûrê
bigerînin. Belkî jî baraneke hûr bibare
û bêhna axê jî xweş bibe.
Di vê demsalê de qaz û qulêngên deştê wê
ber bi warên bilind ve bifirin û bar
bikin. Wê hêlînên xwe li cihê bilind
çêbikin û ji jor ve wê temaşeyî rêwiyan
bikin.
Ger ev
rêwî rêwiyê Botanê bin, bêguman wê
silavke şoreşgerî li 24 kaniyokên
Feraşînê û hevalên li wê derê bidin. Ji
ava wê vebixwin û bi hevalên li wan
zozanên wekî derya fireh in, li ser
rêwîtiyê biaxivin û bîranînan ji hev re
bêjin. Wê dilê wan şad bibe. Gerîlayê li
wir jî wê ji wan re bêjin; rêka we
vekiriye, li pêşiya we Gola Nismo heye.
Silavê me jî bi xwe re bibin.
Serkeftin be heval!
Xuyaye
meqsed û merema dilê van rêwiyan; wê
warê fermandarê mezin, ciyê ku pêngava
cejna gerîla lê hatî avêtin, warê fîşeka
yekemîn lê hatiye teqandin Gaba e. Wekî
ku hevalekî bi nav kirî –bihûşta
windabûyî- a niha piştî ku rêwiyan
wêneyên bîranîn li kêleka Gola Nismo
kişandin û berî ku bigihîjin “bihûşta
windabûyî”, wê bi qasî şevek du şeva li
Bestayê rawestin.
Bestaya
ku hawirdora çiyayên wê bilind in,
Herekola Mîran di vir de weke kelayeke
xwezayî bi gerîlayê xwe ve serî bilind
kirine. Herekol di dîroka bav û kalan de
bi destan û çîrokên îro jî ev destan bi
lehengî û berxwedanî mînakên van rêwiyan
e û mîna Şehîd Rêsûlan nûjîn dibin û
mirov pê serbilind dibe.
Rêwiyên
me wê li kêleka ava Hêzila tûj û dijwar
li ber siya darên gûz û çinaran bi
rihetî wê xeweke îstîxbaratê bikin û ji
wê û şûn ve bi carekê weke ku bifirin
xwe bavêjin warê egîdan Gabarê. Gabar ku
her tim ji dijmin re bûye cihê tirs û
xofê, mirov dibêje qey xwezaya Gabarê
diyariyeke ji gerîla re. Rêwiyê me jî wê
li vê derê bi cî bibin. Her gerîlayakî
ku Gabar dîtî, ne mûmkun e ku jê hez
nekiribe û pê ve nehatibe girêdan. Bi
taybet ku di nav de geriyabe.
Tu ji
kîjan alî temaşe bikî bike, ji şer re
erdnîgariya wê yekeyek e. Ji bo debara
jiyanê têra xwe bi mêwe û fêkî ye. Ji
xwe de egîdan ev der nebijartiye.
Li vê
derê, rêwîtiya vê komê diqede û jiyan û
şer dikeve rojeva wan.
Komên din
ê rêwiyan rêwîtiya wan hîn dirêj e.
Rêwiyên wan kilamên Serhêdê bi germahiya
dilê xwe yê wekî agir wê silaveke ji dil
bidin Araratê. Biçûk û mezin. Wê demê
Ararat jî, wê ji kêfxweşiyan di hundirê
xwe de bikele.
Wê rêwiyê
me li Dambat û Tendûrekê bêhna xwe vedin
û dem bi dem ji me re nûçeyên xweş û
mizgîniyan birêbikin.
Gelê meyê
paytexta dilan, gelê Amedê li hêviya
rêwiyê xwe yê ku wan pêşwazî û hemêz
bike. Bi tikilî û qîrînên serhildanê
xêrhatina zarên xwe yên gerîla bike.
Rêwî jî li vê derê bi devê tivingên xwe
piştgiriyê bidin qîrînên zarokên sê salî
û kalepîrên heftê salî. Wê av bikevin
cihokên xwe, masiyê bi avê wê kêfxweş
bibin.
Rêwiyê me
yê Zagrosan ji zê de gihîştine hevalên
xwe yê li Çarçela û Govendê û hev silav
kirine.
A niha jî
em werin koma rêwiyên rêka herî dûr,
warê zîlanan. Rêwiyên Dersîm û Mûnzûrê
li vê derê ji çemê Mûnzûrê herikîna xwe
didomînin. Şalûl dem bi dem riya rêwiyan
kontrol dikin û li hêviya rêwiyane ku bi
wîqewîqa xwe mizgîniyê bibin hevalên wan
ên li çavlirê. Hesreta gihîştina warê
zîlanan, westandina rêweyê wê derê ji
bîra dibe. Hemû hêvî ne. Xemê nekişînin
kêmek maye hûn bigihîjinê.
Dilê bi
hêvî be, wê bigihêje merama xwe û dilê
tevayî rêwiyên azadiyê bi hêvî ye.
Ji rêwiyekî çiyan silav û rêz û hurmetê
xwe yê şoreşgerî ji tevayî rêwiyên çiya
re.
<<nivîsên
berê>>
|