Kurdish | Turkish | English | Arabic | Deutsch
 
 
 
HPG Temînata Azadî û Konfederalîzma Demokratîk e!

 

 

Ji Botanê heta Heftanîn...

Erdal DÊRIK


Bi gotina bav û kalan, dibêjin ku navê Heftanînê ji vê çîrokê mirov dikare bigire dest. Heftanîn bixwe navê gundekî ye ku di nava herêma di navbera Cudî ta Metîna, di nava van rêzeçiyayan de ciyê xwe girtiye û li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê ye.
 


Li bakurê Kurdistanê li milê Qilebanê, ciyekî zozanî ku bi avên xwe dewlemend e û niha jî navê wê li ser e. Jê re dibêjin Tenîn. Ev der ciyekî pir xweş e. Bi taybet jî bi mintiqa bavê kalan ku ciyê çêrê û xwedîkirina sewalan e. Ev jî bi xwezaya kurdan re ku ji neolîtîkê mayî ye dibe yek.

Lê bi sedema ku pevçûnên eşîran li vê herêmê, parçayek ji gelê me yê vê derê, mecbûrî koçkirinê bûne û ber bi başûrê Kurdistanê ve çûne û di nava van rêzeçalakiyan de gundekî ava kirine û navê Heftanîn lê kirine. Yanî –ev cih heft caran ji Tenînê xweştir e- û di wê demê de û vir ve navê herêmê û gund bûye Heftanîn.

Herêma Heftanînê di nava Têkoşîna Tevgera Azadiya gelê kurd de, ciyekî wê yê pir girîng û watedar heye. Mîna her deverekê, li Heftanînê jî berxwedaniyên bêhempa hatine meşandin. Gerîlayan bi xwîna xwe, bi xwêdana eniya xwe ev herêm kirin wargeheke bihûştî.

Gerîla berî ku dest bi şerê çekdarî bikin, li vê herêmê bi cî bûye. Femandarê mezin û şehîdê nemir rêheval Egîd bi xwe jî li vê herêmê maye. Ji ber ku xweza û erdnîgariya Heftanîn bi zirûfê gerîla û şer re, tim û tim roleke navendî lîstiye.

Li Heftanînê, ava Xabûr pir bi nav û deng e. Jixwe ser kaniyokên ava Xabûrê, ji bîst û çar kaniyên Faraşînê diherike û herikîna ava Xabûrê weke damarê xwînê ji dil belavî tevayî laş dibe xwedî wateyeke wisa ye û ev jî xeml û bedewiya xwezaya Heftanîn hîn rengîn dike. Dîsa jî ava Hêzil ku dibe sînorê bakur û başûr, Cûdî û Heftanîna delal ji hev diqetîne.

Ji milekî din ve, Kela Şabanîkê û Sîlsîleya Kêrê(Toros) jî, ji vê derê dest pê dike û dibe xeta Heftanînê ya başûr. Ji aliyê xwe yê bakur jî; girên mîna Kêla Spî, Kêlka Sînor, Deriyê Dawetiyê û Zozanên Gêra Berana ya ku bi bilindiya xwe û berfa xwe çarçoveyeke gelekî xweşik ji Heftanînê re çêdike û hêjayî ku mirov wêneyekê wê bikşîne û têbixe nava albûma xwe û tim û tim bibîrbîne.

Piştî ku me derdor da nasîn, ka me werin li naverok û hundirê Heftanînê çi heye. Çiyayê Heftanînê bi bereket û xêr û berên xwezayî tijî ne. Her derê wê, bi taybet li derdora keviyên Ava Kêşan, Pîrbila û Geliyê Pisaxa ji mêwan tijî ye. Ev xêr û ber hem debara gel û hem jî ya gerîlayan dike û zêde ye. Darên xwe yên gûzê û rezên xwe yê tirî bê hesab in. Bihara Heftanînê ji Newrozê dest pê dike. Her derê wê hêşîn û avên wê zêde dibin. Dîsa bi ajalên kovî jî gelek dewlemend e. Pezkovî di meha gulanê de dizên û bi karên xwe re her sibeh û êvar li ser tahtan lotikan davêjin û ji hilatina rojê bigire û heta çûyîna rojê xwe li ba dikin.

Havîna Heftanînê, ne zêde germ e. Zivistana wê jî ne zêde sar e. Ev jî ji bona jiyana gerîla avantajek e. Mirov dibêje qey, ev xweza ji bona gerîlayan hatiye afiradin. Ev herêm ji bo birêvebirina şerê gerîla jî rastiyeke çav jê nayê girtin.

Bi taht, kevir, dar, dol û girên xwe; bi şikeft û bi ciyên xwe yên asê her tişt bi dilê gerîla ye. Şerên ku li Heftanînê hatine meşadin, di dîroka têkoşîna me ya çekdarî de ciyên xwe yên girîng hene. Şerê 92’yan zêdetir li vê herêmê lidarket. Em her tim dibêjin komploya navneteweyî di wan deman de dest pê kir. Lê berxwedana lawên çeleng û keçên bedew, kirin ku ev plan û lîstik bêling bimînin û dane peytandin ku, gava dilên azadîxwaz û paqij, bi xwezaya dilpak û xweşik re bibin yek, wê tu carî tu hêz nikaribe veqetînek di nava wan de çêbike. Îro jî ev herêm bi hemêzkirina lawên xwe yê gerîla dibe mijara ku destanên lehengiyê li ser were nivîsandin û layîqî vê yekê ye. Emê jî vê rastiyê, tu carî ji bîr nekin.

Şehîd Viyan Soran, çalakiya xwe li vê herêmê lidarxist. Çalakiyên pîroz û mezin, di xakên pîroz de pêk tên. Kurdistan bi giştî jî bûye dergûşa şaristaniyê û vê nepeniya xwe parastiye. Vaye Heftanîn jî parçayek ji vê pîroziyê ye.

Silav ji hevalên ku li wir in!
Silav li gorên şehîdên pîroz!
Silav ji her kesên ku dixwazin te bibînin re!

<<NIVÎSÊN BERÊ>>
 

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊBER APO

PKK

 

KONGRA-GEL

PARASTINA GEL

 

 

 

 

 

STAR