|
Erdal DÊRIK
Heval Zinar, di
pêkanîna erkan de, bi biryar bû
Heval Gabar pêkanîna çalakiyan de bi
israr bû
Heval Mazlûm di rihê ciwantiyê de mînak
bû
Bi dilekî êş û birîn ez we bibîrtînim
hevolno!
Me hevdu li Qendîl û Heftanînê nasî. Di
bihareke şîn û xemilî de, li ber qiraxa
aveke şîn de, bi beyaniya serê sibê re,
me silav da hevdu û got; “Hûn bi xêr
hatin hevalno! Bilbilan ji awaza dengên
xwe, xêrhatina we dikirin. Avaşîn, Ava
Xabûr jî bi pêlên xwe hûn silav dikirin.”
Xwezaya Heftanînê ji rengê xwe yê
bihûştî girt, bi hatine avê hevalno!
Dara pelçîmên, xwe teqandin û kêfxweşiya
xwe, xwe didan nîşandan. Belê, sê bazên
xaka dayîka pîroz, di temenê xwe yê
ciwan de, li wir li hev civiyan, coş û
şahiyan xistin nava koma me ya gerîla.
Di temenê xwe yê ciwan de, xwe amade
dikirin û tev bi moralbûn, ji ber ku em
ji bona pratîkê derbasî zozana dibûn. Li
ber keviyên berfê, di nava berfînan de
bimeşin û di mêrgên şîn de li ser
kaniyek sar avek vexwin. Bêhna xwe vekin,
qewdek gul jî bidin dest hev û pê re jî,
hêrsa dilê xwe di pratîkê de rihet bikin.
Em li ber qiraxa wê avê meşiyan, li ber
agirên êvarê, me çîrokên gerîla û
bîranînên xwe gotin. Em bi hev re lîstin
û keniyan.
Belê hevalno!
Bîranînên me, îro di mejiyê min de, lê
ji dilê min diçin û tên. Weke bahozek lê
bide, tenê mane bîranîn.
Heval Zinar; şeş salên xwe tijî kiribû
di nava gerîla de. Li Amanosê tevlî bûbû
û di sala 2003’an de derbasî Botan,
Colemêrgê bû û di wê zivistanê de, li
zozanên bi berf em bi hev re mam. Şeş
mehan me bi hev re jiyan kir. Ew mayîna
me li bakur, pir kêfa heval xweş kiribû.
Herî tiştê balkêş ê hevalê Zinar,
bêhnfirehî ya ku di nava xwe de digirt
bû. Bi sebr bû û dilê însanan tu caran
jê nedima. Dikete dilê her kesî û kenekî
wî yê pir xweş hebû. Şêwazeke wî ya nerm
û vekirî hebû. Hevalê Zinar pir jê
teknîkê hez dikir. Xwedî helwesteke pir
zelal bû. Di jiyanê de, dema xwe
dinirxand û vala derbas nedikir.
Hevalê Gabar û Mazlûm jî, nû tevlî hêzên
li Colemêrgê bûbûn. Hevalê Mazlûm, pir
ciwan û qeşeng bû. Pir meraqa pratîkê
dikir. Kenê wî û qerfên wî di jiyanê de,
ciyekî taybet digirt. Çi karekî biketa
pêşiya hevalê Mazlûm, jê piştrast bû. Bi
dînamîka xwe ya ciwantiyê, di kesayeta
wî de, pir aşkere xuya dikir. Hevalê
Gabar jî, taybetmendiya wî ya herî pêş,
pir germ bû. Hêrsa wî ya çalakiyê,
zehmet e mirov bîne ziman. Bi taybet
gava ku dijmin didît, çawa ku xwê birînê
dişewîtîne, tehamûla wî jî nîn bû. Kîn û
hêrsa heval jî, li beramberî dijmin ew
qas dijwar bû û wiha digot; “Çi dibe
bila bibe, divê em çalakiyekê bikin.”
Hevalê Gabar, ji şehadetên ku li Çiyayê
Reşkê çêbûbûn, pir bi bandor bûbû.
Belê hevalno!
Her sê heval, di bendawariya helandina
berfa zozanan de bûn. Her roj berê xwe
didan zozanên jorîn û digotin. Kengê ev
berf bihele û emê bikevin rê û konê xwe
li zozanan vebigirin û bi sebreke mezin.
Roj hate ku karwan bi rê bikeve. Bi coş
û şahiyê me dîlan girt. Coşa me di asta
herî jor de, em bi rê ketin.
Me gava xwe ya yekem ji nava darên berû
avêtin nava gûniyan. Bihara zazonan nû
destpêkiribû. Li milekî qewiyên berfê û
li aliyên din jî mêrgên hêşîn. Belê,
zazonan rengê xwe, cilê xwe yê bûkanî
danîn û xemla xwe ya xwezayê ya biharê
li xwe kirin û di nava wê xemlê de, her
sê heval û bi sekna wêneyekî ku nayê
xeyalkirin meşiyan. Ne nivîskar dikarin
wê xemlê binivîsin û ne jî nîgarkêş
dikarin vê dîmenê nîgar bikin. Encax her
sê heval dikarin bizanibin û di nava
dilê xwe de çi veşartine. Tahma jiyanê û
jiyan bixwe di hundirê xwe bi cî kiribûn.
Girêdana van hevalan, bi hevaltiyê ve,
weke girêdana zarokeke bi dayîka xwe re
girêdayî be, ew qas mezin bû. Di meşê
de, coşa van hevalan gihîşte asteke pir
bilind. Bi taybet me çayek ji ava
zozanan li ser qirşikan, hêliz û gûniyan
çêkir û vexwar. Ev rewş, bi taybet
hevalê Gabar û Mazlûm re pir bi wate
dihat. Ji ber ku hêviyê wan pêk hatibû.
Em derbasî herêma xwe ya Şaxê(Çatak)
bûn. Li wir jî, em pir bi hev re geriyan
û me karên hêja kirin. Bi heval Gabar re
em ketin çalakiyê. Wekî ku min berê jî
gotibû, tehamûla heval li hember dijmin
nemabû û bi rihê êrîşê tijî bû.
Bibîranîn û kar em gihîştin meha tebaxê.
Lê mala felekê xera be!
Di carekê de, xiyanetê serê xwe deranî,
destê xwe avête dilê paqij, dilê ciwanan.
Ji bona xwe bi dijmin bide pejirandin,
dikaribû destên xwe bavêjin jiyana
hevalan. Ew hêmanên xwînrêj, bi her sê
hevalan re derbasî Wanê bû û li wir xwe
avêtibû hemêza dijmin. Her sê heval jî,
piştî demekê nameyek bi rê kirin û gotin;
“Hevalno! Ev deh roj in hêmanê xwînrêj
xebera me jê nîn e. Em li benda 20’î
îlonê ne. Hedefe me amade ye.” Ji ber ku
HPG, di 20’ê tebaxê de, bi biryara
“bêçalakîbûnê” girtibû. Heval jî, li
bendê bûn ku ev dem biqede û çalakî
bikin. Li ser vê bingehê jî, bîranîna
şehîdbûna hevalê Cumaelî ku li Başkaleyê
şehîd ketibû, her sê heval çalakiya xwe
ya ku biryara wê dabûn, di 17’ê îlonê de
kirin. Hêrsa dilên xwe, ji lûleyên
tivingan bi fîşekan bi rê kirin ser dilê
dijmin.
Mixabin piştî sê rojan, xebera şehadeta
her sê hevalan gihîşte destê me. Xençer
di piştê de hate çikandin, hêmanê
xwînrêj, hevalan xistibû bin şopandinê.
Û di 20’ê îlonê de, her sê hevalên me
beşdarî karwana nemiran bûn. Çavên ku
dualîteya di dîrokê de derketibû,
berxwadanî û xiyanet, îro jî xwe dubare
kir.
Oxir be hevalno!Rêka we, berdewama Egîd,
Mazlûm, Zîlan û bi hezaran şehîdan e.
Girêdana we ya hevaltiyê, biryara we ya
çalakiyê, wê di aliyê jiyana me de bibe
mînak û riya me ronî bike. Hûn çavkana
roniya jiyana me ne.
<nivîsên
berê> |