Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 

Kurdên azad tu car tune nabe

Jiyan Şer

Me saleke pir dijwar û bi têkoşîn derbas kir. Ev sal bi xwe re hem êşeke mezin hem jî azweriya têkoşînê ya bêhempa raberî me kir. Ez bawer im tu mirovên kurd vê sala 2007 ji bîr nake. Ev sal wek saleke ku neyê jibîrkirin mohra xwe li dîrokê xist. Çimkî me vê salê bi êş û hêrseke mezin destpê kir. Ka em biçim destpêka vê salê û me di vê salê de çi jiyan kir. Li gor min her kes pêwîst e bi awayekî baş vê salê lêkolîn bike û li ser vê yekê lihûrbûneke mezin jiyan bike. Çimkî di vê salê de serpêhatiyên ku me jiyan kir, wê ezmûneke bingehîn ji bo pêşerojê bide me. Gelê kurd pêwîst e ku ji her kesê bêtir li ser vê salê bihizire. Ev sal çi da me û çi ji me girt? Serkeftin û binkeftinên vê salê çi bû? Çend mirovên leheng me di vê salê de winda kir? Ez bawer im em çiqas bihizirin wê ew qas der barê vê salê de pirs zêde bibin.

Bi rojeva jahrdayîna Serokatiyê ve em ketin vê salê. Em pir hêrs bûn, teng bûn, wek volqanê ku her dem ji bo teqandinê amadeye bûn. Çimkî çavkaniya jiyana me, hebûna me û roja me ya ku tucar tîrêjên xwe li ser me qut nake, dihat jahrkirin. Ev ji bo me xemgîniyeke pir mezin bû. Lewre li ber hêrs û azarên me, biryar û tola me ya têkoşînê hê zêdetir bû. Girêdana me ya Serok APO gîhîşt asta herî dawîn. Ev hêrs û êş biryara têkoşîneke bêhempa dixwest. Ev sal ji me bi aqil û bi mantiqê têkoşînê ve tevgerê dixwest. Biryara têkoşînê hatibû dayîn, li gor vê her endamê têkoşîna azadiyê xwe amade kir. Biryarbûna fedaîtî gîhaşt lutkeya xwe ya dawî. Ev hevsengiyeke wisa de bû ku, tu kes nikaribû li pêş vê yekê bigire. Di vê salê de her tişt ji bo serokatî bû. Biryara me, jiyana me, têkoşîna me û hezkirina me hemû ji bo Rêber APO bû. Di vê bingehê de destpêkirina kiryarî hat kirin.

Bi vê ve girêdayî li dijî têkoşîna azadiyê, rêxistina Rêber APO û rêxistina şehîdan, komployeke navnetewî dihat sazkirin. Ev konsept bi jehrdayîna Rêber APO destpêkir. Lingê vê komployê yê duyem jî, tevgera azadiya gelê kurd û hêza wê ya leheng gerîla bû. Di vê salê de tu dem operasyonên li dijî gerîlla nehate sekinandin. Ev operasyon tu car navberek neda. Dijmin di binpêkirina têkoşînê de bi biryar bû. Û dixwest di vê salê de gerîla tune bike. Di vê bingehê de her cure şerê qirêj û teknîka xwe bi rê ve dibir. Ji bo wê her tiştê xwe seferber kiribû.
Lingê komployê yê sêyem jî gelê kurd bû. Armanca vê komployê ya herî mezin jî ev bû ku, gel û tevgera azadiyê, gel û Rêber APO, gel û gerîla ji hev qut bike. Ne tenê qutkirin di milê mejî û baweriya gelê kurd de, fikir û ramanê azadiyê dixwest tune bike. Ji bo vê pir cureyî xebat da meşandin, pir rêbazên qirêj bikaranî. Rêbaza yekem di nava gelê kurd de sîxurtiyê pêş bixwe û xiyaneta hundirîn kûr bike. Pir keç û xortên kurd xist nav xefika sîxurtiyê. Dîsa xwestin ciwanê kurd bi fuhuş, bi dibistananan, bi pere û hwd. ji tevgera azadiyê dûr bixe. Rêbaza herî qirêj jî tevahî kesên ku dildarê azadiya gelê kurd in bigrin binçav û bixin zîndanan. Di vê salê de girtinên ku hatin kirin, ez bawer im di tu salê de nehate kirin. Bi şerê taybet re gel ji PKK’ê qut bike. Ji bo vê jî dewlet rola yekem da bû AKP. Di nava kurdan de AKP wê xwe bi hêz bike û gel ji tevgera azadiyê qut bike. Di nava artêş, dewlet û AKP’ê de ev peymaneke bingehîn bû. Ji bo wê di hilbijartinan de hemû saziyên dewletê ji bo serkeftina AKP’ê xebat da meşandin. Yê ku li dijî AKP’ê dihat xuyakirin jî, di heman demê de bi awayekî veşartî ji bo serkeftina AKP’ê xebateke bêhempa da meşandin. Kesên ku pir meraq dikin çima AKP di hilbijartinan de ewq as serkeftin girt destê xwe, bersiva vê pirsê jî ev e; li dijî tevgera azadiyê aktora yekem ê ku di nava dewletê de derketibû pêş AKP bû. Ger tevgera azadiya gelê kurd neba, wê dewlet AKP tasfiye bikira. Bi her cure komkujiyeke mezin li ser gelê kurd dihat meşandin. Ev komkujî ne tenê bi awayekî fîzîkî bû, di milê mejî, hest, raman û jiyana gelê kurd de dihate meşandin. Komkujiya Şengalê mînaka vê ya herî balkeş û pêş e. Di Iraqê de yê ku vê komkujiyê da meşandin Tirkiye bû. Li Suriyê, li Îranê, li Tirkiyê heman rêbaz lê bi cureyên cuda dihatin meşandin. Bi taybetî ev lîstok di bakurê Kurdistanê de bi awayekî veşartî û bi rêbazên herî qirêj jiyanî dibû. Ji lînçkirinê heta kuştin û girtina gelê kurd her rêbaz dihat bikaranîn.

Bi van polîtîkayan ve piştî hilbijartinên 22’ê eirmehê ve ev polîtîka hê zalaltir derketin holê. Dewlet û AKP nedixwestin pirsgirika kurd çareser bikin û ji bo tasfiyekirina tevgerê her curan êrîş derxistin pêş. Li dijî vê tevgera azadiyê hem di kadên gerîla de hem jî di kadên siyasî de têkoşîneke bêhempa da meşandin. Asta vê têkoşînê bi çalakiyên cur bi cur raberî hemû cîhanê bû. Herî dawî bi çalakiyên Gabar û Oramar ve ev polîtîkayên tunekirina gel û tevgera azadiya gelê kurd vala derket. PKK kî ye, gerîlla ger bikeve nav tevgerê wê çi derbixe holê herkes dît. Di vê astê de serkeftin, tu hêz bawer nedikir. Lewre ev çalakî ji bo hemû êrîş û arasteyan re bersiveke herî mezin û bingeh bû. Piştî vê yekê rojev hemû bû tevgera azadiya gelê kurd. Her kes nîqaş da meşandin. Ev hê jî didome. Operasyona li dijî başurê Kurdistanê kete rojevê. Tirkiye piştî van çalakiyan her kesî tehdît kir. Çimkî Tirkiyê di şerê 2007’an de binketineke mezin jiyan kir. Û vê binketinê nedixwestin qebûl bikin. Leşkerên wan dîl hatibûn girtin, nedikarîn bibêjin ku leşkerên me destê PKK’ê de ye.

Destpêkê hewl dan di milê aborî û milê din de tevgera azadiya gelê kurd tune bikin. Niha di vê planê de Tirkiye, ABD û hêzên başur yek bûn yek û di encamê de di meha berfanbarê gelek caran êrîşên hewayî ku bi têkçûyînan bi encam bûn li dar xistin. Dibêjin emê PKK’ê di başur de tengav bikin, lewaz bikin û piştre jî wan tasfiye bikin. Planên ji bo rêveberên tevgera azadiyê bigirin her roj pêş dixin. Ji bo vê xebateke bêhempa didin meşandin.

Ev sal vê rastiyê derxist holê ku tevgera azadiya gelê kurd tu car tune nabe. Çi bikin bila bikin ev tevger wê her dem bijî û xwe hê hêztir bike. Bi hêza xwe ve, bi baweriya xwe ve, bi têkoşîn û azweriya xwe ya azadiyê ve gerîla tucar tune nabe. Wê bi van êrîş û arastayan ve her roj zêdetir bi hêz bibe. Encamê ku herî balkeş di vê salê de derket li gor min ev e. Her kes bila bizanibe, tevgera Apocî, tevgera têkoşêrên azadiyê, hêza pêşeng a gerîla bi teknîk, bi kuştin û bi operasyonan tune nabe. Jixwe hêza wan a ku vê tevgerê tune bikin jî nîn e. Çi hêza AKP’ê, çi hêza ABD’ê çi jî hêza KDP û YNK.

Di vê bingehê de sala 2007 bû saleke berxwedaniya lehengan. Li dijî vê konseptê, li dijî her curê êrîşên dijwar, têkoşerên dildar, lehengên bedew xwe kirin sîper û van komployan vala derxistin. Şehadetên ku hatin jiyankirin sembol û nûnertiya rihê girêdana Rêber APO û tevgera azadiyê bû. Me saleke pir dijwar jiyan kir. Me saleke ku lehengî û berxwedanî gîhaşt asta herî dawî jiyan kir. Me di vê salê de pir hevalên xwe yên rojê winda kir. Ev heval her yek wek tîrejeke rojê bûn. Her çiqas ev şehadet ji bo me pir giran jî bên, lewre girêdan û berxwedaniya wan ronakbûneke mezin raberî me kirin. Emê çi bikin û çawa tevbigerin ji me re da nasîn.

Pir encamên berfireh hene ku em di vê salê de derbixin holê heye. Bi kêm û kurtasiyên xwe jî em dikarin bibêjin ku sala 2007 sala berxwedana Rêber APO û PKK’ê ye. Niha jî ev komploya navnetewî berdewame. Pêvajoyeke wek salên 99 dixwazin careke din bi me bidin jiyan kirin. Pêwîst e her kes di vê pêvajoyê de bi hişyar tevbigere, parastina xeta azadiyê parastina kurdê azad û serbixwe ye. Pêwîst e em encameke rast ji vê pêvajoyê derbixin. Her kurdên ku li deverên jiyan dike de pêwîst e beşdarî vê pêvajoyê bibe. Serok APO di bin xeteriyeke mezin de jiyan dike. Li dijî tevgera azadiyê konsepteke tunekirinê dixin rojevê. Ji bo vê yekîtiyeke kurdan pêwîst e. Bi yek rihî, bi yek biryarî, em bi hemû dinyayê bidine selamdanê ku kurd ne bi êrîşên hewayî, ne bi lîstikên qirêj û ne bi tehdîdan dev ji afirandina jiyaneke azad bernadin. Dema em vê yekê dibêjin em ne lewaz in, em ji her pêvajoyê bêtir bi hêz in. Biryar û moralê me di asta herî jor de ye. Ev êrîş çiqas mezin bibin jî, rihê Apocî ji van êrîşan mezintir e. Em bi vê biryar û girêdana têkoşînê û baweriya azadiyê dikevin sala 2008’an.
 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE