| |
|
Berteka Têkçûyîna Derûnî! |
Piştî
yekem êrîşa hewayî ya li dij Qadên
Parastinê yê Medya, êrîş bi piştgiriya
keşfên Emerîka didome. Ku hikûmeta AKP’ê
tavîz û sozên dane Emerîka û Ewropa
diponije, der barê operasyonên hewayî
yên têkçûyî, di çapemeniya tirk de
wêneyên operasyonê hatin nîşandan. Qaşo
bi dîmenên berî operasyonê û piştî
operasyonê, bi baregehên vala, hewl
didin ku rayagiştî bixapînin.
Artêşa TC’ê, ku di
sala 2007’an de li qadên bakurê
Kurdistanê tengav bû, hewl dide bi
êrîşên hewayî yên li dij başûr encamên
siyasî bidest bixe. Lê rastiyek heye ku,
di tevahiya sala 2007’an de serdestiya
siyasî û derûnî di dest gerîla de bû.
Digel ku artêş hemû hêza xwe bikaranî,
encama ku dixwestin bi dest nexistin.
Hem ji ber agirbesta ku berê hatibû
îlankirin û hem jî ji ber hilbijartinan,
ji hêla Tevgera Azadiyê ve ji hikûmeta
heyî re ji bona çareseriyê firsend hate
dayîn. Piştre zelal bû ku, AKP rewşa
heyî û gavên ku hatine avêtin, bi tevahî
li hember şerkirinê nirxande.
Bi van pêşketinên
dawîn re, hikûmet û serfermandariya tirk
zêdetir bi Emerîka ve hatin girêdan û
gelek tavîzan dan Ewropa. Bi van tavîz û
sozan pêşeroja Tirkiyê hate reşkirin û
Tirkiyê li her welatê ku çûnê kirin
mijara bazaran.
Daxuyaniyên
serfermandariya tirk ên rojên dawîn,
dîmenên bêhêzbûn û belangaziyê ne. Bahsa
bi sedan şehadetên gerîlayên me tê kirin
û tê îdeakirin ku ew qas di şikeftan de
şehît ketine. Artêşa tirk û çapemeniya
wê, pir zêde rewşê dinepixînin û hewl
didin ku ji rewşa têkçûyîna derûnî xwe
rizgar bikin. Beşek be jî bi van nûçeyên
derewîn û li ser meseyan hatine
amadekirinê re, xwe rihet bikin. Em wekî
tevger, ji ber berpirsyariyên me yên li
hember gel, her ku dema hevalek me şehîd
dikeve, em ji gel re îlana hevalên xwe
yên şehîd dikin. Vê yekê gelê me baş
dizane. Serfermandariya tirk baştir
dizane. Ev bombeyên ku wekî qazan têne
binavkirin, wisa bandora wê encax li ser
hedefên sabît û yên ku dixuyîn bandor
dike. Bo nimûne dikare avahiyek û malek
hûromûro bike. Bes ji ber ku avahî û
bînayên gerîlayan nîn in, encax dikarin
van bombeyan li dij ciyên sivîl
bikarbînin û encam bigirin. Piştî
bombeya qazanê diteqe, ger ku qad taht û
kevir be, dibe ku ji ber parçeyên ku
belav dibin birîndarî û şehadet pêk bên.
Bes bi tevgereke rihet ku tu xwe bi erdê
re bikî yek, bandora bombeyên qazan pir
pir kêm dibe. Hele hele ku tu di
şikeftên bi dehan metreyan ber bi
hundirê tahtan de diçin de bî, tu
bandora wê nîn e. Ku qazenek li nêzîk
bikeve û tu xwe bi erdê re bikî yek,
encax û encax di guhên mirov de
giraniyek demkurt pêk bîne û cilên ku li
ser mirov bin bipertîne. Zêdetir ne
tiştek e.
Niha gerîlayên ku
ev bi salane li çiyayê Kurdistanê
têdikoşin, gerîlayên ku bi xwezayê re
bûne yek û bûne parçeyek xwezayê,
gerîlayên ku van bombeyan baş nas dikin
gelek caran dîtine û ji nêz ve hîs
kirine, ne mûmkûn e ku bi êrîşên bi vî
rengî windahî bidin. Ji ber ku tecrûbeya
dehan salan heye. Di operasyonên hewayî
ku ev hefteyek zêdetir e didomin de,
tenê 5 hevalên me li girekî hetanî dawîn
bi çekên xwe yên giran li hember
balafirên dijmin têkoşiyan û beşdarî
karwanê şehîdan bûn. Roja duyemîn a
operasyonê me ji gelê xwe re daxuyand û
îlana hevalên xwe yên şehîd kirin. Ji
bilî van şehadetan tu hevalek me şehîd
neketiye.
Em baş dizanin ku
gelê me ji ev cure propagandayan re ne
xerîbin. Ev sî sal e, çapemeniya tirk û
artêşa wê bi vî awayî gel dixapînin û
bêyî ku cudahî têxin navbera leşkerên
tirk û kurd ew dişînin mirinê. Ji salên
1984’an vir ve di vî şerî ku navek lê
nehatiye kirin de, ku ji 50 hezarî
zêdetir leşkerên artêşa tirk miribin û
dewleta TC’ê hejmareke wekî 5 hezar bêje;
gelek asayiye ku 5 gerîlayên me yên ku
şehîd ketine ji sedî zêdetir nîşan bide.
Ev bertekeke têkçûyîna derûnî ye. Ne
tiştek e.
Li hember van
êrîşan, pêwîst e destpêkê ciwanên me û
gelê me xwepêşandan û çalakiyên xwe
zêdetir bikin. Li hember ew Ewropaya ku
bi dirûtî nêzîk dibe û li pey
bincilkirina kuştina kurdan e, hewl dide
rewşa heyî asayî nîşan bide. Emerîka
rasterast li hember kurdan îlana şer
kiriye. Ji ber vê yekê destpêkê gelê me
yê Ewropayê, divê hemû kurd ev rewşa
heyî teşîr bikin. Ji ber ku AKP li
Kurdistanê li hember gelê kurd û Tevgera
Azadiyê şerekî tevahî daye destpêkirin,
divê rêveber û pêgirtiyên AKP’ê yên li
Kurdistanê ji ber sûcên sîxurtî û
xwefirotinê bêne cezakirin. Êdî şêweyê
vê cezakirinê, Ciwanên Kurd ên Baz
dikarin diyar bikin.
|