Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 

Operasyoneke têkçûyî!

Rûbar Andok

Piştî ku dewleta tirk û hemû saziyên xwe ev demeke wîlewîla şer kirin, di dawiyê de êrîşa hewayî li dar xistin. Serfermandarê tirk Bûyûkanit dide zanîn ku, me “BBG-yek me dişopîne-“ têxistiye dewrê. Her hal Bûyûkanit gelek di bin bandora bernamayan de dimîne. Şer karekî cidî ye, divê Bûyûkanit jî ji xwe re cidî be. Ev çi qeşmerî ye!
Welhasil ev mehek zêdetir e, balafirên keşfê yên Emerîka bê navber qeşmeriyan dikin û li ser qadên Qadên Parastina Medya firînên xwe didomînin û qaşo agahiyên germ didin tirkan. Lê ji dîmenên ku çapemeniya tirk dane û yên ku di çapemeniya kurd de derketine tê fêmkirin ku, tenê di destê wan de dîmenên ku Emerîka kişandine hene û ev jî dîmenên bombebarankirina gundên sivîl in. Tu hedefeke leşkerî nîn e û nikarin nîşan bidin jî. Wisa dixuye ku, pîlotên tirk an ne diyar e dibe ku yên Emerîkayê bin, piranî kevir û latan bi kazanan hûr kirine. Agahiyên ku di destê tirkan de, çiqas rojevî ne, ku werin hedefên ku lê dane binêrin wê baştir bê fêmkirin.

Welhasil mîna ku me got, dawiya dawîn artêş û hikûmeta AKP ji bona ku rayagiştî demeke din bixapînin û tengasiya ku ketinê bincil bikin, qaşo êrîşeke hewayî li dar xistin. Roja din herêma Zapê ji nû ve hate bombebarankirin û piştre sînorên herêma Xakurkê bihûrîn. Lê piştî lêdana gerîla, leşkerên tirk bi dehan kuştî dan û encax bi piştgiriya hêza hewayî ji qada Xakurkê derketin. Piştî ew qas wîlewîl bi dehan mirina bi dehan leşkeran û ew qas birîndar, artêşa tirk û AKP serqunkî rûnişt. Ya wê ji niha şûn ve çi bikin û çi derewî bikin. Wê Emerîka jî wan xelas neke. Ku xêra Emerîka hebe, wê ji xwe re hebe. Heta roja îroyîn bi fîîlî me bi Emerîka re şer nekiriye, lê ji niha û şûn ve wê ne diyar be.
Êrîşa ku nivî şevê li dar ket, bi qasî du saet berdewam kir. Piştî ku ji hêla gerîlayên me ve bi doçkayên 14 û 23 bersiv hatin dayîn, balafir xwe ji qadê kişandin. Di şerê hewayî de, bi guleyên doçkayan û gurmîna kazan û fûzeyan, stêrk rabûbûn dilanê. Di vê dîlanê de 5 rêhevalên me heta dawîn ji bona ku balafir daketinan nekin bi lehengiyeke dîrokê liberxwedan û şehîd ketin. Piştî vê berxwedaniyê balafir şûn ve vekişiyan û bi obûs û havanan bi piranî qad hatin bombebarankirin. Kurt kurmancî digel ew qas nepixandin û propagandayên artêş û çapemeniya tirk, ev êrîş têkçûyînek e. Ji ber ku her sed metreyê çiyayê Kurdistanê şkeftên xwezayî û yên çêkirî hatine xemilandin. Dixwazin bila hezar balafir û hemû qazanên dinyayê bên avêtin, çiyayê Kurdistanê rê nade ku, zarokên wê zirar bibînin. Di hêleke din ve, yek ji sûda vê êrîşa hewayî jî, kazanên ku neteqiyane. Ji kazanên ku neteqiyane, têrî çend salan ji gerîla re TNT derket.
Bi tonan TNT!

Dibêjin ya, em li erdê li wan digeriyan lê ji me re ji asîman hatin.
Piştî êrîşan artêşa tirk, êdî di destê artêşa tirk hincet neman. Her dem artêş û hikûmeta AKP’ê Herêmên Parastina Medya dikirin hincet, lê ji niha û şûn ve wê çi hincet nîşan bidin. Êrîşa ku li dar ketiye, rasterast ji hêla Emerîkayê ve hatiye kirin, ev rastiyek û aşkere ye. Tenê tirk wekî pîyon in. Hêzên başûr jî vê yekê erê kirin. Emerîka dirûtî û dijminantiya xwe misoger kir. Bes, Emerîka bila vê bizanibe, em ne berxê boraqê ne. PKK û milê wê yê leşkerî HPG di wê hêzê de ye ku hemû hesabên Emerîka ser û bin bike.

Rewş çi dibe bila bibe,her çiqas emerîqî û tirk li ser neketibin jî, di encamê de ev êrîşek e û şer e. Helbet li hember vê yekê emê bê bersiv nemînin. Dibe ku ji ber zirûfên zivistanê, bersiveke baş neyê dayîn, lê rojê xwedê neqediyane. Dîsa divê gelê me li dij vê hevalbendiya qirêj a tirk-pêşmerge-emerîqî derkevin. Êrîşa li hember PKK’ê, li hember hemû kurdan e. Hêzên başûrî jî mixabin, li ser me bazarî dikin. Heta demek berê bi tevahî xwe spêrtin tirkan. Niha jî êrîşa hewayî çêbû, daxuyaniyên ecêb didin. Rojeka wan roja din nagire. Siyaset û polîtîkayeke nanê salê dimeşînin. Divê hêzên başûr jî baş bizanibin ku, ku em nîn bin, ew jî nîn in.

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE