| |
|
Pêwîst e bersiveke me jî hebe |
Dîrok
û artêşbûna jinê bi têkoşîneke bêhempa
hate afirandin. Jin hem di milê
artêşbûnê de hem jî di milê rêxistinî de
berhemên ku tu car pelên dîroka azadiyê
de nayê tunekirin afirand. Ev bi bedelên
mirovên dildar, keçên azad ê Rêber APO
ve hate afirandin. Ked û hewleke mezin
di vê dîrokê de veşartiye. Ev dîrok her
dem zindî ye û bi pêşketinê nû ve xwe
digîhîne roja me ya îro. Bîrdoziya jinê,
nasnameya jinê xwe bi têkoşîna jinê ya
bêhempa ve dide afirandin. Ev dîrokeke
pir berfireh û kûr e. Bi taybetî ji bo
gerîlayên jin ê PKK’ê, ji bo jinên kurd
ezmûneke mezin derdixe holê. Bi vê
dîrokê re jiyankirin, bi serweriya vê
dîrokê ve tevgerîn, bi zanistiya vê
dîrokê re beşdarbûna vê pêvajoyê girîng
e. Ev dîrok û serpêhatî hê jî didome û
her rojên ku derbas dibe, bi serkeftin û
rastiyên xwe ve, ked û hewlên hezaran
mirovên dildar ê azadiyê hildigire. Jin
bi vê dîrokê ve derket dika dîrokê.
YJA STAR bingeha dîroka jinê ya ku bi
hezaran sal e bi têkoşîneke bêhempa
diherike, di naveroka xwe de hildigire û
ev ezmûn û nirxên bêhempa bi têkoşîna
roja me re dike yek. YJA STAR hêza
parastina nirxên jinê ye. Parastina jinê
di heman demê de parastina jiyan, azadî
û parastina hemû bermahiyên dîrokê ye.
Hilgirtina nirx û peywirên dîroka jinê
ew qas ne hêsan e, erk û peywirên pir
giran dide li ser milê têkoşerên jin.
Nirxên mezin ê ku em niha wek bawerî û
serwerî digirin dest bi vê dîrokê ve
hate afirandin. Afirîna van nirxan ew
qas ne hesan bû. Ev nirx bi êş û azarên
pir mezin, bi têkoşîneke bêhempa bi rihê
lehengî û berxwedaniyê ve hate afirandin.
Di vê rêka têkoşînê de pir nirxên mezin
û bedelên mezin hatin dayîn. Bi bedelên
leheng, bi kedên bêhempa, bi azwerî û
baweriya mezin ve dîroka azadiyê ya ku
li benda raperînekî mezin û berbangeke
rojê bû hate afirandin. Ji bo wê em niha
dibêjin YJA STAR kombûna hemû nirxên
jinê ye. Nasnama jin a ku xwe di xeta
parastina rewa de rêxistin dike û hêza
parastina hemû jinên azadîxwaz e.
Rêxistina YJA STAR bi ked û xwîna
hezaran keçên bedew hatî afirandin û
rêxistineke nûnertiya azadiya jinê ye.
Di vê bingehê de YJA STAR xwe rêxistin
dike û bi rêve dibe. Wek rêhevalê agir û
azadiyê Viyan dibêje “YJA STAR
xwedawendbûna wêrekiyê ye” Li dijî hemû
êrîşan xwe di xeta paratina rewa de
rêxistin dike û têkoşîna xwe pêş bi
dixwe.
Wek paşerojê de hatê dîtin di vê
pêvajoya ku komployeke navnetewî li dijî
serokatî û tevgera azadiyê pêşdikeve de
jî wê jinên dildar ên azadiyê careke din
bersivên pêwîst bidin. Tu êrîş nikare vê
yekê paş bixe an jî berovajî bizivirîne.
Pêvajo ji her tiştî zêdetir beşdarbûna
xurt a têkoşînê dixwaze. Bi rihê azadiyê,
bi serweriya têkoşînê bersiva van êrîşan
dayîn û hêzên dagirker re “Wê jinên kurd
çawa bijî, çawa têkoşîn dide meşandin”
nîşandayîn pêwîst e. Ev jî yekîtiyeke
rihî û ramanî dixwaze. Pêşengtiya jinê
ji her pêvajoyê zêdetir di vê pêvajoyê
de derxistina holê girîng e. Roj roja
têkoşînê ye, roj roja xwedî derketina
serokatî û nirxên têkoşînê ye. Êrîşên li
dijî serokatî û tevgera me çiqas mezin
bin jî, wê bersiva me jî ew qas tund û
dijwar be. Dirûşmeya vê pêvajoyê “Êdî
Bes e” ye. Bi vê dirûşmê ve ketina nav
têkoşînê û hêrsa jinê ya li dijî êrîşan
raber kirin, ji her pêvajoyê zêdetir
pêwîst e.
Bi taybet keçên ciwan di vê pêvajoyê de
pêwîst e bi hişyar tevbigerin. Bi her
cureyên qirêj dixwazin keçên me yên
ciwan ji rêka azadiyê qut bikin û ji
hêza têkoşînê dûr bixin. Êrîşa herî
mezin li dijî jin û keçên ciwan tê
meşandin. Pêwîst e bersiveke wan jî hebe.
Jiyaneke ew qas ketî de bê azadî
jiyankirin ji mirinê xirabtir e. Belkî
bi awayekî fîzîkî nakujin lewre di milê
rihî, psîkolojîk, raman û di milê civakî
de her roj keçên ciwan bi rêbazên mirinê
ve rû bi rû tên. Pêwîst e ciwan nehêlin
ku hêza wan a têkoşînê bê tunekirin.
Mirin ew qas ne hêsan e, ger em bimirin,
emê mirina xwe jî bi xwe diyar bikin. Di
pergala niha de her ciyên ku ji jinê re
tê vekirin de xefikeke mirinê heye.
Kemîneke pir mezin li pêş keçên me yên
ciwan heye. Ji bo vê jî zanebûn û xwe ji
van kemînên şerên taybet xilaskirin
pêwîst e. Dibêjin di vê cîhanê de tu
warên ku keçên azad tê jiyan bikin nîn
e, jin nikare bi azadiyê ve jiyan bike.
Em dibêjin na. Warên me yê têkoşînê,
ciyên me yê azadiyê heye. Çiyayên me bi
hezaran sal bû ciyê xwedavenda azadiyê.
Rêka herî yekem ku em van êrîşan vala
derbixin, bi her awahî beşdarbûna
têkoşînê ye. Têkoşîneke pir dijwar
pêşberî me ye. Weke jinên dildar pêwîst
e beşdarbûn û bersiveke me jî hebe. Di
vê cîhanê de encax jin dikare di çiya de
azad jiyan bike û têbikoşe. Artêşa jina
azad, nûnertî û pêşengiya vê yekê dike.
Werin em bi hev re wek jin, wek keçên
azad bi rihê hezaran dildarên jin ê
azadiyê têbikoşin. Em ji her demê
zêdetir bi hêztir in. Hêza me ya
rêxistinî, nasname ya bîrdozî û artêşa
me ya azadiyê heye. Jin bi van ve hişyar
bû û wê bi van çekan ve bigîje azadiyê.
Ji derveyê azadiyê tu jiyan ji bo jinê
nabe hêzek. Keçên me pêwîst e xwe ji vê
xefika mirinê xilas bikin. Pir cureyên
rêbazên şerê taybet di dibistanan de, di
ciyên kar de, di mal de, di kolanan de
li dijî keçên kurd tê meşandin. Bi
taybet jî li hember keçên ciwan. Pêwîst
e helwesteke me hebe, pêwîst e bersiveke
me li dijî van êrîşan hebe. Werin em bi
hev re bersiveke tund bidin hêzên
dagirker, hêzên ku dijminê jinê ne.
Gerîlayên jin di vê têkoşînê de bi
biryar in û tu êrîş nikare jinên
azadîxwaz, keçên PKK’ê paş de bixe.
Werin di vî şerê de em bi hev re bin…
|