| |
Dewleta
tirk û her hikûmeta ku tê ser kar, di
nava fetlonekeke stewr de diçin û tên.
Di tu serdemê de di nava hikûmet û
artêşa TC’ê de lihevhêniriyeke wisa
kirêt nehatiye jiyandin. Du kirû û
saziyên ku wisa dijberên hev in, dema ku
mijar dibe kurd, bêyî ku di bêregeziyên
xwe de sînoran nas bikin polîtîka
dimeşînin. Her çiqas divê di dewletan de
artêş bi awayekî girêdayî rêveberiya
siyasî kar bike jî, bes artêşa tirk ji
bilî peywirên xwe, fena partiyeke
siyasî, di her şane û di her biryarên ji
bona civakê de, fena mînaka mirîşkê,
difna xwe tevlî her tiştî dike. AKP’ya
ku qaşo di asûna hikûmetê de ye, di her
carê de xuyanga mîna ku artêş li hember
demokratîkbûyînê asteng e dide û bi vî
awayî hewl dide ku artêş û gelê kurd
zêdetir berde hev û bi vî awayî gelê
kurd û Tevgera Azadiyê ku vîna gelê kurd
a azad e, biecqîne û radest bigire.
Hikûmeta AKP’ê û
serkêşên mîna Erdogan û Gul ku bazirganê
olê ne, hewl didin bi bikaranîna
pirsgirêka kurd re, kurdan ji bona
daxwazên xwe yên qirêj bikin qurban û bi
vî awayî polîtîkaya bi tevahî serdestî
dewletê bibin dimeşînin. AKP ku şûna
bibe vîneke siyasî, bi polîtîkayên xwe
yên qirêj û bi bazirganiya xwîn û olê,
neçareseriya pirsgirêka kurd kûrtir
dikin.
Digel ew qas
fedakariyên tevgera û serokatiya me ji
bona aştî û demokrasiyê, di vê demê de
bangên radestbûnê kirin, tê wateya banga
zêdetir mirina ciwanan. Tu ciwanên kurd
û ciwanên dîtir ên ji gelên din, ji bona
ku radest û poşman bibin dernektine van
çiyayan. Her cara ku van zagonan
derketine, gelê Kurdistan û ciwanên wê,
bi dirûşmeya “Em poşman nîn in, em
PKK’yî ne!” bersiva pêwîst li qadan
dane. Ya ku serokwezîrê tirk fêm
nekiriye, van ciwanên ji bona nirxên
berz û mezin li van çiyayan e. Li hember
van bangên ku bêrûmetiyê ferz dikin,
bersiva ciwanên Kurdistanê jî, zêdetir
beşdariya refên gerîla bûye. Wê demê ev
encam dertê ku, divê serokwezîr û
rayedarên artêşê, ji bona xwe Zagona
Poşmaniyê derxin. Ji ber ku pratîkên wan,
kirûyên poşmaniyê ne.
Dewleta TC’ê û yên
ku van bangên bêrûmetiyê dikin bila
bizanibin ku, ma me bi deh hezaran
welatparêzî qetilnekiriye ku em poşman
bibin, ma me 4 hezar gund neşiwitandiye
ku em poşman bibin, ma me di şer de
gazên kîmyevî, bombeyên mîsketê û
napalmê bikarneaniye ku em poşman bibin,
ma me dîlên şer înfaz nekiriye ku em
poşman bibin, ma me zimanê tu kesî
qedexe nekiriye ku em poşman bibin, ma
me li ser navê olê û îslamê dînsizî
nekiriye ku em poşman bibin.. Welhasil,
tu prtatîkeke me ya ku em poşman bibin
nîn e. Nemaze em ji kirinên xwe serfiraz
in. Gelê me jî bi çavekî pîroz li me
dinêre û hetanî dawiyê jî bi me re ye.
Dibe ku kurdên
Erdogan ji me hez nekin. Ev tiştek asayî
ye. Ji ber ku van bêşimşatên ku xwe
difiroşin, ne kurd in û ji ber ku ne
kurd in jî, hezkirina wan an nehezkirina
wan ne girîng e. Van derdoran an wê riya
rast bibînin an jî fena Cemîlê Çeto di
nava rûpelên dîrokê ji xwe re cî bibînin.
Heta ku zihniyet
ev be, gelê me yê bi rûmet û leheng, wê
li qadan bi dirûşmeya “Em ne poşman in,
em apocî ne!” hetanî ku Kurdistaneke
azad û xweser bê avakirin wê van çiyayan
vala nehêlin û tu carî poşman nebin…
|