| |
|
Çirûskên agir li ser tahtan
di nava reqsê de bûn!-2- |
Piştî
ku hevalê Eşref axaftina xwe qedand,
kêmek be jî em ketin ferqa rewşa heyî.
Lê gotina wî ya ku “windahiyên me hene”
kizînî bi dilê me xist. Hestên me yê
tolhildanê di çavên me de diçirisîn. Lê
pêwîst bû her tişt di bin kontrolê de
bana. Ji ber ku şer tenê bi hestan
birêve naçe. Rastiya şer jî, ji vê yekê
hîn dijwartir e.
Piştî ku çar
şehadet jî bûn pirs, me ji bo demekê vê
carê civîna pirsan avête bin hişê xwe û
ketin rêzê û birêketin. Piştî ku em
gihîştin hevalên xwe yên din, hingê em
fêrbûn ku biryara berdana Katoyê hatiye
dayîn û emê bi paş de vekişên.
Ji bona paş de
vekişandinê hejmara me pir pir zêdebû.
Vê yekê jî bi xwe re giranî çêdikir.
Dijmin jî dem bi dem ji tirsa xwe re, bê
ser û ber eletexmînî erazî gulebaran
dikir. Carnan jî li hewayê şiltaqê êgir
difirandin. Van şiltaqê êgir jî tevgera
me hindek girantir dikir.
Hetanî ku dengê
cengê hebû, derziya xulek û çirkên saetê
weke “Tiralê Bexdayê” dilebitîn. Niha jî
fena mehîneke germbûyî tu nikare serê
wan bigire. Belkî jî ji me re wisa dihat.
Bi rastî jî wisa bû. Niha jî têla xulek
û deqeyê du xetê pênc deqîqeyî, bi pişt
xeta nehê ketiye. Yanî saet ji nehan deh
dibûhurî. Di vê kêliyê de me xwe ji nava
tahtên Kato yê asê ku giranî çêdikirin
xelas kiribû û em li cem ava rûbara di
ber Katoyê re diherikî, rawestiyabûn.
Xuşîniya avê ji me re digot ku; “lêvên
xwe şil bikin, tîna xwe bişkînin, dibe
ku careke din ev derfet bi destê we
nekeve” Me jî xatirê avê neşikand û bi
ava sar qirika xwe şil kir. Lê tîna
hundirê me, emê bi çi sar bikin. Kerba
Dilşêr, Botan, Dijwar û Siyabend ku dilê
me sotandin, ne bi avê ne jî bi bayê sar
dişikiya. Encax û encax tolgirtina
hevalên şehîd wê bikaribûya kerba dilê
me yê şewitî hindekî rihet bikirana.
Ciyê ku em tê re
bi paş de vekişiyana, ji bilî giyayê
zozanan ên zerbûyî û çend kevirên belave
tiştek nebû. Li derdoran cî bi cî agir
bi giya û guniyan jî ketibû. Şewqa êgir
li hindek naverastan li me jî dida.
Lewra em di ciyê rût û tazî de bi meşa
qazan derbas dibûn. Ji bo ku em kêfa
dijmin xweş nekin, çi pêwîst bû me dikir.
Gava dijmn agirê hewayî yê şiltaqan jî
davêt, em tev bi erdê re dibûn yek.
Heçkû evîndarek evîndara xwe ramûse, me
jî wisa axê radimûsa. Çekên me jî di
hemêza me de bûn. Me çekên xwe fena
zarokên di hemêza zarokên xwe de
diparast, da ku neçirisin.
Bi qasî bîst
deqîqe an nîv saetê, bi vî şiklî em
tevnedigeriyan. Bêdengiya me di nava
teqûreqa fîşekan de li nav hev diket.
Fermanên ku dihatin dayîn, weke herîkîna
ava çeman pêk dihatin.
Belê; di nava vê
hewaya cengê de, di nava germahiya
hestan de, bayekî sar ji gundikekê li
jêr dibaliviya û enî û rûçikên me
dialaste. Lê ne sûda sira bayê payîzê ne
jî cemeda qutban dikaribû tîna dilê me
sar bikirana. Dilê me fena volqanekê
difûriya û em hîn jî dimeşiyan.
Piştî çend deqên bêhnvedanê, di
bêdengiya ziman û lêvan de me dest bi
meşa xwe kir. Lê dil û mejî yek kêlî jî
ranediwestiya. Dil hestan diquluband,
mejî jî bûyerê rojê mîna fîlmekî zindî
di ber çavên me re dibir û dianî.
Carinan bi lez, carnan jî bi tebat, li
ber çavên min, keşfa saharê, bêdengî û
xwînsariya hevala Leyla, dijmin, şerê ku
qewimî û dîmenên hevalên şehîd… Di nava
van xeyal û hizirandinan de, di carekê
de berê min ket asîman. Stêrkan tu tişt
ji rewnaqiya xwe berze nekiribûn. Ew
bûbûn şahidê bûyerê rojê. Lewra jî bi
rengekî matmayî li me mêze dikirin, fena
ku bipirsin, ma xêr e çibûye? Lê min
nedikarîbû tu bersivek ji wan re dana.
Tenê min ji xwe re got, hûn bi me re
bin, bes e, hûnê fêm bikin….
Wê
bidome…
nêvîsên berê>>
|