| |
|
Nûnerê rastîn ên kurdan kî
ne? |
Nîqaş
serê xwe girtine û diçin. Di têkoşîna bi
rûmet a 29 salan a PKK’ê de, li hember
PKK’ê dewleta tirk û hêzên navneteweyî
her cure rêbaz bikaranîn. Her hikûmeta
ku hat ser kar, bi xwexapandinê û
xapandina rayagiştî re, bûn wesîle ku
pirsgirêk xwe bigihîne van rojan û xwe
li nezaniyê datînin û dixwazin
pirsgirêkê basît bi dest bigrin. Dewleta
tirk ku her cure şerê derûnî li hember
kurdan bikar tîne, hewl dide ku
pirsgirêkê bi riya sofiyên AKP’ê ber bi
hêleke din ve bikişîne.
Çibûye AKP nûnerê
kurdan e, çêbûye serbolyazxanê DYA’yê ji
bona taştê bangî derdorên ku li dij
PKK’ê ne kiriye. Van hewldanan em basît
bi dest nagirin. Berê ji hêla serokatiya
me ve hişyariya “Dixwazin Hamas’a kurdan
ava bikin” hatibû kirin. Wisa dixuye ku
van derdorên marjînal, ji gel dûr û
maşika dewletê ne û yên li ser olê û
neteweperestiyê siyaset dikin, wê li
hember DTP’ê wekî alternatîf saz bikin.
Bi vî rengî îxaneta ku di nav de ne, wê
ji niha û şûn ve li ser navê kurdan, bi
navê kurdan bidomînin.
Di pêvajoyeke ku
nîqaşên erzan ên fena, “kî kurdan temsîl
dike”, “kî çiqas ray girtiye” de,
dixwazim bi mînakek bersiv bidime wan.
Wekî tê zanîn civaka kurdan bi awayekî
ola îslamê ecibandine û bawerî pê tînin.
Malbatên me hemûyan jî vê bawermendiya
xwe didomînin. Li hember xurafeyên olê,
li hemberî navgînkirina olê bi siyaset û
polîtîkayê û ji cewherê xwe dûr xistinê,
herî zêde PKK li dij derket û vê rewşê
qebûl nekir.
Niha jî em werin
cewhera mijarê û çanda govendan a di
civaka kurdan de vekin. Berê wekî
pêwîstiya olê, dawetên ku li dar diketin,
li ber erbane û defê çêdibûn. Piştre
dawet bi def û zirneyan û di demên dawîn
de jî bi tembûr an çalxiyan hatin
lidarxistin. Bes li hember vê yekê
derdorên oldar ên tûj bertek nîşan didan
û dawetên ku bi def û zirne û bi
tembûran çêdibûn heram hesibandin. Lê li
hember vê yekê em dikarin bêjin nifşên
nû vê çandê neecibandin. Fena berê
dawetên bi erbane an defê pir kêm bûne.
Heta di demên dawîn de qaşo dîndarên tûj
jî dest bi tembûrê kirine.
Di dawetan de ya
bingehîn û hêla herî xweş jî, her kes li
hev dicive û bi rojan govend tê gerandin.
Di govendan de hinek dibin “sergovend”,
hinek jî bi awayekî çalak di govendê de
cî digirin. Hinek bi çepik û tilîliyan
xwe bi awaza heyî re dikin yek û hinek
jî rûniştî temaşe dikin. Hinek ji dûr ve
ji dengê mûzîkê aciz dibin û hinekên din
jî, fena ku pêşiyên me gotine”dengê defê
ji dûr ve xweş tê” ji vê rewşê kêfxweş
dibin.
Niha em “dawet” û
“pirsigirêka kurd an kurdan” bişibînin
hev; yên ku di vê govendê de
“sergovendî” dike PKK’ye, yên ku bi
awayekî çalak di govendê de cî digire,
sempatîzan û xebatkarên PKK’ê ne. Yên
rûdinên –ku hejmara wan zêdetir e-
govendê dişopînin û bi dil û can bi
temaşekirina “sergovend” re ew erê
dikin. Vanan zêdetir beşên civakê temsîl
dikin, li hêla rastiyê ne û mirov dikare
vanan jî wekî partiya me ya legal bi nav
bike. Derdorek jî heye ku, dibêjin def û
zirne heram e, tembûr heram e û
tevliheviyan derdixin, dîsa hinek derdor
jî ji dengê mûzîkê bêzar in. Vaye ev
derdorên ku me niha bahsa wan kir,
derdorên ku ray dane AKP’ê ne. Derdorek
jî hene, dema ku dirûşmeyek tê avêtin
xwe davêjin telefonan. Vanan jî sîxur û
cahş in. Ev jî ray didin AKP’ê. Hinek jî
hene, hem ji gel hez nakin, hem ji
xwediyê dawetê hez nakin, hem ji yên ku
beşdarî dawetê bûne hez nakin hene. Van
derdoran li ber deriyê dewletê li pey
loqekî nan in û vanan jî derdorên mîna
M. Firat, M. Metîner, Ûmîd Firat û hwd.
in. Vanan ji her derê têne qewitandin û
mirov dikare ji vanan re bêje “tirşikçî”
Dîsa hinek derdor hene ku, bi dil û can
bi “sergovend” re ne, bes xeyîdîne û
dilê wan maye jî, ray dane AKP’ê. Bes
van derdoran roja giran, pêşengiyê jî
dikin.
Niha em ji vê
şibandinê bikevin rê û werin pirsa xwe
ya kî kurdan temsîl dike an kî xwediyê
vê dawetê ye. Ne hewceye ku mirov serê
xwe pê biêşîne jî, lê xwediyê dawetê
helbet “sergovend” e, yên ku li çepikan
dixin û tilîliyan dikşînin e û yên bi
hemû dilsoziya xwe bi “sergovend” re ne.
Ya yên din, ka em çi bêjin bila biteqin
û çawa ku ev 29 sal in xwe dixapînin,
bila niha jî bidomînin. Ji dûr ve
temaşekirinê û bi dek û dolaban, bêyî ku
xizmet bikin û xwe bihejînin bêjin ku ez
xwediyê dawetê me, wê zarok bi we
bikenin. Mixabin, ev dawet ne ya we ye û
wê tu carî jî nebe ya we…
|