Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 

ROJBÛYÎNA WE PÎROZ BE!

Yûcel Halîs

Em bi wesîleya salvegera 29’emîn a PKK’ê pîrozbahiyan dikin. Ev 9 sal in bê serokatî em pîrozbahiyan bi dilekî şikestî pîroz bikin jî, lê dîsa jî bi heman hest û bendewariyan pêşwazî dikin.

Wê roj bê pîrozbahiyên ku milyon li hev civiyane û serokatiya me lê hazir be emê li dar bixin. Ji bona ku em vê hêviyê pêk bînin, xwe gihandina serkeftinê deynê stûyê me ye.

Belê, rojbûyîna 29’emîn a PKK’ê ye, hem jî 29 salên ku bi êş û bextewariyên mezin. Yên ku PKK’ê jiyan kirine dizanin, yên ku bi PKK’ê re meşiyane dizanin.

Mîna ku helbestavanek dibêje, “Yên ku di vê riyê de vegeriyan çêbûn/Yên ku fena findan heliyan çêbûn…” û tu carî PKK’yîbûnê pêk neanîn, rihê PKK’ê fêm nekirin, ji wan re giran hat, bi îxanetê û radestbûnê re rê girtin û xwe noqî tariyê kirin û winda bûn.

Yên ku bi dirûşmeya “Em jiyanê bi qasî ku di oxira wê de bimirin hez dikin” di meşa bêmiriniyê de meşiyan. Yên mîna Xeyrî, mîna Kemal, mîna Zîlan û gelekên din, bûn bîrdareyên rûmetê yê PKK’ê û di riya kervana şehîdan de meşiyan.

Çend nifş çêbûn, çend nifş hatin û derbasbûn. 70-80-90-2000 û di nêz de 2010, bi dehan sal bihûrîn. Ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan gelek rakirin ser piyan. Bi qîrîna “PKK gel e, gel li vir e!” ev hate ziman.

PKK bû nasname. Bû navê rûmet, azadî û wekheviyê. Rûyê mirovantiyê spî kir. Bû çepereke berxwedaniyê ku qet têk naçe. Bû hêviya azadiyê, ziman û dilê gelan.

Yên ku navê “dijmin”, “cudaxwaz”, “terorîst” lê kirin çêbûn û çêdibin. Ji bona wan tê fêmkirin. Ev êrîş tê fêmkirinê, ji ber ku PKK di tifika wan de dara hêjîrê çikand.

Bêguman bi hêlên bîrdozî-polîtîk-rêxistinî û leşkerî, dibe ku PKK bê nirxandin, lê îro van hêlan li aliyek bimîne, PKK bi coş û bi moralê maneviyatê li dinyayê erdhej pêk anî. Ji bona PKK’yiyan rojbûyîn, destpêka hebûnê ye û navê şer e; bi kurtasî her tişt e. Helbet wê destpêkê PKK’yî bi coş bin, govend bigirin, agiran vêxin û li derdora wê semah bigirin.

Van rojan bi tevahî dijminên PKK’ê di êrîşê de ne û bi yek dengî êrîş dikin. Helbet wê ji wan re bersivek hebe, lê di 29 salan de hêza wan têrî nekir be, wê ji niha û şûn ve qet hêza wan têrî neke.

Rihê PKK li ber xwe da, li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Yên ku hewl didin PKK’ê têk bibin, ev 29 sal in di bin de digevizin. Her kes vê yekê wisa bizanibe wê di cî de be.

Destpêkê bi pîrozkirina cejna serokatî re, hestê girêdanê anîna ziman û ji bona pêre yekbûnê, roja biryarîbûnê ye.

Roja bîranîna şehîdan, bîranînên wan kirina hinceta serkeftinê û roja tola wan girtinê ye. PKK ku bû Partiya Şehîdan, di vê wateyê de, ev roj zêdetir bi hêz roja beşdarbûnê ye.

Bi kurtasî rojbûyîna we pîroz be.

Bi hêviya salên dûr û dirêj…

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE