| |
|
Dewleta tirk bi derewan
zivistanê anî! |
Dewleta
tirk bi tevahî saziyên xwe bi rojevên
çêkirî û derewan dixapîne. Bi derewên
xwe asîman qerisandin û bi xwe re
zivistanê anîn. Lûtkeyên çiyayê
Kurdistanê xwe spî xemilandin. Lê dema
ku tu xwe berdidî quntarên çiyê, bi
baranên dawîn re hewaya biharê heye. Bi
van hestan her hevalek bi hêviya
pêşerojeke azad û bi girêdana xwe, Roja
giravan silav dikin. Ev silav, bi
dirûşmên gelê me yê Wan, Êlih , Amed û
gelê me yê li qadên re dibe yek. Bi
fikirîna gelê me yê qedîm ku hatiye
çewsandinê re; bi dirûşmên “PKK gel e,
gel li vir e!” xewnên wan xera bûn.
Çapemeniya tirk,
serê xwe girtiye û ji xwe ne haydar e ku
ji Ûskûdarê derbas bûne. Li hember vê
dîmena şerpeze, mirov encax bikene.
Jixwe em dikenin jî. Ew qas bi derewên
xwe, xwe qanî kirine ku, ew bixwe “errrikk!”
dibêjin. Rewşa ku dewleta tirk ketiyê,
mijarê pêkenokên Namik Kemal in. Di
rojên dawîn de her çi hîkmet be, ji ber
qezayan mirina leşkeran zêde bûye. Nebe
ku ev term hê nû ji çemê Oramarê hatibin
berhevkirin! Ka em vê meseleyê bidin
aliyek, jixwe têrî xwe qehirîne. Em zêde
neçin ser wan de. Fena ku nivîskarek
digot; şibandina “cek” û “cak” re,
dewleta tirk ew maye ku derê diaya
baranê.
Niha ji nû ve hêvî
bi derve re hatine girêdan. Bi nûçeyên
dawîn ên girtinan, wê çend rojan sebra
xwe bînin. Lê piştre! Ew bixwe ev 30 sal
in bêsînor û bêrêgez xwe ji hêzên
emperyalîst re bazar dikin û her carê
destek jî girtin. Niha jî destek digirin.
Ev rewşeke cuda nîn e ku? Fena ku
parzemîna Emerîka ji nû ve keşf kirine.
Qaşo Erdogan bi hevdîtina dawîn, hêzên
başûrî û Emerîka girtiye cem xwe, ma wê
ji te nepirsin? Jixwe ev bi salane ku tu
li cem wan û hem jî di hemêza wan de
nînbûyî? Ma ew Sofî Gulen ku hûn binê
lingê wî dialêsin û we birêve dibe ne li
wir e? Ma tu bi hêzên “Kurdistana
Îlknûr Çevîk” re heta dawîn ne di
nava têkiliyên aborî û terîqatî de yî?
Ji niha de
rojnameyên tirk ku fena mesaya qeyranê
ya genelkurmayê dixebitin, krokiyên
piştî ku PKK tune bibe xêz dikin.
Ma çawa bû? Ka hûnê bihatana? Ka we yê
wisa wisa lêbidana? Ji me gotin, ev
lîstikxerakirine; dewleta tirk ji bona
ku neyê başûr li hincetan digere û
hêviya xwe li hêzên başûrî û Emerîka
girê daye. Madem hûn ew qas di şer de bi
bergir in, lêdanên ku we li bakurê
Kurdistanê xwariye têrî we nake, werin
em şer bikin? Belkî bi vê yekê kesên
alfiroş û yên goran dikolin bêkar
nemînin!..
|