|
Çirûskên agir li ser tahtan
di nava reqsê de bûn! |
Saet
ji sisêyan bihûrîbû. Fikr û bala me bi
tevahî li erazî bû. Ji nişka ve weke
ewrekî bêwext dengê roketavêjek di nava
heft qatê jorîn ê asîman de veda. Êdî ne
dengê daholên cengê bû, ceng bixwe bû.
Xeyalên me, çavên me, guhên me, hestên
me tevan berê xwe da ciyê teqînê û
bêhemdî xwe, me xwe avête çekên xwe.
Heçko li cem me jî wê dest pê bike. Lê
ev nebû!
Ji ber ku niqriskên fîşekan, ji cem koma
hevalên me yê li Deriyê Hirçê bi cî
bûbûn dihat. Pê re jî hevalekî got; “Bi
xwedê ev şer li cem hevalên tepecî ye!”
Hevalekî din; “Ma ne pêwîst bû hevalên
di kemînê de destpêkê lêdabana?” Careke
din hevala Leyla bi xwînsarî axaftinên
xwe kir û got; “Heval ma her tişt li ber
çav e. Şer li cem tepeciya ye. Em
niazanin çima ev rewş wisa çêbû. Ji ber
ku divê hişyariyek mezin hebûna. Xuyaye
hinek tişt weke ku hatî plankirin pêk
nehatiye, qe nebe ji niha û şûn ve em
hişyar bin û baş bişopînin.” Di vê
navberê de, di cîhazê de bangî tîma me
hate kirin.
- Hevala Leyla!
Piştî bersivdayîna “guhdar im!”
- Heval, hevalên li gir in bi dijmin re
ketine şer. Divê hûn hişyar bin. Ku
guherînek çêbû, emê ji we re bêjin. Ger
ku we jî agahiyek girt, demildest em
agahdar bikin. Bila cîhaza we timî
vekirîbe.
Dengê teqînan her diçû zêdetir dibû û
şerekî dijwar li dar bû. Her diçû dengê
narîncok, fîşek û qarewara leşkeran di
nav de olan didan. Dengê bîksiyê (BKC)
weke tilîliyan dirêj dirêj olan dida.
Gurmîniya narîncok û guleyên arpîcê,
fena gurmîniya tavanên bihara bûn.
Çirûskên agir li ser tahtan diçûn û ev
dîmen û dengê şer, kela dilê me gihande
asteke bilind. Gurmînî û teqîn bê
rawestîn bû. Ger mirov jê re bêje daweta
şer, wê di cî de be. Lê a rast ne dawet
bû û bi hemû sotîneriya xwe şerek dijwar
û di nav hev de.
Tîma me li ciyê xwe di çepera xwe de
rûniştîbû. Li çepera me liv û lebat nîn
bû. Lê hest û dilê me li cem hevalan bû.
Mereqa me ya li ser hevalan, hundirê me
diheland. Her wisa bê navber bi wîzînî û
gurmîniyên bê navber, şer du saetan
berdewam kir. Dengê perwaneya kuçikê
belek –kobra- li nav tahtan olan dide û
taht dilerizîn.
Ax! Kelecana dilê me wer lê dida, lê
mixabin tiştekî ku me bikirana nîn bû.
Tenê me hêvî û xweziyên dianî ziman, ew
qas. Her meraqa me, rewşa hevalan bû. Me
digot, hema heta bibe êvar, tiştek ji
hevalan neyê temam e. Pê re jî hêdî hêdî
şevê qirasê xwe yê tarî avête ser
meydana şer.
* * *
Bi tarîtiya şevê re her tişt guherî.
Bêdengiya şevê û lalbûna şevê nemabû.
Tenê çek diaxivîn. Dil lêdidan. Herset û
meraqa hevalan jî hundirê me diguvaşt.
Her diçû fena ku em bifetisin bêhna me
teng dibû. Hevaltî şîrîn e hevalno! Ha
tu ha hevalê te!
Her çû tarîtiya şevê serdest bû, dengê
çekan her çû kêm bû. Ev dihate wateya ku
rewşek din destpê dike. Careke din
wîzînî bi cîhazê ket:
- Leyla! Leyla!
Ev hevalê Eşref bû. Pirs kir ka tiştek
nû heye an na û da zanîn ku bi awayekî
baldar destê xwe bidin me.
Axaftinên hevalê Eşref gelek ji me re
balkêş hatin. Ji ber ku me tiştekî wisa
texmîn nedikir. Lê xuyaye ku hinek
tiştên cuda hene. Jixwe dema ku hevala
Leyla got, tiştekî nû nîn e, ne ji dil
bû. Bi her awayî di rû û çavê me de,
diyar bû ku tiştek heye. Lê hinek tişt
hene ku bi cîhaza nedihatin gotin.
Di mejiyê me de gelek pirs hebûn û her
diçû zorê dida fikrên mirov. Gelo çibûye?
Emê çibikin? Heval çi difikirin? Çima
bang li me kirin? Pirs ketibûn pêşbaziyê
û li benda bersivên xwe bûn.
Belê, bersiva pirsên me li jêr, li cem
hevalan bû. Di nava pêşbaziya pirsan de
me çentê xwe girt û çek di dest em ketin
tevgerê. Berî ku têkiliya cîhazê, me
texmîn dikir ku, wê hevalê me yê li jêr
wê ber bi me ve werin. Beravajî vê berê
me li nişûfê (berjêr) ye. Mîrata tahtên
katoyê, fena birekê ne. Divê em bi lez
herin, bes her em lez dikin jî, solan
dibire. Hêdî hêdî di tarî-zilûmatê me
xwe gihande yekîneya hevalan.
Saet dehê şevê bû. Heta tu bêjî di nava
hevalan de bêdengiyeke fena ya stêrkan
serdestbû. Lê liv û lebateke fena
zivirîna stêrkan jî hebû. Me dest bi
amadekariyan kir, bes em zêde serdestê
planê nîn bûn. Hevalê Eşref, dest bi
axaftinê kir û me li dorê xelekek ava
kir. Hevalê Eşref; “Heval, wekî ku em
difikirîn plan pêk nehate. Xuyaye dijmin
hindek tişt di planê me de ferq kiriye.
Ji ber vê yekê dijmin nekete dafik û
kemîna me. Bi qasî ku me di cîhazan de
fêm kiriye, hevalan hindek dîmen dane ku
ev jî mijareke ku em piştre nîqaş bikin
e. Hevalan derbeyek baş li dijmin daye.
Çar hevalên me şehîd ketine. A niha emê
birêkevin. Bila her heval tevlî tîma xwe
bibe.” Wê
bidome…
nêvîsên berê>>
|