| |
|
Werin em êşa Oramarê mezintir
bikin! |
Vê
heftê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat.
Rêber Apo ji bona rojên pêş daxuyanî û
hişyariyên gelek pîroz da. Li hember van
daxuyanî û pêşniyaran dewleta tirk
rojeva xwe ya şovenîst kûrtir dike. Bi
mijarên biçûk re serêşandin û
xwexapandin didome. Bi serdana Erdogan
re, Tirkiye xwe bi tevahî pêşkêşî
Emerîka kir. Belengazî û tengavbûna
artêş û hikûmeta tirk di meseleya
leşkerên dîl de tam diyar bû.
Ji Tirkiyê re hinek soz hatin dayîn,
bazaran wan bi dilê wan be. Bes ev bazar
li çiyayê Kurdistanê pênc qiriş nake.
Emerîka kaşo bi armanca agahiyên
îstîxbaratî berhev dike, xwe dike hedefa
gerîla. Bila her kes vê bizanibe ku, em
ne ji Emerîka û ne jî qaşo ji tedbîrên
pêşmergeyan natirsin û wekî her car, em
dibêjin “keremkin, ciyê me belî ye û em
li benda we ne!”
Van rojevan rojêvên sûnî ne. Mijarên
teknîkî û leşkerî ne. Em ji xwe re zêde
nakin pirsigirêk. Rojeva gerîla rojeva
serokatî ye. Rewşa tenduristiyê ya
serokatiya me, cidiyeta xwe diparêze. Hê
jî saziya bi navê CPT daxuyanî nedaye û
xwe dike hevparê îşkenyên li ser
serokatiya me. Rewşa tenduristiya
serokatiya hatiye qonaxeke xeter. Ku ev
rewş wisa bidome, wê rojên ku em
operasyoneke derveyî sînor pêk bînin
were. Piştî ev hesasiyeta gerîla û gelê
kurd bi kampanyaya “Êdî Bes e!” derket
asta herî jor, ev rewş tê hewldayîn ku
ji rojevê bê derxistin û bi êrîşên
hovane hewl didin em xwe bixin rewşeke
parastinê. Lê di rastiyê de yên ku xwe
biparêzin divê dijminê gelê kurd bin.
Rewşa me ne rewşa parastinê ye. Taqtîka
ku tirk û hevalbendên xwe dikin, ji bona
ku sûcên xwe veşêrin, bi her awayî êrîş
tînin ser gelê me. Li bakur pêlên
şovenîstî ji hêla artêş û hikûmeta AKP’ê
ve tê organîzekirin; li Rojavayê
Kurdistanê Beşar Esad dûviktiya tirkan
dike û van polîtîkayan li ser navê bavê
xwe dike. Li hember vê yekê me daxuyand
ku, ev rewş bidome, wê sibe roj bi heft
çavan li benda bavê xwe be.
Serfermandarê artêşa tirk Bûyûkanit, di
demên dawîn de daxuyand ku; “ewê êşên ku
kurd xeyal nekin bi wan bidin tamijandin”
Bes wî bixwe bi heşt leşkeran, bi şerê
Dêrsîm û Cudî bersiva êşa xwe girt. Ev
wan dîn û har dike û xwe bi her awayî
difrojin dinê. Emerîkayî dîsa tinazên
xwe bi wan kir. Erdogan, xwefirotina xwe
li her derî didomîne. Balkêş e ku
Erdogan di daxuyaniyeke xwe de, dida
zanîn ku pêwîst e em jî golek bavêjin.
Wisa dixuyeke ku gola ku li Oramarê
xwariye lê rûniştiye û her hewl dide tê
de bi cî dibe. Di ser de jî balkêş e, ew
takima wan a fûtbolê jî, bi qasî hejmara
leşkerên dîlgirtî gol xwar. Ev hejmara 8
her hal, her hal wê tirk jibîrnekin…
Me got rojeva me, rewşa serokatiya me
ye. Mifta jiyaneke azad Rêber Apo ye. Ji
bona ev êrîş vala bên derxistin, divê
pêngava 2007’an baş bê fêmkirin. Kadro û
xebatka divê ji niha de dest bi
pêşengiya vê pêngavê bike û serhildanên
mezin biafrîne. Dîsa wekî peywira sereke
beşdarbûna gerîla wekî peywireke herî
pîroz li pêşiya ciwanên kurd e. Divê
neyê jibîrkirin ku hetanî ku gel neyê
birêxistinkirin, beşdarbûnên gerîla zêde
nebin, serhildan neyên bipêşxistin; wê
ewlehî û parastina serokatiya me misoger
nebe. Artêş û AKP di şexsê serokatiya me
de, teqez biryara tunekirina gelê kurd
dane. Hêzên paramîlîter û kontra
têxistine dewrê. Bûyûkanit, fena
sadîstan gilêz ji devan diherike.
Wê demê yek bersiv ev e; ji bona ku
Bûyûkanitê sadîst ew êşa ku bahs dike
netamijîne; werin artêşa gerîla mezin
bikin, werin em Tirkiyê li wan bikin
dojeh, werin em xwefirotiyên ku piştgirî
didin AKP û AKP’ê li Kurdistanê didin
jiyandin, tûfî rûyê wan bikin û hesabê
vê îxanet û dijminahiyê ji wan bipirsin
û werin em bi dehan Oramaran bi wan
bidin tamijandinê…
|