| |
|
Ciwanên kurd, mafê xwe yê
misîleme û rewa bikarbîne! |
Rojeva
leşkerî û siyasî kelekel e. Hesasiyetên
kurdan li ber çavan nehatin girtin û
înkara dîrokî domiya. Her çû di reşwa
serokê gelê kurd Rêber Apo de guherîn
çênebû û ev meheke hevdîtin pêk nayê.
Kampanyaya xwedî derketina Rêber Apo
“Êdî bes e!” ji ber qaşo operasyona
dersînorî li paş hate xistin. Dewleta
tirk bi hemû saziyên xwe vê rewşê, hewl
dan ku ji rojevê derxin. Pê re jî êrîş
li ser êrîşan li ser sazî û tevahî
kurdan zêdetir bû.
Bi berxwedaniya Oramar re rojev bi
tevahî guherî. Di şer de bi tevahî
serdestiya psîkolojîkî kete destê me.
Artêş û gelê tirk ê nijadperewst rondik
ji çavên wan kêm nebû. Di ser de jî 8
leşkerên wan dîl hatin girtin. Leşkerên
tirk bi sekna xwe, îmaj û xuyanga artêşa
tirk ser û bin kirin. Belengazî derket
asta herî bilind. Ew artêşa tirk û ew
leşkerê wan ê qaşo bedelî dinyayê bûn,
di bin ala HPG’ê de hemû dinya temaşe
kir. Qaşo TV’yên tirkan qedexe kirin, lê
cîhana razberî ya înternetê vê vala
derxist û zêdetir kes van dîmenan temaşe
kir. Malpera me bi rojan 100 hezar kesî
zêdetir hate şopandin. Bi hezaran
pîrozbahî ji gelê me hat. Ev moral û
baweriyeke mezin da gelê me.
Niha rewşa dawîn çi ye? Wîlewîla şer a
artêşa tirk bi awayekî bêpîvan didome.
Li ser windahiyên dawîn, bi derewên
sosret hewl didin ku vê binketina xwe
bincil bikin. Her roj me bombe kir, her
roj bi teknîka xwe peznên xwe didin, emê
biqedînin, me qedand xwe dixapînin û
dixwazin çavê gelê me bitirsînin. Lê ev
propagandayên vala ne. Bila tu kes guman
neke. Heta ketina wan başûr wê ji bona
pêşketinên siyasî baştir bibe. Qe nebe,
wê hinceta başûr ji destê wan derê.
Şovenîzm pêl bi pêl mezin dibe. Vê heftê
jî bi serokatî re hevdîtin ji hêla
şovenîstan ve hate asteng kirin. Gelek
bûroyên DTP hatin şewitandin. Gelek
girtin çêbûn? Her roj, her kêlî
çapemeniya tirk heqeret li ser heqeretê
bi kurdan dike. Lê li hember vê, sekna
gel û bi taybet sekna ciwanên kurd çi
ye? Ev sekn ne li gorî demê ye. Nexwe
ciwan di rewşeke parastinê de ne? Hestên
opûrtûnîstî nepixîne? Yan jî ev pêla
şovenîst, bi armanca çavtirsandinê ye û
lewaziya sîstema tirk nîşan dide.
Ya ku bê kirin belî ye. Dem dema
bikaranîna mafên parastinê ye. Ku ew
êrîşî te dike, li metrepolan gelê me
tengav dikin, tu jî li Amedê, Batmanê,
li Wanê û li gelek deverên Kurdistanê
mafê misîlemeyî bikarbînî.
Wê demê em vê bêjin? Bi rihê
berxwedaniya Oramarê, ciwan xwe
bihejînin, zend û bendên xwe badin. Li
Kurdistanê teşkîlatên AKP, CHP û MHP
divê hedef bêne girtin. Kesên ku van
partiyan li piya dihêlin divê dijmin
bêne îlankirin û hesap ji wan jî bê
pirsîn. Gelek terîqat, fêrgeh û saziyên
ku girêdayî AKP’ê ne û li ser navê dîn
kar dikin û dijminantiya tevgera azadiyê
dikin, hedef bêne girtin. Hewce bike, bi
dirûşmeyan, li ser dîwaran bê nivîsandin
ku “bicehimin ji welatê me” bê gotin.
Madem ku şovenîzm bê pîvan tê zêdekirin
û ev ji hêla dewletê ve tê tanzîmkirin,
wê demê divê ciwan dev ji têgehê
demokrasî û aştiyê berdin û di asta herî
bilind de mafê bersivdayînê bikarbînin.
Ciyê ciwanan çiya ye, ciyê ciwanan kolan
in û karê ciwnan çalakî ne.
|