| |
|
Baweriya Tirkiyê Mirina
Tirkiyê jî bi xwe re tîne |
Her
pêvajo di rastiya xwe de pir tiştên cuda
diafirîne. Bi taybet ji bo kurdan her
pêvajoyekî derbas dibe wateyekî cuda
hildigre. Çimkî di her kêliyên demê de
di navbera mirin û jiyanê de, li ser
xetekî tenik de derbas dibin. Ji bo wê
her pêvajoyeke ku derbas dibe, di
rastiya xwe de serkeftineke veşartî
hildigre. Çimkî xeta mirin û jiyanê, ber
bi jiyana azad ve xwe dide afirandin.
Belkî ev di vê pêvajoyê de neye fêmkirin,
lewre dîrok di hişê xwe ya mirovahiyê de
vê yekê dinivisîne. Niha jî ev xet xwe
veguheztiye, yek rê. Yanê ji kurdan re
tenê riyekê hiştine, dibêjin bimire! Di
dema par bombeyeke ku li Amedê teqî, di
wir de ji me re gotin ku, êdî tu jiyan
ji bo we nîn e. Dema gotin “Kurdên herî
baş, kurdên mirî ye” bi awayekî zelal
rastiya dîroka ku tê jiyankirin eşkere
kirin.
Di vê bingehê de polîtîkaya înkar û
îmhayê di her pêvajoyê de domandin.
Lewre di sala 2007’an de ev êrîş xwe
veguhezte asteke pir dijwar. Tu qadên
jiyanê nema ku dest navêtin. Serokatiya
me di bin zext û zoriyeke mezin de ye.
Gelê me li ber xeteriyeke pir mezin ve
diçe. Li dijî Tevgera Azadiya Kurd,
hêzên şerker ên azadiyê operasyon bê
navber berdewam kirin.
Niha jî dixazin Tevgera Azadiya Kurd ji
tevahî holê rabikin. Hem artêşa Tirk,
hem hikumeta wê di vê bingehê de
gîhaştine peymanekê. AKP ji bo ku xwe li
ser lingan bigire, ji artêşê re dibêje
tevgera kurd tune bike. Ji bo wê hemû
derfetan bikartîne. Li gel vê rola AKP’ê,
bi nijadperezên kurd ve, bi polîtîkaya
birçîkirinê ve dixwaze hêza gel tune
bike. Di vê pêvajoyê de du êrîş li pêş
hev têne meşandin. Yek siyasî, yek jî
leşkerî ye. Em niha li ser milên siyasî
bisekinin.
AKP di Tirkiyê de li dijî xwe tu hêzên
dijber û azad nehiştiye. Yê ku herî
bingeh de li dijî van êrîşan tevdigere,
têkoşîn dike, gelê kurd e û ev yek ji bo
xwe xeteriyeke pir mezin dibîne. Lingên
vê yê destpêkê jî li dijî Serokatî li
pêş dixe. AKP dizane ku di milê raman,
hest û bîrdozî de nikare Serokatî tune
bike an jî ji bo xwe bikarbîne. Ji bo wê
jî jehrdayîna Serokatî xist rojevê.
Lingên duyem jî, li ser gel tê meşandin.
Gelê kurd dixwaze bi nijadparezî û xeta
nokertî ji vîna azad dûr bixe. Di milekî
de şekir dide, di milekî de jî hezar car
dikuje. Xwe nêzî gel dike, lewre wek
moriyekî dixwaze bikeve nav raman û
hestên azad ê gel. Dixwaze kurdên mirî
ava bike. AKP vê polîtîka xwe li ser
bingeha serkeftina hilbijartinê digire
dest û pêş dixe. Lewre li gor min di
encamên hilbijartinan, ne serkeftina
AKP’ye. Bi awayekî zanistî di çapemenî û
TV’ de tînin ziman. Li dijî DTP’ê bi
awayekî şerê psîkolojîk bikartîne. Yanê
dibêje “Hûn binketin, dev ji vê têkoşînê
berdin”. Bi vê ve dixwaze hêza gel pasîf
bike. AKP bi taybet li ser gel disekine.
Li gor min ji şerê ketina Tirkiyê ya
başur wêdetir, şerê herî mezin û bêdeng
li Kurdistana bakur li ser gelê me yê
welatparêz tê meşandin. Talûkeya herî
mezin li ser Serokatî û gelê me tê
meşandin. Ger em êrîşeke tunekirinê
bikin rojevê, êrîşa herî mezin di vî
milî de tê meşandin. Yê ku herî xeteriyê
de ye Serokatî û gelê me ye. Gelê me
bila bi zanistiya parastina rewa
tevbigere. Li dijî êrîşên her awayî hêza
xwe ya azad bikarbîne. Wisa bêdeng nabe,
êdî pêwîst e bersiveke tund we re dayîn.
Di vê rê de şîdeta ku bê bikaranîn jî
rewa ye. Ger bi hêsanî mafê gel nadin,
wê demê gelê me bi tundî mafê xwe bi xwe
bigire dest. Pêwîst nake ew bidin, emê
ji xwe van mafan bistînin, çimkî ew maf
jixwe yê me ne. Ji bo wê pêwîst e ev
rastî bi awayekî baş bê dîtin.
Di milê êrîşa leşkerî de jî, jixwe ji
destpêka 2007’am vir ve êrîşên li dijî
gerîla ranewestiya ye. 2007 bû sala
şerên dijwar. Niha ketina başûr a
Tirkiye di rojevê de ye. Jixwe teskere
jî ji meclîsê girtin. Lewre pirsgirêk
ketin û neketina başûr nîn e. Pirsgirêk
di vir de bi vê rojevê ve hindek
polîtîkayên xwe ji hêzên başûr ê
Kurdistanê re, Emrîka re û hêzên din ê
heremê re bide kebul kirin. Dîsa ji hêla
tevgera azadiyê ve acîliyeta rewşa
serokatî re girêdayî kampanyaya “Êdî Bes
e!” hate destpêkirin. Ev nîqaşên
badilhewa yên operasyona dersînorî,
pêngava ku gelê kurd bavêje û ji bona
azadiya serokatiya me hewl dide ji
rojevê derxe. Jixwe Tirkiye dizane
bikeve başûr nikare serbkeve, an jî
nikare PKK tune bike. Ev genelkurmay bi
xwe jî baş dizane. Lewre wek amûrekî
tehdîtê ye. Çend eskerê wan hate kuştin,
di Tirkiyê de tofan re kirin, wek ku
cara yekem e leşkerên tirk dimirin. Na!
Çima ji bo eskerê din wisa nekirin,
mirina eskeran jî ji vê polîtîkayê qirêj
re dixwazin bikin amûr. Yanê hurmeta
Tirkiyê ji miriyê xwe re jî nemaye. Ji
bo Tirkiyê çend leşker bimirin jî
pirsgirik nîn e. Tu fikarên wan ê divê
milî de jî nîn e. Di milekî din de jî,
hindek dibêjin qey şerê leşkerî nû
destpêkiriye, yê ku wisa dibêjin, emê ji
wan re bibêjin Rojbaş! Ma hûn heta niha
çi dikin! Ev yek tiştekî ne nû ye. Lewre
ger Tirkiye bikeve başûr, wê çawa bê
pêşwazîkirin jî dizane. Ma gerîla li
başûr de rûneniştiye. Ji xwe em êdî pir
hêrs bûne. Dilê me wek volqanê tol
dikele. Ger tirk bên, hêzên me jî wê wan
baş pêşwazî bike. Bila tu kes hesap neke
ku PKK tenê li başur de ye, di başûr,
bakur, rojhilat û rojava, derveyî welat,
PKK wek tovekî di nav xaka Kurdistanê de
belav bûye û wek rojê ronahiyekî dide
Rojhilata Navîn. Bila Tirkiye teknîka
xwe ya modern re jî bawer neke, insan
teknîka herî pêşketî ye. Wê ew baweriya
Tirkiyê mirina Tirkiyê bi xwe re bîne.
Şaşitiyeke pir mezin tê kirin. Bila tu
kes şaş nebe!
|