Di her demên têkoşînan de demên
derbasbûnê hene. Di van deman de livbazî
û tevgerîbûn zêde bal nakşîne an mîna
berê dixuye. Yan jî dema ku pêngavek bê
avêtin, berî wê bêdengiyek çêdibe. Di
van deman de her kes hêvîdar û bendewar
e. Şîrove bi pêş dikevin. Şerên taybet
ên qirêj dikevin dewrê. Ev demeke ku
rewşeke wisa xuya dike.
Tevgera Azadiyê 30 salî zêdetir e ji
bona jiyaneke azad û bi rûmet, ji bona
ku gelê kurd pêşeroja xwe bi awayekî
azad diyar bike, ji bona tola hezaran
salan ji dîrokê bigire; bi taybet li
hember dewletên kevneşop ên mîna Tirkiye,
Îran, Sûrî serî rakir û piştre dinyayê
li hember xwe dît û li hember dinyayê jî
sekinî. Di her demên têkoşînê de Tevgera
Azadiyê ji bona ku bêyî xwîn birêje,
kete nava hewldanan. Şerekî tebat li
hember van rejîman lidar xist. Di encamê
de me xwe gihand rojên îroyîn. Digel ew
qas pêşketinan, gav nehat avêtin û her
gavên aştiyane wekî qelsî, lewazî hate
dîtin. Piştî ku rewş ev e, Tevgera
Azadiyê niha jî hatiye qonaxa şerekî
çalak ku lidar bixe. Ji bilî vê riyek
nehatiye hiştin.
Ku dahûrîneke baş bê kirin, rewş aşkere
ye. Ne sedî nod, sedî sed biryara jiholê
rakirina Tevgera Azadiyê û qirqirina
gelê kurd li çar parçeyan hatiye girtin.
Nêzîkatiya dewletê li hember serokatiya
me, kêr gihandiye hestî û niha hestî jî
diqurisînin. Kuçikên xwefirotî yên mîna
Umîd Firatan, Metîneran û Tanan
têxistine dewrê û ji xwe re li ser
sergoyan diewtin. Her li fersendek digerin ku
komkujiyan bikin. Li Şengalê li hember
çavê dinê komkujî kirin. Wê êrîş û
komkujiyên wisa her biçe zêdetir bibin.
Ne ji PKK’ê be, ku ew hêza me nîn be, wê
di çend rojan de li ser rûyê erdê kurdek
xwedî rûmet nehêlin. Yanî dema biratî û
çareseriyeke demokratîk di kokê de
nehatiye hiştin. Di rastiyê de piştî vê
kêliyê jî pir ne xema me ye jî.
Tevgera Azadiyê di pêşengiya Rêber Apo
de, di her demê de bi gel re bûye yek û
hev temam kirine. Sekna me ji gel re
hevî û moral e, ya gel jî ji me re wisa
ye. Di rastiya şeran de kî li ser kê
serdestiya psîkolojîk pêk bîne û kî
îradeya kê bişkîne ew li ser dikeve.
Niha rewşa heyî artêşa tirk her roj
windahiyan dide, bes tu mirî û
birîndarek xwe nabêje û bi awayekî
veşartî dişîne malbatan. Çapemenî li
gorî fermanên serfermandariyê nûçeyan
saz dikin. Li hember vê yekê em wekî
tevger, li gorî berpirsyariyên xwe yên
şoreşgerî malbatên şehîdan agahdar dikin
û şehîdên xwe îlan dikin. Di demên dawîn
de mîna ku her roj gerîla şehîd dikevin,
artêşa tirk windahî nade, ew serketî ne,
wisa here wê qira wan bê û hwd. nêrîn bi
pêş dikevin. Rast e di demên dawîn de
hevalên me yên leheng, hevalên me yên ku
her yek bedelî vê dinyayê ne, bi egîdî
xwe gihandin qonaxa herî pîroz a
şehîdiyê. Li di rastiyê de ev ne ji ber
bi hêzbûna artêşa tirk e. Mîna ku tê
nîşandin nîn e. Artêşa tirk her çiqas bi
teknîka xwe bawer e, li çiyayên
Kurdistanê ev teknîk li hember gerîla ew
qas bi bandor nîn e. Ku rêzik û pîvanên
gerîlatiyê tam pêk bê, difna hevalek me
jî xwîn nabe. Bila gelê me ji van êrîşên
psîkolojîk re hişyar be. Ev sî sal in
dijmin dibêje me qedand, çend heb man,
filan û bêvan!
Li hember vê yekê dijmin li çiyayê
Kurdistanê her roj derbeyên giran dixwe.
Gerîla ji bona pêngavên mezin amadekarî
dike, ji bona şerek mezin û demdirêj li
dar bixe, di nava hewldanan de ye. Di
pêvajoyên ku amadekarî têne kirin de,
her dem bi xwe re rîskan tîne. Ji ber ku
hêzên te di rê de ne, bi cî nebûne, li
eraziyê ku dikeve şer li hember teknîka
dijmin nikare xwe biparêze. Lewma demên
dawîn şehadetên me çêbûn. Li hember vê
dijminê gelê kurd, bi avakirina dîwaran,
bi herêmên tampon dixwaze amadekariyên
pêngavekê bide rawestandin. Tiştê ku
dijmin niha dike ev e. Rê li ber
pêngavek dixwaze bigire. Zêdetir tiştek
ku bike jî nîn e.
Ev hêlek bû. Hêla din, sekna me hem
leşkerî hem jî siyasî, bi taybet demên
dawîn –hilbijartin jî di nav de- gelek
hêvî da dijmin. Dîsa artêşa tirk tarza
şerê xwe guhertiye. Ew jî qaşo li çiya
gerîlatî dikin. Her çiqas gelek caran
dibin nêçîra gerîlayan jî, lê dema ku
derbe dixwin, pê re jî qad firokeyan tê
lêdan û pişte bi hezaran leşkeran qadê
digirin. Yanî niha artêşa tirk bi
taqtîkên me tê ser me. Wê demê em
nikarin bi taqtîkên berê bi dijmin re
şer bikin. Ji ber vê yekê, şerê
gerîlatiyê de tarz guherîn destpêkiriye.
Dîsa tenê şer li çiya jî nabe, divê
bajar jî di vî agirî de bişewitin. Bila
gumana gelê me nîn be. Gerîlayên ku bi
salan li çiyayan e, wê li hember ev
artêşa bizdonek, ew artêşa ku bê teknîk
nikare şer bike, ew leşkerên ku ji ber
tirsa mirinê psîkolojiya wan xerab bûye,
ew leşkerên ku her çavên wan li riya
malê ye, xwedî zarok û xwedî mal in
têkoşînê bilind bike û wê çiyayê
Kurdistanê bi xwîna wan bê avdan.