| |
|
Paytexta generalê biçûk Amed! |
Amed deng û awaza têkoşîna azadiyê,
hesreta dilê têkoşeran, evîna welatê
rojê. Amed rûkeniya zarokan, xiroşa dilê
jinan, hênasa zêrîn a dîroka Kurdistanê;
Amed wargehê lehengan, cî û meskenê
Delîlayan, Avestayan û Andokan. Amed
hêviya dilê şervanê azadiyê, hesreta bê
dawî ya lehengên çiya. Amed navê
generalên biçûk, Amed, Zîlan, Amed,
Şîlan; Amed Dîlan û Amed hemêza dayîka
xwedawend. Amed meskenê agir a mazlûm,
roniya şevê ya Xeyriyan, peytaxta dilê
kurdan û rihê berxwedanvan ê Apociyan…
Ger hûn biçin di
kuçeyên Amedê de bigerin, di bircên
Amedê de rêwîtiyê bikin, di kolanên
berxwedanvan ên Amedê de bigerin, hûnê
bibînin ku Amed warê kî ye? Hûnê bêhna
kulîlkên azadiyê hê di destpêkê de
bigirin dilê xwe. Hûnê deng û rengên
keskesor bibînin li ber çavên xwe. Hûnê
bergeha xwe ya yekem de bigirin dengê
dîroka zindî. Amed dîroka zindî ya
Kurdistanê ye. Di hemû kêliyên demê xwe
de şopên têkoşîna azadiyê di xwe de
hildigire. Di hemû bedewiyên xwe de
xwîna ku bi azadiyê ve şûştin, di
pariyek nan û tasêk ava Amedê de hûnê
bigirin hundirê xwe. Xeyalên dîrokê,
hêviyên dilê mirovan û azweriya azadiyê
dema hûn bihost bi bihost bigerin, hûnê
di dilê xwe de hîs bikin.
Ji bo wê ye ku,
dijminên azadiyê, dijminên gelan nikarin
bi rihetî Amedê de bigerin. Nikarin
awirên çavên mirovan, lîstokên zarokên
Amedê binêrin. Dilê wan ê ku vê yekê re
bike û mejiyê wan ê ku vê rastiyê
têbigîhîje nîn e. Zarokên dildar ên
Amedê, nahêlin ku, bi hêsan dijmin di
kuçeyên Amedê de bigerin. Her tişt di
wir de ew qas erzan û hêsan nîn e.
Ji bo wê jî bi
bombeyan, bi kîmyasalan û bi guleyan
dibarînin di her derê welatê me de, ji
bo wê nikarin bi cengawerî şer bikin, di
pişt teknîkê de mirinê dibarînin. Di
salvegera teqîna ya 12’ê îlonê de mirov
vê yekê bi awayekî berbiçav dibîne. Her
çiqas salekî li ser vê êrîşê de derbas
bû, berxwedaniya wan zarokên nemir,
generalên biçûk tucar jibîr nebû. Her
dem wek rihekî azad di nav ewrên çavên
zarokên Amedê de jiyan kirin. Ew zarokên
ku her yek wek rihekî zindî, her yek wek
destana nemir, her yek wek tola dîrokê
bû. Ew zarokên temenê wan biçûk, lewre
xeyal û ramanê wan ji hemû mirovên xof û
kor mezintir bû. Ger ewqas bedew û mezin
neba, ew qas dewleta nijadî nikarîbû
bidin tirsandin. Ger navên wan ew qas
bilind û gêş neba, nikaribû hêzên
nijadperest bikin nav xof û tirseke
mezin. Nebêjin çend zarok an jî çend
mirov û derbas nebim. Ew zarokên ku di
temenê xwe yê herî biçûk de jî rûmetiya
mezin da afirandin. Ev tiştekî hêsan nîn
e. Her mirov nikare bibe cengewariya vê
rêkê, her mirov nikarê vê hêz û rûmetê
diyar bike. Lewre ew zarokên nemir, ew
zarokên azadiyê, ew zarokên Amedê vê
yekê di temenê xwe yê herî biçûk de rave
kirin. Amed xwedî zarokên xwe derket,
zarokên Amedê xwedî rih û berxwedaniya
Amedê derketin. Ev têkîlî ji têkîliya
dayîk û zarok, bav û zarok hê bedewtir û
hê mezintir e. Amed cewherê zarokên
biçûk, bedew û Amed aydê generalên biçûk
e. Zarok di heman demê de jî eydê Ameda
rengîn û dîroka zindî ye. Heta ku ev
zarokên Amedê dijîn, heta ku generalên
biçûk di kuçeyên Amedê de lîstoka jiyanê
dilîzin, heta ku di bircên Amedê de
bêhna dîrokê belavê hewayê dibe, heta ku
rihê berxwedanê hewirdorê Amedê dorpeç
dike, tukes nikarê bibêje, Amed a min e,
an jî bibêjin Amed ji zarokên xwe dûr
ketiye û dewleta dagirker û tirsok
nikarê bibêje ezê Amedê bidest bixim. Vê
yekê tu kes nikarê bibêje. Heta ku Şîlan,
Zîlan, Mizgîn, Dîlan bijîn, Amed dildarê
dîcleya rengîne, Amed wargehê zarokên
nemir in, Amed peytexta dilê generalê
biçûk e.
Generalê biçûk,
zarokên nemir, gerîlayên bedew… em we di
vê rojê de digerin, em we bi hestên
tolgirtinê bibîrtînin. Û em we di dengê
zêrîn ê keça Amedê Delîla de dibînim.
Hesreta mezin a Delîla ew bû ku di
kolanên Amedê de tevlî lîstoka we ya
azadiyê bibe. Lewre ew bi dengê xwe, bi
çeka xwe û bi hesreta xwe ya gerîla ve
bi we re bû yek. Amed bû Delîla, Delîla
bû Şîlan, Zîlan, Mizgîn û Dîlan….
Heta ku rihê
zarokên nemir, lîstokên zarokên bedew di
kuçeyên Amedê de bê lîstin, heta ku kenê
zarokan di bircên Amedê de rojê silav
bike, heta ku zarokên amedê zindî bin,
tu kes bila nêzî Amedê nebe, lewre wê
Amed we bişewitîne, we di rûyê şerm a
dîrokê de tune bike.
|