|
Di nav civakê de
gotinekî heye. Dema ku kesekî gotin an
kiryarên ne di cîde bike dibêjin te eyb
kir! Ew kes amade nebe jî dema ku qala
wî kesî bê kirin, dibêjin wî kesî bi
filan gotin û kiryarên xwe eyb kiriye.
Mam Celal jî di civîna çapemenîyê de
dibêje "bila PKK û PJAK çek deynin û bê
çek siyasetê bikin"
Dibe ku hinek kes
bibêjin siyasetê dike. Heta dibe ku
bibêjin rast jî dibêje. An hinek kes
bibêjin 'Mam Celal e, berê her tim
tiştên wisa gotiye çi bibêje normal e'.
Lê kî çi dibêje
bila bibêje şert û mercên ku niha cîhana
me ketiyê, dihêle ku ev gotinên wî
gelekî bi hesas bên nirxandin. Lewra
mijara hebûn û tunebûna gelekî (gelê
kurd) wê bikeve rojevê.
Em werin ser
gotinên Mam Celal!
Her kesekî ku
rastiya Kurdistanê, ya Rojhilata Navîn û
netew-dewletên herêmê nas bike, an
kêmekî xwe nas bike, an derdêkî wî/ê yê
azadiyê hebe wê ji bo Mam Celal bi tenê
yek gotin bibêje. Ew gotin jî ev e: Mam
Celal ey dike!
Eger mirov vê
mijarê hinek hûr lê bikole dibîne ku Mam
Celal bi tenê eyb nake; hewl dide ku ji
bo encamên xeternak bingeh ava bike.
Mam Celal kesekî nezan nîn e. Kesekî
normal jî nîn e. Serokkomarê Iraqê ye û
bi nasnama kurd bûye serokomar. Ji bo ku
bi nasnama kurd bûye serokomar her çend
nabe cudatiyê bixe nav gelê Iraqê, lê
neçar e rêz li gelê kurd bigre.
Xaleke din ew e ku
Mam Celal bê îrada Emerîka gav navêje.
Yanê gotinên wî divê di hevrasta
plansaziya Emerîka de bên bidestgirtin.
Mam Celal her tim gotinên balkêş, piştî
hevdîtinên bi Emerîkayiyan re tîne ser
ziman. Hêjayî gotinêye ku ev daxuyaniya
Mam Celal piştî hevdîtina bi serokê
Emerîkayê George Bûsh re çêkir û civîna
ku li Silêmanî hat kirin hatiye dayîn.
Divê siyaset li
ser bingeha hinek mebdeyan bê kirin. Di
serê van mebdeyan de jî esasgirtina
berjewendiya hemû gelê kurd hebe.
Ev statûya ku niha li Başûrê Kurdistanê
çêbûye û em hemû neçar in xwedî lê
derbikevin, divê baş bê zanîn ku di
berdêla tunekirina rêbertî û tevgera
PKK’ê de çêbûye. Ji hêlê pratîk de
destpêkirina komploya ser Rêber Apo di
9’ê Cotmehê de digihîje sala 9'an. Ev
heşt sal û nîv in roj bi roj Rêber Apo
di zîndana Îmraliyê de dihêle. Di şûna
wî de kî di nav vê dojeha Îmraliyê de
bûna niha ji zû ve serê xwe xwaribû. Lê
dîsa jî hemû hewldan û jiyana wî ji bo
afirandina kurdê azad û bi rûmet e.
Piştî vê trajediyê û ew qas êşkence,
kuştin û pêrîşaniya gelê kurd û tevgera
azadîxwaz divê herkes gotin û kirinên
xwe baş bipîve.
Partiya AKP ku niha li Tirkiyê
desthilatdar e, bi ser navê siyasetê
taciriyeke gelekî qirêj û bêpîvan dike.
Ji bo vê jî AKP ji CHP û MHP gelekî
xeternaktir e. Piştî derketina meqama
serokomariyê, Mam Celal teqlîdkirina
AKP, di şexsê kesayetê kurd de şermeke
gelekî mezin e.
Çi li gel Emerîka û çi li gel Tirkiyê û
Îranê dibe ku hevdîtin çêbibin. Ger ev
hevdîtin ji bo çareserî û rûmetdana gelê
kurd alîkarî bike, bi rûmet in. Lê
pratîkên ku berê encam dane û sînyalên
ku niha tên dayîn der barê pêşerojê de
fikarên tirsnak tînin bîra mirov.
Serokwezîrê
Tirkiyê Erdoxan wê di rojên pêş de biçe
Emerîkayê û bi namzeta seroktiya
Emerikayê Hîllarî Clînton re jî hevdîtin
çêbike. Weke ku tê payîn li gor texmînan,
di hilbijartinên 2008'an yê Emerîkayê de
hatina ser desthilatiyê ya Demokratan
misoger e. Wateyê gotinên Mam Celal,
hevdîtina Erdoxan ku bi Hîlerî Clîntonre
çêbibe û hevdîtinên dema pêş ku Mam
Celal û AKP bikin ev tişt tîne bîra
mirov: Wê li Iraqê raporta ku Backer-Hamîlton
pêşkêş kiribûn bikeve meriyetê, li gel
Îranê têkiliyên dîplomatîk ên Emerîka
pêş bikevin, statûya ku hetanî niha li
dijî kurdan hatiye meşandin wê dubare
bikeve pratîkê. Her çend ev tişt ne li
gor berjewendiyê Emerîka û Îsraîlê bin
jî, di berdêla têkçûnên mezin de dibe ku
demokrat vî tiştî qebûl bikin û Mam
Celal û AKP jî di navbera dewlet-netewên
Rojhilata Navîn û Emerîkayê de
navbeynkarî bikin.
Wê demê ji bo
kurdan yek alternatîf dimîne: An bê
rûmetî û nokerî, an mirin.
Pêvajo gelekî
hesas e.
Her kesekî ku dilê
wî/ê ji bo kurdînî davêje, bêşerefî û
bêrûmetîyê qebûl nake divê li hember vê
pêvajoyê gelekî hestiyar tevbigere,
êrîiş û bangewaziyên ku li hember PKK û
PJAK’ê tên kirin di vê çarçovêde bigre
dest û qebûl neke. Lewra ji bo gelê kurd
dem dema man û nemanê ye.
Komala û
Demokratên Îranê çekên xwe danîn û çûn
teslîmî Mam Celal bûn, çi bi serê wan ve
hat tê zanîn. Ger PKK û PJAK jî çekên
xwe deynin wê weke wan bibin, heta wê
bikevin nav rewşeke gelekî xirabtir û
gelê kurd li ber dest û lingan de biçe.
Turkiye, Îran û
Sûriye hîna hebûna kurdan qebûl nakin,
tu mafekî siyasî, çandî û civakiyê
kurdan nîn e. Gelê kurd bi birçîbûnê tê
terbiyekirin. Nezan tê hiştin. Bi riyên
serok eşîr, serokcahş, tarîqet û rêyên
din yên cûr be cûr bîo-îktîdarekî
bêhempa li ser gelê kurd tê meşandin. Ji
bo hemû kiryarên xwe yên qirêj, tevgerên
azadîxwaz û berxwedaniyê weke sedem
nîşan didin. Lewra kurdên ku teslîm
nabin xewa wan direvînin. Rehetîya wan
xira dikin.
Bi kurtahî ji bo
birêz serokomarê Iraqê Mam Celal
peşniyariya min ev e û ez bawer dikim
hemû kurdên dilsoz jî wisa difikirin:
Divê cudahî nexe
nav gelê kurd.
Divê careke din
deftera kurdan a kevn veneke.
Ger dixwaze
çareseriya pirsgirêka kurd çêbibe,
rûmeta wî bilind bibe, di nav gelê kurd
de weke serokekî bê pejrandin û
piştevaniya gelê kurd bigre; ew zanebûn,
siyaset û ezmûnên xwe ji bo bihêzkirin û
yekîtiya gelê kurd bi kar bîne. Naxwe
felaketên pir mezin li benda gelê kurd
in.
|