|

Di dîroka Kurdistanê de, çalakiya rojiya
mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê ku encama
wê ya siyasî, ya herî mezin e. Ji ber vê
sedemê çiqas bê nirxandin wê têr neke.
Ev çalakî dikare bibe mijara gelek
roman, şano, helbest û sînemayê.
Naveroka wê ya siyasî, hest û hêlên
ramanî ew qas pirhêl in ku, tu çiqas
vekolînî, wê ew qas kûrahiyên wê bê
keşfkirin. Ji bona ji îro pê de, partî û
gel bi hêztir bibe, pêwîst e,
vekolandina vê çalakiyê erkeke girîng
bilîze. Lewre 14’ê Tîrmehê rihê
jiyankirî yê PKK’ê ye.
Mezinbûna 14’ê Tîrmehê, bi zirûfên
siyasî ku dema çalakî lidarket re
têkildar e. Dema mirov li armancên
emperyalîst û Tirkiyê binêre, wê
mezinbûna vê çalakiyê baştir bê fêmkirin.
Ev çalakî, di demeke ku rejîma leşkerî
ya 12 îlonî li Tirkiyê û Kurdistanê
giranî û serdestiya xwe bi awayekî gur
dida hîskirinê lidarkete. Havîna sala
82’yan, otorîteya rejîma 12’ê îlonê
derketibû lûtkeyê. Jixwe ji lûtkeyê wê
de nîn e, encax daketin heye. Vaye 14’ê
Tîrmehê jî, bû destpêka ber bi jêr
daketina otorîteya 12’ê îlonê.
Sala 1980, li herêmê NATO di serdemeke
ku hêza xwe winda dikir. Li Efganîstanê
mûdaxaleya leşkerî ya Rûsan hebû. Li
Îranê, şoreşa îslamê îktîdarê bi dest
xistibû. Di van şert û mercan de,
tevgerên şoreşger ên li Kurdistan û
Tirkiyê, otorîteya îktîdara mêtînger
hilweşandibû.
Dema
mirov li pêşketinên li Rojhilata Navîn û
Tirkiyê difikire, hevkariya NATO ku
pêşengiya wê DYA dikir, însiyatifa xwe
winda kiribûn. Di dinyayeke ku bûbû du
serî û pozberî roj bi roj kûrtir dibû,
ewê NATO’yê rewşa heyî qebûl nekirina.
Ji ber vê sedemê di pêkhatina 12’ê îlonê
de, erka NATO’yê zêde ye.
Di wê demê de, li Tirkiyê û Kurdistanê
têkoşîna şoreşgerî bi rêbaz û
mûdaxaleyên asayî nedihate rawestandin.
Di dîroka Tirkiyê de yekem car di vê
astê de civateke bi rêxistinî çêbûbû. Ji
karkeran bigire heta polîsan, hemû beşên
civakî di eniyên çepgir û rastgir de xwe
birêxistin dikirin. Tax û kuçe di
navbera şoreşger û faşîstan de hatibû
dabeşkirin. Civak yekem car, di vê astê
de û bi vê ezmûna xwe, li hemberî
dewletê ketibû têkoşîneke siyasî. Jixwe
zêde ezmûna dewletê jî nîn bû. Berê
lêdanên leşkerî bûbûn û dijber hatibûn
eciqandin. Ev rewşa heyî, ji bona ku
însiyatîf bi dest bixin, behreya
çareseriyê qels dikir. Tevgerên şoreşger,
ji bona bi ser bikevin, nedikarîn
rêberan biafrînin. Dewlet jî, li hemberî
tevgerên şoreşger di rewşeke acizî de
bû. Mirov dikare rewşa salên 78 û 79’am
wisa derbibirîne.
Gel mîna berê birêvebirinê nedipejirand
û dewlet jî nedikarî birêve bibe. Ji
şoreşger û faşîstan, rojê bi dehan kes
dihatin kuştin. Pêre jî bi piştgiriya
dewletê, li hemberî şoreşgeran êrîşên
çekdarî bi pêş ketin. Li pişt van êrîşan
tu guman nîn e ku NATO heye. Jixwe
Tirkiye bûbû qereqola NATO’yê ya herî
pêş.
Li Kurdistanê tevgerên demokratîk ên
şoreşger û welatparêz, ji bona Tirkiyê
pêşketineke xeter nîşan dida. Komek bi
navê apocî, ciyê ku diketinê bandoriya
xwe nîşan didan û ciwan û gel hem ji
dewletê hem jî ji otorîteyên herêmî
vediqetandin. Ev kom, lêpirsîna koletiya
kurdan dikir. Milîtanên ku komê
avakiribûn, bi kesayetî û sekna xwe ji
yê din cudabûn. Wê demê ji neçarî koma
apociyan, li hemberî komên faşîst, sîxur
û saziyan, şîdeta şoreşgerî bikaranîn.
Li hemberî vê komê otorîteyên eşîrî û
feodal ji tirsan dileriziyan. Bes wê
demê çepgirên tirkan jî şîdeta şoreşgerî
bikardianîn. Lê cudahiya koma apociyan,
sekna wan a îdelojîk, polîtîk, rêxistinî
û jiyanî bû.
Koma apocî ya îdeolojîk ku bi angaştên
mezin derketin; bi zindîbûn, biryarîbûn
û fedakariya xwe, di demeke kin de
bandora xwe dan hîskirinê. Li Kurdistanê
têkoşîna neteweperestiya paşverû û
şovenên civakî, guhertoyên Kurdistana
bakur-rojava ku di xeta neteweperestiyê
de bûn, ji bona ku bandora koma apociyan
bişkînin, rêbazên ku di warê ehlaqî û
siyasî de ku li şoreşgeriyê nayên
bikaranîn jî, lê bi ser neketin. Piştî
ku ev bandora îdeolojî nehate şikandin,
li Kurdistanê rûpeleke nû vebû. Tabûyên
bi salana nedihatin şikandin, di mejî û
dil de hatin rûxandin. Heta wan rojan,
axayên ku gel li hemberî wan bejna xwe
ditewandin, li hemberî komên apociyan
bêzariyan dijiyan.
PKK di demeke kin de li gund, bajarok û
li qadên çolter de însiyatîf têxiste
destê xwe. Bi taybet li Dîlok, Riha,
Êlih, Amed, Dersîm, Çewlik, Qers, Agirî,
Mereş û Semsûrê pêşketinên berbiçav
nîşan dan. Li ciyekî mîna Rihayê, bi
rêjeyeke mezin axatî hate qebaskirin. Li
Hîlvan û Êlihê şaredarî bi dest ketin.
Ger wê demê lêdana 12’ê Îlonê çênebûna,
ewê koma apociyan gelek şaredariyan
bidest bixista. Bi vê yekê re girêdayî,
sîstema ku deweletê li Kurdistanê
sazkiribû, hildiweşiya. Ev tevger ne
tenê çalakî, ne tenê siyaset, ne tenê
îdeolojî û ne tenê rêxistinî bû. Apocîtî,
ji wan hêmanan zêdetir şoreşeke raman,
hest, jiyan, moral û mantalîte bû.
Tevgera afirandina Kurdistana nû,
afirandina Rojhilateke nû bû. Di şexsê
Rêber Apo de, ev tevger ji her awayên
doxmatîzmê dûr, her dem xwe nûdikir û
berî her tiştî bi xwe re têdikoşiya û
jiyan dikir. Êdî apocîtî bûbû hêviya
karker, gundî û hemû xizanan û di demeke
kin de bû efsane.
Hebûna
koma apociyan li Kurdistanê, xewa
serdestên mêtînger revandibû. Dihate
xuyakirin ku gelek tişt ji destê wan
derê. Ger nehatina astengkirin, ewê
serdestiya Kurdistanê ji destê serdestan
derbiketana. Bi van pêşketinan
berjewendiyên emperyalîstan li Rojhilata
Navîn diket xeteriyê û di encamê de, ev
metersî rê li ber faşîzma 12’ê Îlonê
vekir. Armanca wan ew bû ku, van hemû
pêşketinan belovajî bikin. Mîna 12’ê
Adarê nedixwestin karên xwe nîvco
bihêlin. Armanc bi tevahî li Tirkiyê bi
taybet li Kurdistanê şoreşa demokratîk û
netewî, tevahî ji holê rabikin û ji bona
vê yekê jî her rêbazî bikaranîn.
Bi vê
armancê li Kurdistanê bi hezaran kes ji
îşkenceyan derbas kirin û têxistin
girtîgehan. Li ciyê ku tevgera apocî li
pêş in, herî zêde ji van çewsandinan
nisîbê xwe girtin. Di encama van êrîşan
de bajarên mîna Riha, Mêrdîn, Êlih û
Dîlokê bêhenas hiştin û fikra avakirina
Kurdistanê, xwestin di mejiyan de wekî
xeyal e bi cî bikin. Êdî ber bi havîna
1980’yî hemû dijberên civakî bêdeng
kiribûn û otorîteya sîstemê hatibû
avakirin.
Bi vê armancê, di demeke kin de li
Kürdistanê û Tirkiyê bi deh hezaran
şoreşgerî têxistin girtîgehan. Ji vana
piranî girtiyên kurd û PKK’yî bûn. Herî
zêde jî, li girtîgeha Amedê hatin bi cî
kirin. Di şexsê girtiyên li Zîndana
Amedê, bi polîtîka û îşkenceyên taybet,
xwestin PKK’ê biqedînin. Jixwe nêzî sedî
heftê û pênc kadroyên PKK’ê dîl ketibûn.
Polîtîkaya wan a sereke, girtîyên PKK’ê
poşman bikin û bi vî awayî wan berdin
derve.
Lê wan vê
yekê ji bîr dikirin. PKK’yî ji bona
azadiya xwe û gelê kurd, soza têkoşînê
dabûn û vê angaştê derketibûn rê. Lewre
êrîşên ku li girtîyan hatin kirin, li
ser hêviya gel a azadiyê hatibû kirin.
Ji bona vê yekê derbasî kiryariyê bikin,
amîrê ewlekariya hundirîn Esat Oktay û
ekîba wî peywirdar kiribûn. Ji bona van
kesan encam bigirin, bi taybet perwerde
didîtibûn. Dixwestin teqez encam bigirin.
Hemû amadekarî ji bona vê yekê bû.
Li ser girtiyan; “Yek rê li pêşiya we
ye, divê hûn poşman bibin û kurdbûna xwe
mendel bikin, vebijêrka we ya mirinê jî
nîn e” hate gotin û bi îşkenceyan
xwestin vîna wan bişkînin. Di rastiyê de
jî, jiyan ji mirinê hezar car xerabtir
kiribûn. Her kêliya jiyanê bûbû arîxetik
û îşkence. Girtina henasek jî êdî
îşkence bû. Kengê, li ku derê wê îşkence
bê kirin, ne diyar bû. Hişmendiya ku her
kêlî wê îşkence bê kirin hatibû dayîn.
Dixwestin, mirovan ji ber kurd hatiye
dinê û bi PKK’yî bûnê hezar bidin poşman
kirin. Lê inyatkirina herî mezin jî, ji
nasnameya siyasî vegerandin bû.
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, li hemberî
polîtîkaya ji nasnameya siyasî
dûrxistinê, berxwedaniya xwe bi pêş ve
birin.
Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, li hemberî
van êrîşan bersivek bû. Kemalan û
Xeyriyan, ji bona van îdealên xwe û
peywira xwe ya dîrokî bînin cî, vîna xwe
ya şoreşger, bi fedakirina jiyana xwe
danîn holê. Di vê hêlê de 14’ê Tîrmehê,
refleksa jiyanê ye. Ev çalakî di şert û
mercên ku bêderfetî û tengasî di asta
herî bilinde bûn, lidarket. Bi vî awayî,
milîtaniya apocî, li gorî şoreşa
Kurdistanê hate strandin. Zîndana Amedê
bi her hêlên xwe bûbû, maketeke
Kurdistanê.
Kemal Pîr bi gotina xwe ya; “Ez jiyanê
bi qasî di oxira wê de bimirin hez
dikim.” felsefeya jiyana milîtanbûnê
diyar kir. Ger pêwîst bike, ji mirinê
jiyanê afirandin, felsefeya vê têkoşînê
bû.
Dema ku Xeyrî henasa xwe ya dawîn dide;
“ Li ser gora min binivîsin deyndar çû”
dibêje û dibe çalakvanê milîtanî û
girêdana gel. Dîsa; “Em vê têkoşînê
bidin an nedin jî, bijîn an nejîn jî,
hevalê me (serokatî) ewê vê têkoşînê
berdewam bike.” tê gotin û baweriya
rêhevaltiya girêdana dozê wisa tê
afirandin.
Di salên 81‘ê de, dema ku Şahîn Donmez
dev ji çalikiyê berdide û hêlên
kesayetiya xwe ya lewaz derdixe pêş,
Kemal Pîr vê gotinê jêre dibêje; “Sozê
ku te ji bona gel dane û xwarina ku te
bi gel re xwariye bîne bîra xwe”
14’ê Tîrmehê bû haveyn ji bona biratiya
gelê tirk û kurd. Şehîdên 14’ê Tîrmehê,
rêhevalên ku bi serokatî re derketine rê
ne û di her şert û mercên dijwar de
hevaltiya dozê ne. Serokatî; “Ew
rêhevalên mirovê dozê bûn û her dem
peywira xwe herî baş dikirin û bêyî ku
me ji hev du re tiştek bigota, me ji
çavên hevdu fêm dikir.”
Di roja me ya îroyîn de ya girîng ew e
ku, di şertên îroyîn de, li hemberî vê
berxwedaniyê em peywirên xwe çawa bînin
cî. Lewre ev berxwedanî, di asta herî
bilind de, li berpirsyariya xwe ya demê
xwedî derketin û anîna cî bû.
Îro peywira yekem a kadroyên partiyê û
gel, li hemberî komploya navneteweyî, li
derdora serokatî xelekek bi baweriya
berxwedaniya 14’ê bê avabikin. Û bersiva
herî di cî de jî, feraseta jiyan û
rêxistinê ya partiyê parastin e. Li gorî
van berpirsyariyan tevgerîn, ji bona
jiyankirina stratejiya me ya demokratîk
li her qadê bi rêxistinkirin û derbasî
çalakiyê kirin e.
PKK tevgerek e, vînek e û yekîtiya
çalakiyek e. PKK ne tenê nirxên ku
hatine qezenckirin parastine, van nirxan
bi pêş ve birin û nirxên nû lê zêdekirin
e. Her wiha ji bona sazkirina yekîtiya
azad a demokratîk tevdigere û ciyê ku
kesên vê têkoşînê bidin e. Ger em di
roja me ya îroyîn de, tarz û
berxwedaniya 14’ê Tîrmehê bingeh bigirin
û di rojên îroyîn de derbasî pratîkê
bikin, serkeftin teqez e. Li ciyê ku
rihê 14’ê Tîrmehê heye, cî ji binketinê
re nîn e.
Ev çalakî, afirandina pîvanên nû yên
gelê kurd û PKK’ê ye. Yek ji van pîvanan
jî, fedakarî ye. 14’ê Tîrmehê, asta
fedakariyê bilind kiriye. Di vê hêlê de,
gelê me û hemû milîtanên wê, di asta
bilind de vê fedakarîkirinê re rû bi rû
ne. Hêjî nasnameya me û nirxên me yên
demokratîk tên mendelkirin. Em jî, bi
pîvanên azadiyê biryarîbûn û evîna xwe
diyar dikin.
14’ê Tîrmehê di sala 82’an de, banga
“Vegere welat û têbikoşe bû!” Îro jî
banga; “Nirxên ku hatine afirandin
birêxistin bike, veguhezîne rêxistiniyê
û çalakiyê” ye. Banga, bi hêzên
demokratîk ên Tirkiyê re, Tirkiyeyeke
azad û demokratîk biafrîne ye.
Banga wê rojê bersiv girt û encamên
serkeftî bidest hate xistin. Banga îro
jî, em di wê baweriyê de ne, wê encamên
serkeftî biafrîne.
|