|
Ji
bona bîranîna şehîdên Qilabanê
Li
ber pencereya dilê xwe rûniştime. Li
derveyî xwe dinêrim: Pîvok şîn bûne.
Bihar di kamlana xwe de ye. Lê dilê min
bi tirşebayekî xemgîn re dikeve
xirecireke kurtedemî. Ji nişka ve kuleke
nenavkirî tê û li ser dilê min rûdinê.
Rihê min dêşe. Dilê min xwe bi sêdara
çavên te ve dadileqîne. Dilê min întihar
dike!... Xwe dikuje. Hingê pîvok hêdî
hêdî li bin sîbera sêdarê diçilmisin...
Of bêbextiya
dinyayê of!
Biskên te yên
rengçiya li ber hûnebayê biharê dihejin
li hinda sêdarê. Dilê min bi sêdarê ve
helawîstiye û xwîn jê diherike ser axê,
ax digirî û ji rondikên axê pîvok serê
xwe radikin. Bi xemgîniyeke sar rondikan
dimêjin. Rondik ji cihê kul tên, lewma
ev kulên ku ji dilê min ê daleqandî yê
birîndar derdikevin li rehên pîvokan
belav dibin. Ew dinalin. Stûyê wan
dikeve ber û pîvok careke din hêdî hêdî
diçilmisin... Dilê min întihar dike li
ber sêdara awirên te.
Of duseriya jiyanê
of!
Çavên te yên reş
mîna nermebayê zozanan li ser dilê min
divezin. Heçko di spêdeyeke zû ya zozanê
de, li bin reşmalekê, li ber hewayekî
hûnik bêhna şîrê germ ê hêjdotî bikeve
nava dilê min, wisa mendehûş dibim.
Awirên te wisa germ dike nava min. Wekî
tîna şîrê germ dipêçe giyanê min. Hingê
li terazina dilê min sosin û binevş
çîlên xwe davêjin. Pîvok dibişirin bi
hemû spehîtiya xwe û nermebayekî sivik
bi ser giyanê min de tê û min dipêçe.
Hingê dilê min li bin sîbera çavên te
xwe bi sêdarê ve dadileqîne. Pîvok serê
xwe di ber xwe de xwar dikin û dilê min
întihar dike... xwe dikuje...
Of duberiya gotinê
of!
Vedigerim ber
pencereya dilê xwe, îcar li hundir
dinêrim. Li xwe. Ez di nava pêlên har ên
gotinan de winda bûme. Gotin min dixwin.
Gotin min dimêjin. Wekî pindekê, wekî
kurmekê... Dilê min hê jî bi sêdara
çavên te ve daleqandiye. Li ber
germahiya hesretê dipêje û dilopeke avê
dixwaze ji destên te. Lê nafîle. Tu
dilovaniyê pê nabî û ji kerba dilê xwe,
dilê min dişewitînî. Kerbên xwe ji min
distînî. Hingê pîvok li ser axê dinalin
û stûyê wan di ber de dişkê. Lê hê jî
dilê te hênik nebûye û hê jî tu dixwazî
êşê bi dilê min ê daleqandî bidî
kişandin... Lê zimanê min nagere ku ez
ji te re bêjim, "insaf zalim" jî. Hingê
dilê min careke din xwe dikuje û xwe bi
sêdara awirên te yên germ ve dadileqîne.
Dişewite.
Of serşoriya evînê
of!
Ji xwe digerim û
li te dinêrim. Xwe jibîr dikim, ji ber
ku evîna di nava min de min bi min dide
jibîrkirin. Ez di kûrahiya çavên te de
li xwe digerim û ji xwe digerim. Gêj im.
Wekî sergêjiya bermirinê, wekî sergêjiya
berfirînê, wekî sergêjiya birîndariyê,
wekî sergêjiya jêhrxwariyê, wekî
sergêjiya evîndariyê... Hingê li ber
sêdara çavên te dilê xwe dikim gorî û
wekî qurbanekî radixim ber piyê te. Ji
dilê xwe re bi dengekî kelogirîn
dilorînim helbestekê:
| |
Ji bo te
çi bêjim dilo?
Peyv di destê min de dilerizin
Lê,
Ez dizanim biçim jî
Bêdeng...
Ji cihê ku lê nayêm xwestin
Ji bo te çi bêjim dilo?
Gotin di ruhê min dişkên
Lê,
Ez dizanim dûr jî bikevim
Bêpêjn...
Ji warê ku evîna min tê
pêpeskirin
Ji bo te çi bêjim dilo?
Rondik li ser rûyê min ziwa
dibin
Lê,
Ez dizanim bêdeng jî bimînim
Bê gazin...
Li ser rû kenekî derew bibarînim
Ji bo te çi bêjim dilo?
Xwîn li demarên min har dibe
Lê,
Ez dizanim rawestim jî
Bi hedar...
Li benda heyameke ku nayê dîtin
|
|
Of sergêjiya
revînê of!
Li ber pencereya
dilê xwe diwestim. Xav dibe hemû bedena
min. Li xwe dinêrim û xwe sûcdar dikim;
ji ber ku nizanim min çawa ji te hez
kir... Ji ber ku nizanim min ji bo çi ji
te hez kir... Ji ber ku nizanim ez çawa
bi nav sîpelên evîna te ketim û min wisa
zû bi zû, demildest xwe berze kir?
Nizanim û nizanim lê dilê min di depê
singa min de diperpite, çogên min sist
dibin wexta te dibînim... Lê nizanim ji
bo çi? Ji lew re dikim ku birevim ber bi
warekî nediyar ve. Hingê dilê min
întihar dike... xwe dikuje... û xwe bi
sêdara çavên te ve dihelawîse. Digevize.
Pîvok careke din diçilmisin û ruhê min
jan vedide.
Of xemxuriya
şevînê of!
Ji xwe nefret
dikim. Êdî dilê min li bedena min giran
tê. Ji min tê ku wî parçe parçe bikim û
ji singa xwe bavêjim da ku bes jan bide.
Tarî dibînim her tiştî; tarî û sar...
Giyanê min di bin kelebayê awirên te de
dicemide. Şev vedigerin ser şevînan û
xew terka giyanê min dike. Hişyar
dimînim heta berbangan; çavên min li
valahiyê dinêrin û ditirsim ji raman û
hestên xwe. Çendî nexwazim jî li her
derê tu têyî bîra min, gava çavên xwe
datînim ser hev tu têyî pêş çavên min.
Qey dîn dibim? Nizanim. Lê ji halê xwe
qet kêfxweş jî nîn im. Tenê gazinekê ji
te dikim, "Pa çi heqê te li ser min hebû?
Jixwe ez di dinyaya xwe ya tenê de
dijiyam..." Lê belê tu li min venagerînî,
ji ber ku tu ne li wê derê yî... Ez tenê
bi xeyala te re diaxivim lê di nava min
de her gav tiştek ji min diçe û hesteke
min a dîtir giyana xwe radestî şevîna
evîna te dike. Nexasim te hay ji tiştekî
jî nîn e û tu nizanî ka ez heme, an tune
me jî... Hingê careke din dilê min xwe
dispêre sêpiyên sêdara çavên te û xwe pê
ve dadileqîne. Pîvok jî dibin pûş û
bihara li ber pencereya min cihê xwe ji
payîzeke bêdem re dihêle. Ez dimirim û
tu bi mirina min jîn dibî...
Pîvok bi
nermebayekê re liba dibin û dilê min bi
sêdara çavên te ve daleqandî dimîne
|