| |
|
AMED SERHILDAN, KURDISTAN
SERHILDAN! |
Dijminê faşîst bi
xwînê têr nabe. Ji her cure rêbazên şer
ên qirêj bikaranînê xwe li paş nahêle.
Ev bengiya bêehleq a xwîn rijandinê
çavên wan kor kiriye û li ser navê
mirovantiyê çi hebe dane aliyek. Ketine
nexweşiya ku Kurdistanê veguhezînin gola
xwînê. Tu vanan dîbînî û ciyên ku nabînî
jî dibihîsî.
Tu êşa wan ji
guleyê wêdetir dikolî di dilê xwe de ew
bîrdariyên lehengiyê Rozayan, Andokan,
Delîlayan, Xwînrijan, Erdalan, Avesteyan,
Rohatan û gelekên din. Yek jî tu vê êşê
jiyan dikî. Binêre û bibîne, di dilê xwe
de bineqşîne ey Amed!
Ey Amed! Ew
zarokên te bûn, bi awayekî qehpe êrîş
birin ser wan de, bi lehengî bi wan re
şer nekirin. Ey Amed, li hember te
şerekî topyekûn destpêkirine. Her cure
rêbazên şerê qirêj têxistine dewrê.
Vanan bizanibe. Vanan bizanibe û rabe
serhildanê. Artêş, polîs, MÎT, JÎTEM ev
hemû rêxistinên celad in. Binêrin her
der di nav xwînê de ye.
Li hember daxwazên demokratîk û aştiyane,
bi çek, cop, tanq û panzêran bersiv
didin. Her cure hovîtî, şîdet û terora
dewletê ji te re rewa dibînin. Di ser de
jî yek bi yek celad derdixin paqijiyê.
Mîna ku ev têrî nake, di ser de jî xelat
didin wan. Gerîlayên te yên azadiyê ku
te ji hemêza xwe derxistiye û parçeyek
ji kezaba te ne, bi awayekî qehpeyî
hatin şehîd xistin. Li hember dayîkên te
yên aştiyê ku çil, pêncî û şêst salî ne,
zilma herî xerab tê kirin.
Bifikire ev
dewleta despotîk tehamûlî dayîka te ya
şêst salî nakin, te ji komkujiyan derbas
dikin, dîsa bifikire. Ma wê pêşeroja te
mîna paşeroja te bibe trajedî?
Tu xwedî mafê
pêşeroja xwe bi îradeya xwe ya azad
diyar bikî û xwe mafê sazkirinê yî. Ji
ber ku tu, gelekî ku xwedî hêz
afirandina îdealên azadî û wekheviyê yî.
Ev mafekî te yî herî xwezayî ye.
Êdî tu fêm dikî ku ev dewleta ku hundir
û derveyî wê, çep û rastê wê bûye çete,
wê ji te re azadî, wekhevî û demokrasiyê
neyne. Ya ku bide te, wê gule, gaza
kîmyevî, bombe û mirin be. Ma kîjan
artêş, polîs, MÎT, JÎTEM, bûrokrat,
kontra, mafya û rêxistinên çetevan di
nav te de cî nagire? Ji te dipirsim. Ew
şebekeyên kuştinê ku ji çawişên pispor û
astsûbayan pêk tê, ku li der û dora
quncikên talde yên welat digerin û
xwediyê azadiya kuştina te be, wê demê
qet nesekine! Dixwazin te bi birçîbûnê
terbiye bikin.
Di
kîjan hiquqa gerdûnî de, di kîjan hiquqa
demokratîk a netewî de, di kîjan hiquqa
qlan, qebîle û eşîr de azadiya kuştina
mirovan heye? Ji te dipirsim, di kîjan
hiquqê de? Di kîjan hiquqê de mafên
jenosîda çandî û fîzîkî heye? Di kîjan
hiquqê de mêrkûj têne parastin? Di kîjan
hiquqê de ji terora dewletê hesap nayê
pirsîn? Van hêzên çekdar ên ku bûne çete
xwe wekî hêzên ewlekariyê bi nav dikin
divê tu ji wan qet bawer nekî? Vanan
bizanibe! Û di fahma vê yekê de, ji bona
parastina xwe ya cewherî xwe gund bi
gund, tax bi tax, bajêr bi bajêr
rêxistin bike. Parastina xwe bixwe bike!
Van terorîstên dewletê ku ji bona ku te
bikujin hatine perwerdekirin, derfet
nede wan ku teror bikin. Digel ew qas
pêkanînên hovan e, xwe bê parastin
nehêle. Rêxistina parastina cewherî ya
demokratîk bi pêş bixe. Ku li hember te
cop bikar bîne, tu jî bi dar û beran
bersiv bide, ku li hember te çek bi kar
bîne, tu jî bi çek bersiv bide û
parastina xwe bike. Li hember vê
hovîtiyê hem di hiquqa gerdûnî de hem jî
qanûnên xwezayê de mafê te yê
xweparastinê heye.
Li hember te şer hatiye vekirin! Şer
hatiye vekirin! Plan, civîn û provayên
komkujiyan hatiye kirin û tê kirin.
Terora dewletê pêk tê, pêk tînin û wê
pêk bînin. Tu dizanî ku van hemûyan ên
ku bi rêxistin dike, meyl dide û bi pêş
ve dibe genelkûrmaya tirk e. Tu
terorîstek dewletê ji genelkûrmay
serbixwe nîn e.
Û ji te re dibêjim
Amed! Bila şehîdên Qilebanê bibin
çirûskek ji berxwedaniya te ya parastina
cewherî re. Rûpeleke nû ku bi tarzeke ku
layîqî dîroka te yî raperînê be. Ev ji
bona azadbûna te wê bibe gavek. Di vê
zemînê de rabe serhildaneke hişk! Rabe
serhildaneke hişk! Tu ji tanq, parzêr,
M-16, G-3, qilêş, demançe, cop, ava bi
şid û gazên kîmyevî bi hêztir î. Û bi
hêza xwe ya berxwedaniya azadiyê bimeşe,
bimeşe ser dijminên mirovantiyê.
Di bingeheke
parastina rewa de, li hemberî êrîşan bi
çek, dar û beran û bi kulman bimeşe.
Bimeşe ku azadî, wekhevî û edalet were.
Bimeşe ku carek din li hember te şer
venebe. Bimeşe ku roja me ya azadiyê
bila bêje; “Amed ev li te!”
Nesekine! Sekn
mirin e. Bêdeng nemîne! Bêdengî bêzimanî
ye. Qedandina çandî ye. Zimanê azadî û
demokrasiyê çalakî ye, çalakî! Ma bê
çalakî welatparêzî dibe? Ma
demokratbûyîn dibe? Hele şoreşgeriya bê
çalakî qet nabe.
Ey jin û keçên
Amedê, bê parastin nemînin, teqez
nemînin!
Ma ji bilî vê yekê
wê çi layîqî te be Amed! Ji hemû bajaran
re bibe pêşeng!
Ma ji bilî vê yekê
wê çi layîqî te be Kurdistan!
|