| |
|
Bi AKP'ê re hevalbendî
xayîntî ye! |
Rewşa
siyasi, rewşa leşkerî û rewşa civakî
hemû dide diyar kirin ku, pêwîst e gelê
kurd her demê xwe bi têkoşînekî çalak
derbas bikin. Çimkî pêvajoya niha em
dijîn, her demê ku bi awayekî ne çalak û
bêdengî ve derbas dibe de, ji bo gelê
kurd windabûnên mezin bi xwe re tînê. Ev
windahiyên me çi ne? Yek; ger gelê kurd
xwedî vîn û nirxên xwe dernekeve, wê
hêzên nîjadparêz û dewledparêz xwe li
ser vê bingehê xurt bikin. Ya duyem jî,
ger gelê kurd helwesta xwe ya radîkal
nede nîşandan, wê her roj bibe qurbanê
polîtîkayên tunekirin û kuştinê. Ya
sêyem jî, ger gel û rêxistinên
demokratîk ê kurd li dijî pêşketinan
dengê xwe bilind nekin, wê ev dema ku
derfetên ji bo aştiyeke mayinde diafrînê
winda bibe û wê gelê kurd bi birçîbûnê
ve rû bi rû her dem jiyan bike… Yanê em
dikarin van yekan pir zêde jî bikin.
Lewre ev tiştekî rastî ye, gelê kurd
pêwîst e pir hişyar û rêxistin tevbigere.
Her roj kurd ji bo sedemên aborî di
rêkên kar de, bi qezayek ve tê kuştin.
Her roj kurd bi tunebûna nirxên xwe ve
rû bi rû jiyan dikin. Her roj gelê kurd,
di qadên cuda de di bin zext û zoriyên
mezin de jiyan dikin. Her roj gelê kurd
di metropolan de, di dibistanan de û di
her qadên jiyana xwe de li dijî çand û
zimanê xwe her diçe biyanîbûneke mezin
jiyan dikin. Yanê hê pirsgirika gelê
kurd negîhaştiye asta çareseriyê. Serokê
gelê kurd di bin zext û îşkenceyeke
mezin de jiyan dike û her kêliyekî demê
de ji sedemê raman û nirxandinên xwe,
cezayê hucreyê tê dayîn. Her roj li dijî
şervanên azadiyê operasyon têne
lidarxistin. Yanê şer tucar ranewestiya.
Di van merc û rewşan de gelê kurd pêwîst
e neçalak nebe. Berovajî divê ji her
demê zêdetir têkoşîneke dijwar û çalak
bide. Wekî din tu tişt gelê kurd nabe
azadî û aştiyê.
Polîtikaya AKP’ê a
li dijî kurdan, ji polîtikayên
nîjadparezî û tunekirinê dûr nîn in.
Tişta ku AKP dike bi mantixa bazirganî
ve, bi berjewendiyên aborî ve siyaset
birêve birine. Gel bi pere ve, bi
pariyek nan ve dixwaze nêzîkî
polîtîkayên xwe bike. Niha jî li dijî
tevgera azadiya kurd, dixwaze di herêmê
de hêza bingehîn di destê xwe de bigire.
Lewre hêza AKP ji bo çareseriyeke
bingehîn nîn e. Jixwe di pêvajoya
hilbijartinan de tu gotinê wan ji bo
aştiyeke civakî û tu gotinên wan der
barê biratiya gelan de nîn bû. Tu
nêzîkatiyê AKP ji bo pirsgirikên gelê
kurd, aborî û civakî sererastkirinê nîn
e. Ew tenê dixwaze bi hindek gotin, bi
hindek pere ve desthilatdariya xwe
biparêze. Tu projeya AKP’ê ya çareseriyê,
ji bo pirsgirika hewîrdor, jin û civakê
jî nîn e. Jixwe AKP ji rastiya dewletê,
ji rastiya artêşê û ji rastiya
polîtîkayên îmha û înkarkirina gelê kurd
qut nîn e. Pêwîst e gelê kurd û hêzên
demokratîk vê yekê baş fêm bikin.
Zihniyeta AKP ji zihniyeta ku li dijî
kurdên êzîdî komkujiyeke mezin pêk anî
qut nîn e. Herdu jî bi hev du re
girêdayî ye. Yanê bi hindek nêzîkatiyên
nerm, bi çend gotinên erzan û bi pere ve
çareseriya pirsgirika kurd nayê avakirin.
Ji bo wê ev dem
dema destxistina serkeftina gel e. Ev
dem, dema xwedî derketina nirx û bedelên
têkoşîna azadiya gel e. Ev dem, dema
çalakiya serkeftinê ye. Ji bo wê jî
helwesteke çalak pêwîst e . ji bo wê vîn
û rûmeta gelê berxwedanvan nîşandan
pewîst e. Yê ku aştî û azadiyê biafirîne
hêza gel û çalakiya wê ya serkeftinê ye.
Yê ku gelê kurd bigîhîjîne serkeftinê
rûmet û ramanê wî ya azadî ye. Wekî din
tu tişt rastiyan vegotin nake û ji derew
û xapandinan wirdatir jî naçe.
|