| |
|
Çi balkêş e ev jiyan ma ne
wisa? |
Duh
çawa bû îro çawa ye. Feylezof û zanyar
ji xwe ve nabêjin “Dualîtiya jiyanê” ji
ber ku hetanî şevê din Girê Reş xirxalî
û vala bû. Tenê qirik û qijik lê diman,
kundan lîsên xwe lê çêkiribûn. Îro jî li
şûna qir û qijikan, ew polat û celadên
botreş lê diyar in. A rast xwediyê botên
reş jî ji qij û qijîşka ne cudatir bûn.
Di ber keşfê re me
xwarina ku ji bo pênc kesa hatibû
veqetandin derxist, xwarina me savar,
pênc nan û çend kirtê şekir bûn.
Vexwarin jî bîdonek av bû û qederek
berfa ku me ji kunan derxistibû. Di
rojeke wisa de hebûna van tiştan ne
tiştên hesan bû, ji xwe min berê jî
gotibû ev tiştane li beramberî bîr û
baweriyê nabin pisgirêk, me bi nanekî
îdare kir û xuriniya xwe şikand. Hevalên
cigarekêş berî xwarinê xuriniya xwe bi
kişandina cixarê şikandibûn. Piştî
xwarinê jî her cixarekêşek, yeke din
pêça û avêtin nav lêvên xwe, di firtên
kişîna wan de diyar bû ku vê carê ji ya
berî xwarinê xweştir bû.
Em li gorî rêzik û
hişyariyên ku ji me re hatibûn kirin
tevdigeriyan, guhê me geh li ser cîhazê
bû geh jî li ser derdoran bû. Ji ber
diviya ku her kêliyekî de her tişt
bihata guhartin, lewra jî em pir hişyar
bûn.
Saet dihate 12’an, roj ji milê Katoyê
navîn ve bilind dibû. Yek li ser serê me
ye. Germahiya wê xwe avête nav germahiya
mejiyê me de. Piştî ku me xwarina xwe ya
nîvroj an go firavîn xwar, ji nişka ve
xişînî bi cîhazê ket, guhê me tevan di
ber xwe de zîç bû, lerzok li ser bedena
me jan dida, ji ber ku heya wê demê deng
bi cîhaz neketibû. Lewma meraqa me tevan
ketibû ser cîhaz, me ber xwe de digot:
Gelo ev dengê xişîniyê yên heval bû yan
ê dijmin bû. Cureya cîhaza me ye ji
marqa “YASO”, du alî bû, ev jî tê wê
wateyê ku dikare du aliyan sînyal bigire,
vê yekê jî nehişt em fêrbibin ka kîjan
bû. Hevala Leyla bi leza brûskê destê
xwe avête berîka xwe û cîhaz da ber
çavan û lê temaşe kir. Carek dît xişînî
bi cîhazê ket, hevala Leyla got: “ev
xişînî ji qenala dijmin tê, xuyaye wê
têkevin tevgerê” Min di wê navberê de
dûrbîn ji hevalên dî xwest û da ber
çavên xwe. Hûr hûr, zirav zirav li
leşkeran nihêrt, pê re jî dîtina min dît
ku piraniya leşkeran rabûne ser piyan.
Wisa xuya bû ku ji yên sibehê zêdetir
bûn. Ji nîvê leşkeran zêdetir çentên wan
li pişta wan bûn û ketin rêzê. Ji vê û
şûn ve bi navber ketin xetek ava kirin,
xwe ber bi tengava ku ber bi Kato ve tê
berdan, hejmara leşkeran ne kêmî 150’î
bû, ketin rêka piyade ya ku tê Katoyê.
Di nava destê leşkerê pêş de cîhaza
kontrolê hebû. Piştî vê dîmenî rewş tev
hate guhartin, êdî şer li ber derîbû.
Her ku rêza
leşkeran nêz dibû, hestê me jî dihatin
guhartin, me ji xwe re digot “de werin
de” ji ber ku em dizanin çi li pêşiya
wan heye. Belê sûprîzek heye sûprîza
kezeb qetandinê.
Şelîta leşkeran a
weke marekî reş, di wê rêka xilxalî de,
çep û rast didane xwe, her ku nêz dibûn
dengê dahola cengê dihat. Berê leşkeran
rasterast ne li tîma me bû, li milê me
yê çepê ku dibû aliyê rojavayê Kato an
go li wî milî deriyê Berana heye dihatin.
Tîmek hevalên me jî li wir bûn. Berê
leşkeran jî li wan bû. Min gotibû her
tişt dihate guhartin, heçkû saetê jî xwe
giran dikir, dengê têla xwe ya deqîqan
dipûlpiland, çirk jî meşa xwe kire meşa
“keybanûyan” Tiştek di xema wê de tune
bû, ne saeta têlkurt, ne deqîqeya bejin
zirav, ne jî çirka qure, bi kelecana
dilê me nizanî bûn. Nizanin ku ev şev û
rojeke em li benda vê cengê ne, kêmek
maye emê qehr û kerba dilê xwe, bi libên
qilêşên xwe biwerînin ser koma leşkaran.
Her diçû herkîna leşkeran jî bê nav ber
didomiya.
Saet dihate
dudiyan, êdî rêza leşkeran ji me ve xuya
nedikir, tat û zinarê Katoyê xwe dikirin
perde li pêşiya çavên me. Em ji xwe re
dibêjin ha heval lêdin ha lêdin, ji ber
ku di planê de hebû; beriya ku dijmin
bikeve nava Kato, bikeve bin
gulebaraneke bê ser û bin a komên kemînê,
lê deng nehat, wê demê guman ketin serê
me, êdî me teva li çavên hev nêrî û
dibêjin, ma çima hevalan lênedan?
Bersiva vê ya jî peyda nedibû. Bi
gotinek gelêrî ku dibêjin “yê deng mayî
ew dizane çima deng maye” me sedema
nelêdanê pir bir û anî, her yekî ji me
sedema nelêdanê bi tiştekî ve girê da.
Lê di encamê de tenê ev dibû texmîn û
nêrîn, ji ber ku rastiya nelêdanê li jêr
bû. Lewra derfetên ku em xwe bighînê
tunebû. Vê yekê jî em di bendewariya ku
hinava dilê me disojîne de hiştin. Çav û
guhên me li milê çep û li jêr bû, destê
me jî li ser dilê me bû…
Wê bidome…..
Nivîsên wî yê
berê>>>
|