| |
|
Îxanet û xwefirotin tê
xwezayîkirin! |
Piştî
têkoşîneke dûrî dirêj, pirsgirêka kurd
xwe gihand merheleyeke dijwar. Dijminên
gelê kurd bi piştgiriya hemû hêzên
cîhanî û bi her cure şerê qirêj di
tunehesibandin û tunekirina kurdan de ji
berê zêdetir israr dikin. Piştî sî sal
têkoşîn û şerê tevgera azadiya kurd a di
pêşengiya PKK’ê de, dijminên gelê kurd
bi ser neketin û tevgera azadiyê ji her
demê bêtir xwe xurt kir û xwe gihand van
rojan. Bes digel ew qas ked, şehadet,
fedekarî û girêdana gel; welatek azad,
jiyanek bi rûmet nehate sazkirin. Gelek
sedemên hûndirîn û derve kir ku azadiya
gelê kurd bi paş ve bikeve û dereng pêk
bê.
Dewleta tirk,
îranî, sûrî û hêzên herêmî digel ku
nakokiyên wan ên dîrokî, siyasî, bîrdozî
û leşkerî hene jî, dema ku dor tê kurdan
bi heman dengî li defê didin. Tirkiye,
di bin şerê ku ev sî sal e didome de
dinale û tiştek wan ê ku pêşkêşî
emperyalîstan bikin jî nemaye; rejîma
sûrî polîtîkayên erebkirina kurdan
têxistiye rojevê û bi gavên biçûk û
xapînok gelê me yê başûrê biçûk dixwaze
bê îrade bihêle û bike ereb. Îran li ser
navê dîn û şerîatê her cure pêkanînên
dijmirovî pêk tîne û şer li hemberî
kurdan vekiriye. Herî dawîn êrîş li
hember gelê me yê êzîd li Şengalê pêk
hat û peyam dan netewa kurd. Di vê êrîşê
de tiliya van dewletan heye. Ev tê
wateyê ku, kurd li ku derê gaveke
pêşketinê bavêjin, dijminên gelê kurd
qebûl nake. Lewra bi komkujiya Şengalê
re, baş hate selmandin ku, ku kurd di
demeke nêzîk de yekîtiya xwe pêk neynin,
wê bi tevahî netew bi komkujiyan re rû
bi rû bimîne. Li hember vê yekê herî
zêde divê kurdên me yên başûrê
Kurdistanê ji bona yekîtiyeke netewî pêk
bê, li hikûmeta xwe zextê bikin û ji
bona yekîtiyê biryarîbûna xwe nîşan
bidin.
Kurdistan ku di
nava van dewletan de parçe bûye, her
dewlet ji aliyek ve herêmên sînor ji
kurdan paqij dike û herêmên tampon ava
dikin. Bi vê yekê jî hewl didin ku
kurdan bi tevahî ji hev qut bikin.
Dewleta îranî bi sûbayan tirkan re ev
demeke qaşo amadekariya operasyonek li
hember herêmên parastina medya dike.
Bang li gel dike ku herêmê vala bikin û
bê navber katûşa û hawanan dişîne ser
sivîlan. Ev zext, zirt û tehdîtên tirk û
farisan ji bilî xwexapandinê ne tiştek
in. Gerîlayên ku bi dehan salane vê axê
kirine qadên azadiyê û tê de bi cî bûne,
wê êrîşên hewayî û bombebarankirin bi
kêrî tiştek neyê. Jixwe dema li encama
bombebaranên tirk û farisan bê nêhirtin,
ji bilî xwezaya delal û rengîn a
Kurdistanê xerakirinê wêdetir zirarek
neda. Jixwe destpêkirina şerekî bejahî
jî daxwaza me ye. Qe nebe wê bersiva wan
bê dayîn. Gerîlayê ku kun bi kun vê axê
dinase, binesaziya xwe çêkiriye û li her
derî erazî bi dest xistiye, wê bi hatine
wan tirk û farisan re têkçûyîneke mezin
bi wan bide tamijandin. Mînakên vê yekê
gelekên. Gelek caran tirkan hewl da. Bi
hêzên başûrî, îsraîl, Emerîka û gelek
hêzên dîtir hatin, bes derfet nebû ku
paşka stûyê xwe bixurînin, bêyî ku li
pişt xwe binêrin xwe bi paş ve
vekişandin.
Ev 15 sal in di
pêşengiya Rêber Apo de PKK, ji bona ku
dewletên mîna Îran, Sûrî û Tirkiye li
gorî xweseriyên parçeyan pirsgirêka gelê
kurd çareser bike şer lidarxist. Bi deh
hezaran mirin û bi sed hezaran birîndarî
çêbû. Xweza ser û bin bû. Di serî de
gelê kurd, gelê tirk û ereb di vî şerî
de xizantir bûn û her çû zêdetir bûn
koleyê rojavayiyan. Herî zêde têkoşîna
azadiyê meyla xwe da bakûr. Ji ber ku
mifta çareseriyê û girêka heyî encax bi
bakur wê bihatna çareserkirin. Lewre
eniya herî mezin a şer bi dewleta tirkan
re hate vekirin. Li hember vê yekê di
serî de dewleta tirk, dewleta faris û
sûrî înkara heyî kûrtir kirin. Şerê ku
hate lidarxistin, ji bona van rejîman
ber bi çareseriya demokratîk ve
kişandinbû. Bes bersiv nehat dayîn. Wê
ji niha şûn ve çi bê kirin? An divê çi
bê kirin? Dema şerê pasîf qediya.
Bendewariya ji dewletan qediya. Ku
sîstemek bê sazkirin, ewê bi destê
gerîla bê sazkirin. Nehate hiştin ku
sîstemeke komûnal bê afirandin. Wê demê
emê bixwe saz bikin. Wê demê jî li
hemberî vê çi astengî hebin, pêwîst dike
bêne rakirin. Di serî de derdorên
kontra, JÎTEM, cahşên ku li eywanên
Genelkûrmaya tirk xwe firotine, derdorên
nirxên tevgera azadiyê xerc dikin,
rantxurî dikin, divê hedef bêne girtin û
wê hedef jî bêne girtin. Dîsa kurdên
xwefirotî yên ku li ser navê partiyên
faşîst, oldar û nîjadperest kar dikin,
bûro vedikin, ji bona rayek ji gelê me
bigirin her cure rêbazên qirêj
bikartînin, yên bi dewletê re bi
torbeyek meqerne bi rûmeta gelê me
bilîzin, wê hedefa yekem bin. Li
Kurdistanê her ferdê qaşo ku li ser navê
demokrasiyê, qaşo li ser navê partiyan
kar bike, îxaneta ku li gelê me dike
xwezayî dike, nûnertiya partiyên mîna
AKP, CHP û MHP’ê bike û di van partiyan
de cî bigire; ajan in, alçax in û destê
wan xwîna gelê kurd de ye. Ew di nava
îxanetê de ne. Ji me gotin; gelê Amedê,
gelê Êlihê, gelê Çewlikê û hwd. ne
bêxwedî ne. Wê li hember van pêkanînên
ku bêrûmetiyê ferz dikin, bêdeng nemînin.
Ku ev yek berdewam bike, wê demê wê
gelek kes li dîrekên trafoyan laşên wan
ên qirêj ên ku di devê wan de lîreyek an
tûmenek pere hebe bê dîtin…
|