|
Em
dikevin salvegereke nû ya 15’ê Tebaxê.
15’ê Tebaxa ku 23 salên xwe tije dike.
Dema ku em pêşwazî dikin, em vê rojê li
gelê xwe, Rêber Apoyê ku em gihandine vê
rojê silav dikin û di kesayeta Mehsum
Korkmazê ku di afrandina 15’ê Tebaxê de
xwedî kedekê û alîkariyeke mezin e em
tevayî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr
tînin.
15’ê Tebaxê ku di
dîroka gelê me de mîlad e, ez vê derê jî
dixwazim dubare bikim. Ew mîlad e ku di
dîroka gelê me de bûye pêngav û demeke
nû daye despêkirin. Gelekî ku ber bi
pêvajoya tunebûnê ve hatiye birin re
bûye boneya vejînê û îro ew di nav
mirovahiya cîhanê de aniye cihekî rêzdar,
kiriye yek ji gelên berxwedêr û bi rûmet.
Di 23 salên ku di paş de mane de ji vê
rastiya bi tîpên zêrîn ku careke din
neyê jêbirin di dîrokê de hatiye
neqişkirin re şahidî kiriye.
Di salvegereke nû
ya 15’ê Tebaxê de em di nav rastiya
têkoşîneke bi heyecan de ne. Şert û
mercên heyî ji çareseriya pirsgirêka
kurd re, ji her demê behtir ku derfetan
diafirîne, ev pêvajo gelek xeteriyên
muhtemel jî di nav xwe de dihewîne.
Têkoşîna azadî û demokrasiya kurd di her
qadê de hebûna xwe didomîne û bandora
xwe zêde dike. Têkoşîna girêdayî
Parastina Rewa ku her diçe bêhtir
berfireh dibe, wek ku Serfermandarê
Giştî yê Tirkiyeyê jî bi neçarî
pejirandiye, însiyatifê di destê xwe de
digire. Alîkariya gel mîna aşîtê mezin
bûye. Însiyatifa Herêmî derbasî destê
hezên gel ên demokratîk bûye û deskeftên
ku hatine bidestxistin qadên têkoşînê
yên nû hatine afirandin. Li hember vê
pêşveçûna têkoşîna azadî û demokrasiya
kurd dijî, di siyaseta înkar û îmhayê de
jî hîn tê israrkirin. Ev nêzîkatiya ku
bi şêweyê neo-îttihatgiran gihiştiye
îfadeyekê, ne tenê li hember Têkoşîna
Azadiya Kurd, ji bo gelên herêmê û
Tirkiyeyê jî xetereyên mezin diafirîne.
Bi vî rengî
pêşketinên ku 15’ê Tebaxê jê re bûye
sedem, şert û mercên ku çareseriya
pirsgirêka kurd nêzîk dike afirandiye,
li dijî vê yekê neo-îttihatgiran ku
hatiye afirandin jî nîşan dide ku
xetereyên mezin dê derkevin holê.
Ev dualîtiya ku di
roja me de diqewime ji aliyekî ve dişibe
şert û mercên pêkanîna 15’ê Tebaxê. Di
wê demê de jî du hêzên dijber hatibûn
hember hev. Îmha û înkara ku li ser
kurdan tê ferzkirin, hêzên demokrasî û
azadiyê berxwedan tenê wek riyekê
pejirandibûn û 15’ê Tebaxê bûbû navê
pêkanîna vê riyê.
Rastiya pêngava
15’ê Tebaxê ku bi şêweyeke bênîqaş rastî
derxistiye holê, îro li hember dualîtiya
ku heye divê riya bê şopandin çawa be
nîşan dide. Ev jî li hember siyaseta
înkar û îmhayê ku tê de tê israrkirin,
rastiya ku derveyî berxwedaneke
gelemperî tu rê nîn e nîşan daye.
15’ê Tebaxê bû
bersiva berxwedana 14’ê Tîrmehê. 15’ê
Tebaxê bû wateya bilindkirina berxwedana
li serê çiyayên welatê me ya ku di
zindanan de pêk hatibû. Di 15’ê Tebaxê
de berxwedana ku ji zîndanan derbasî
çiyan bû gelê me ji nû ve vejand. Di vir
de rola kesayeta leşkerî û partiyîbûna
Mahsum Korkmaz mezin e ku di kesayeta
Rêber Apo de rastiya xwe dîtiye. Ev
kesayet di cewherê xwe de kesayeta
berxwedanê ye û temsîla Rêber Apo kiriye.
Di vê wateyê de
komploya navneteweyî ku li hember Rêber
Apo hat pêşxistin, ji bo ku milada nû ya
gelê me ku bi 15’ê Tebaxê re ji dîrokê
re vebûye, berevajî bikin, li ser
bingeha vê xeta berxwedanê bişikênin
hatiye pêşxistin.
Di 23’yemîn
salvegera 15’ê Tebaxê de deskeftên me
mezin in. Lê her tişt temam nebûye. Hîn
hedefên ku divê bêne desxistin hene.
Rêber Apo di bin esaretê de ye. Ji
cîhanê hatiye tecrîtkirin û her roj di
bin gefxwarina mirinê de tê girtin. Di
destpêka van hedefan de ev yek tê ku
jiyana Rêber Apo bê ewlekirin. Ev jî bi
bilindkirina têkoşînê û serkeftinê ve
gengaz e.
Şerekî gelemperî
li ser gelê me tê ferzkirin. Li çiyayên
welatê me şerekî dijwar tê meşandin.
Dixwazin gelê me bi birçîbûnê terbiye
bikin. Ev rewşeke şikandina rûmeta gelê
me ye. Di hilbijartina pêşwext de, bi
alîkariya artêş û dewletê ku AKP weke
partiya yekemîn derket, li hember gelê
me kirine berpirsyarê vî şerî û
polîtîkaya ku tê meşandin. Vê jî bi
sozên derew, mîkro krêdî û hestên olî
yên ku dixwazin gelê me bi kar bînin û
bigihîjin armanca xwe pêk bînin. Bi vî
rengî dixwazin dewletê li ser gelê bînin
rewşeke serdest.
Salvegereke nû ya
15’ê Tebaxê, li hember vî şerê gelemperî
yê îmhayê em bi giyana berxwedaneke nû
pêşwazî dikin. Çawa di pêngava 1984’an
de ku pêk hat û pê re, kefenê ji bo gelê
me hatibû dirûtin hat çirandin û
giyaneke nû da destpêkirin, 23’yemîn
salvegera 15’ê Tebaxê jî, ev polîtîkayên
îmhayê yên nû ku hatine ferzkirin, bi
têkoşîna gelemperî ya gelê me wê bê
pûçkirin.
Li ser vê bingehê
divê tev gelê me li her qadê 15’ê Tebaxê
ji bo ku li gorî giyana vejînê pîroz
bikin. Li hember vê polîtîkaya îmhayê ya
nû ku hatiye ferzkirin, bang dikim ku
berxwedanê bilind bikin. Bi van hest û
ramanan cejna gelê me ya vejîna neteweyî
pîroz dikim.
|