| |
|
FERMANDARÊ KU LI SER DILAN
HATIYE NEQIŞANDIN! |
Rêheval
Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji
bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25
salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim
û her carê ez di hundirê wan de,
biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna
giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her
dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî
hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê
nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe,
bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
Şoreşgerî qedîm û
hevalê rojê, rêheval Îbrahîm. Ji bona
min, nasîna we, hesteke pîroz û ezmûneke
ku ezê tu carî ji bîr nekin bû. Te
bênavber bi Roja giravan re
rêhevaltiyeke tam kir û tu bûyî hogirek
ji dil. Ev pratîka te her tiştî
diselmîne. Bi nasîna te, min nirxên
rêhevaltiyê û wateya têkoşîn û jiyanê
fêm kir. Ew ezmûn û bîranînên we yên ku
mîna zeryanan bûn û bixwe dîroka vê
tevgerê bûn. Hezar xwezî min zêdetir
sûdwerbigirta. Lê min ji ku bizanibûna,
tu yê bi îxaneteke bêwext ji nav me koç
bikî û bi rûyekî ken tevlî karwana
pakrewanan bibî.
Li pey te girî
digirîn rêheval Îbrahîm. Ji ber ku we li
van çiyayan jîna ku nemabû seridande, we
evînên baskokirî ji nû ve da jiyandin û
we hêviyên pêşerojê yên berxwedaniyê bi
me da tamijandin. Ma hindik e, ta ji
78’an heta roja îroyîn, bi evîneke mezin
û ku nedihejiya bi dozê re girêdan. Ma
hindek e, di her qada şer pêşengîkirin û
di her bihostek vê axa pîroz gerîlatî
kirin.
Her ku tu tê hişê
min, li ber çavên min, fermandarê pîroz
û mezin Egîd, bi bişirînekê şûna te
digire. Ji ber ku te bi têkoşîna xwe,
fermandariya egîd di nava rêxistinê de,
da jiyandin. Ma ne tu bûyî, piştî
pêngava guleya yekem a 15’ê Tebaxê, bi
fermandar Egîd re li Botanê, ji bona ku
berdewamiya û domdariya vê pêngavê bikî
û veguhezînî xetê, çi ket ser milê te,
te anî cî. Ma belasebe hevalan ji te re
digotin hevalê Zehmetkêş. Te bi
baweriyeke mezin, bi vîn û îradeyeke ku
tu carî naheje, di dîroka şerê azadiyê
de, bi serkeftinên xwe mohra xwe li
dîrokê xist.
Hevalê Îbrahîm;
bila bigirîn ew çiyayên qedîm piştî
çûyîna te; bila bigirîn deşt, çiya, dol
û zozanên Kurdistanê ku bûne şahidê
mêrxasiya te û mirovperweriya te. Ma
wisa hêsan e, pejinrandina vê yekê.
Li hemberî vê yekê
dilê min li ber teqawitbûne ye...
Vê mehê meheke sor
e, bi rengê xwînê ya ku ala mirovantiyê
û sosyalîzmê rengê xwe jê girtiye. Ne
pêjeroj dihêle ku em dûr bikevin û ne jî
paşeroj dihêle em ji hev dûr bimînin. Vê
mehê ji mehan kesk e,ji ber ku te bi
tîrêjên xwe yên hêviyê, beyarên ku
rengezer bûbûn hêşîn kir. Vê mehê meheke
spî ye û em bi hêrsa di nava dilê xwe de
hemû şembelîlk û berfên li quntarên
Kurojahro dihelînin, ku ev çiya bûn
şahidê vê berxwedanî û trajediyê.
Çokên min
dilerizin û çiyayê govendê zêmaran
dibarînin. Te dilê xwe di nava çiyayên
azadiyê de kêlî bi kêlî û gav bi gav
veşart.
Rêheval Îbrahîm,
qet xeman nexwe, waye zarokên rojê û
êgir, kefle bi kefle li pey vî dilî ne û
ewê bîranînên te, bidin jiyandin.
Oxir be Fermandarê
min!
|