Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 

Berpirsyariyên qadroyan û milîtanî

Cemîl Bayik

Milîtan ji bo çareseriya pirsgirêkan hene. Yên ji pirsgirêkan direvin û hewaleyî cihekî din dikin, nabin milîtan û ser jî nakevin. Mixabin di nav hin rêveberiyên me de tiştê pêş ketî, pirsgirêkan dijîn lê çavên xwe ji van pirsgirêkan re digirin. Ev yek jî gemariyê çêdike. Divê yên vê yekê dikin, ji vê ferasetê dûr kevin. Ger ku çalakgerên 14’ê Tîrmehê ku tu hincet ji bo xwe nedîtin û lê negeriyan, di van şert û mercên dijwar de çalakiya mezin pêk anîn.

Divê em jî ji vê yekê encaman derxin. Ji ber ku Hayrî, Akîf li Girtîgeha Amedê ev çalakî pêk anîn, tu derfetên wan tunebûn. Ger ku ew li hinceta bigeriyana ji bo wan gelek hincet hebûn. Derfetên pêkanîna çalakiyê jî zêde tune bûn. Tenê canekî wan hebû. Ji bilî vê îdeolojiya wan û îradeya wan tiştek tunebû. Di nav van bêderfetiyan de ev çalakiya mezin pêş xistin. Wan hincet kirin wesîleya pêşxistina serkeftinê. Bi îrade û îdeolojî û dilê xwe ev serkeftin bi dest xistin. Ev jî rastiyeke serokatî û xeta vê tevgerê ye.

Serok Apo diyar kiribû ku 14’ê Tîrmehê pêkanîna xeta PKK’ê ye. Milîtanî û terzê PKK’ê bi temamî li ser vî esasî ye. Ji îmkaneke biçûk, derxistina îmkaneke mezin e. Bi vê yekê mezinkirina armancê ye. Ji ber ku ligel van hevalan hest û ramanên mezin hebûn, karî vê serkeftina mezin bînin pê. Ger ku mirov zelal nebe û baweriya mirov tune be, tu caran pratîkên xurt pêş nakevin. Jixwe di nav şertên wekî şertên girtîgeha Amedê de, mirov dikare hincet jî bidîtana. Lê wan wiha nekir.

Niha gelek milîtanên me derfetan dixwazin. Dibêjin ev derfet nebin, nabe. Felsefeya nebûnê pêş dixin. Nabêjin ku tune be, ez ê biafirînim. Felsefeya dijmin dayî pêş dixin. Terz û nêrîna vê tevgerê pêş naxin. Rêber Apo dibêje ez tiştekî naxwazim, ez tenê derfeta xebatê dixwazim. Digot ez bingeha tevger, madiyat, kadro û hemû pêwîstiyên din jî çêdikim. Rastiya Rêber Apo û ya xeta vê tevgerê ev e. Ku milîtanên tevgerê hevaltiya Serok Apo û xeta vê tevgerê ji xwe re esas bigirin, ne bi axaftin dê pratîka xwe deynin holê. Mixabin hinek kadroyên me, hemû tiştên tevger dide wan kêm dibînin. Tiştên tevgerê dayî li şûna bişixulîne û mezin bike yên tevgerê dayî jî xilas dikin. Ev rastiya me ye. Ne rastiya tevger û serokatiyê ye.

Hayrî, Kemal, Akîf û Alî terzê PKK’ê pêk anîn. Di zîndanê de tu kesî derfet nedan van hevalan. Heta bêxeber û bêtêkilî man. Lê rojekê gazinde nekirin. Negotin tevger çima xeber, talîmatan naşîne û îmkanan naafirîne. Fikirîn ka dê di zindanê de çi xebatê bikin. Di wan şertan de derfet afirandin. Terza tevgerê ev e. Ji bo vê Kemal, Hayrî Akîf mezin bûn. Jiyana wan mezin bû. Van hevalan di nav şertên pir zehmet de di bin heqaret û îşkenceyê de xeta tevger û berxwedanê ji xwe re esas girtin. Tu caran hincet negirtin û xeta tevgerê bernedan. Dagirker û faşîst bi hovane diçûn ser van hevalan. Dixwestin dest ji nasname, serokatî û partiyê berdin. Lê van hevalan tu caran jiyaneke erzan qebûl nekirin. Dagirkeran gelek derfet jî teklîfî wan kirin.

Ên di zindanê de pêk anîn ev heval in, ên ji devre jî serokatî ye. Mazlûm Dogan, got ‘Êş û azara me, qîrîna me bigihînin cîhanê’. Serok Apo jî ev wekî talîmatekê dît û dengê wan, têkoşîn û qehremaniya wan gihand hemû cîhanê. Ev terza PKK û van hevalan e. Îro jî tê xwestin ku îradeya gel bişikênin û teslîm bigirin. Ku gel teslîm nebe jî, dijmin bi vê armancê tê ser gel, ser tevgerê. Li hemberî vê yekê peywira me mayîn, parastin, pêşvebirina meşa azadiyê, parastina nasnameya me ye. Şertên niha em di nav de derbas dibin bi aliyekî ve wekî 82’yan e. Ji gelek aliyan ve em ji 82’yan pêşketîtir in. Şert û merc zêde ne û gelê me di nav têkoşînê de ye. Lê aliyê armanca dewletê wek 82’an e. Dewletê hingê jî dixwest ku gel û tevgerê biqedîne, niha jî eynî tiştî dixwaze. Di 82’yan de şehîdan bi helandina canê xwe ev tehlîke berteraf kirin. Bi berxwedana mezin bi çalakiya xwe pûç kirin, dîrokeke birûmet afirandin. Niha jî peywireke wisa li pêşiya me ye. Ev bi karekî normal, milîtaniyeke normal û berxwedaneke normal nabe. Dagirker niha xwe ji her alî ve nû dikin. Bi taybetî dagirkerên tirk niha dizanin ka destwerdana kapîtalîzmê ya li Rojhilata Navîn çi dikin. Ji bo vê yekê jî ketine nav hewldana pêşîlêgirtina vê yekê. Ji ber vê niha ketine nav lezeke mezin.

Dibêjin komar heta niha bi tehlîkeyeke wiha re rû bi rû nemaye. Ji bo wê dibêjin divê em şerê rizgariyê yê duyemîn ê neteweyî pêk bînin. Ji hemû aliyên xwe ve li hemberî gelê kurd şer dikin. Çawa yewnanî avêtin behra Egeyê niha jî dikarin kurdan koçber bikin û tevkujiyê bidin destpêkirin. Niha artêşa profesyonel çêdikin. Ev ne tenê ji bo PKK’ê ye. Li hemberî guhertinên li Rojhilata Navîn in. Lê heta pirsgirêka PKK’ê çareser neke, nikare tiştekî din bike. Ji bo wê di ser me de tên. Artêşê niha, dad, sazî, dezgehên xwe hemû xistine nav tevgerê. Dixwaze kurdan teslîm bigire. Ku teslîm negire dê tevkujiyê bike. Divê li hemberî vê yekê hişyar bin. Hilbijartin jî li ser vê bingehê pêk tên. Hemû gotinên wan li ser tevkujiya kurdan e. Dixwazin hemû civaka tirk li hemberî kurdan bixin nav tevgerê. Ne jî zêdekirina hin parlementeran e. Tirkiyeyê li dijî gelê kurd amade dikin, li dijî şerekî herêmî amade dikin. Pêşketinên li Tirkiyeyê piştî hilbijartinê dê zêdetir bibin. Dê gelek hîleyan bikin ku parlementerên kurd nekevin parlementoyê. Naxwazin komek kurd li parlementoyê çêbibe. Loma pêşketinên Tirkiyeyê dê piştî hilbijartinan zêde bibin. Êrîş dê zêde bibin. Divê ji her alî ve em xwe amade bikin.

Pêwîst e ji alî gel, ragihandin û tevgerê ve wezîfeyên dikevin ser milê me, em bi cih bînin. Gerîla bi çalakiyan nikare encam bigire, gel bi serhildanan nikare encam bîne, çapemenî tenê nikare têbikoşe. Divê şervan, gel, çapemenî û dîplomasî bi her alî ve piştgirî bidin hev. Derfetên dîplomasiya me niha ji her demê zêdetir in. Em niha ji Tirkiyeyê xurtir in. Hêza niha li hemberî wê raweste tenê PKK ye. Ji ber vê yekê derfetên dîplomasiyê baştir derdikevin holê. Dibe em hin bedelan bidin lê berxwedaneke xurt dê Tirkiyeyê têk bibe. Rewşa Tirkiyeyê niha ji hêla cîhanê ve nayê qebûlkirin. Dibe hin daxwaz ji bo PKK’ê bên qebûlkirin lê ji bo tevahiya kurdan nayê qebûlkirin. Niha hemû saziyên PKK’ê di berxwedanê de ne. Divê ev berxwedan xurtir bibe. Berxwedan çiqas xurt be dê êrîş jî xurt bin. Di vir de kî zêde xetayên taktîk bike ew dê têk biçe. Divê çapemeniya me jî berxwedana xwe xurt bike. Pirsgirêkên xwe bi lez çareser bike. Ji bo vê yekê jî ji her demê zêdetir derfet hene.Berê derfetên me zêde nebûn, lê niha ji bo çareseriya pirsgirêkên çapemeniyê, derfetên me zêdetir in. Lazim e pirsgirêkên xwe zû hel bike û di berxwedanê de rola xwe baş bi cih bîne. Sebebên êrîşên dagirkerên tirk ên hovane girîng in. Ji ber ku pirsgirêka kurd gihiştiye asteke wisa êdî nayê înkarkirin. Ji ber wê yekê dixwazin di demeke zû de vê yekê bikin. Dixwazin tolê hildin.

Ji ber wê yekê dibêjin, ‘Ji yê nebêje ez tirk im re mirin’. Hewl û daxwaza wan tasfiyekirina PKK, bindestkirina gelê kurd û îdamkirina Serok Apo ye. Li hemberî vê yekê me îradeya xwe ya çareseriyê pir xurt danî holê. Me ev nîşanî cîhanê jî da. Me got em çareseriyê dixwazin. Cîhanê jî ev yek dît. Yê dixwaze hemû tiştên bi navê kurdan ji cîhanê rake, dewleta tirk e. Îlker Başbûg çend roj berî niha got, “PKK’ê agirbest îlan kir me qebûl nekir. Ligel hemû tiştî me zivistanan jî operasyon domandin.” Divê em vê yekê ji her kesî re ragihînin. Ku em vê yekê bi cîhanê bidin fêmkirin, şerê me rewa dibe. Niha rewşa me xurt e. Divê em vê rewşê qels nekin. Ev peywir dikeve ser milê çapemeniya me. Li ser sînor hêzan ber hev dikin. Dixwazin bi vê yekê têkiliyên Bakur û Başûr qut bikin. Dixwazin li Bakur encam bigirin û piştre bên ser Başûr. Dizanin heta li Bakur negihin encamê nikarin li Başûr bigihin tu encaman. Şerê PKK’ê ji bo parastina rûmet û gelê kurd e. Niha hemû rûmeta gelê kurd li ser PKK’ê ye. Ku PKK vê têkoşînê negihîne encamê û gelê kurd azad neke, dê Başûr jî darbeyeke mezin bixwe. Ew jî vê yekê dizanin. Başûr jî em jî...

Niha pêwistî bi parastineke rewa ya xurt heye. An dê îradeya dewleta tirk bişikê û bê ser masê. An jî em dê riya xwe xêz bikin. Niha wezîfeyek çapemeniya me ya girîng heye.

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Der barê HPG'ê de
HPG NRÇ Arşîv
Parastina Rewa
Nivîsên rojevî
Şehîdên me
Helbestên Gerîla
Rûpela YJA-STAR'ê
Fotograf
Pirtûk
Qlîp
Al
Têkilî

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)