| |
|
Li Katoyê helecana
temaşekirina dûriyan! |
Di hundirê pilanê de biryar hebû ku
hindek hêzên li Katoyê werin sivik
bibin. Li ser vê bingehê hejmarek heval
bi tevî hin pez û dewarên me yên heyî
derbasî Gera Berana bûn. Hevalên me yên
li wir jî piştî sererastkirinan, bi
taybet ji bona çêkirina çeperan di
bêdengiya şevê de derbasî cihê ku hatî
diyarkin bûn.
Tîma me jî ku hevala Leyla fermandara wê
bû, em jî weke hemû hevalan em jî
derbasî cihê xwe bûn, me bi dest
çêkirina çeperên xwe kir. Di her alî de
tedbîr dihatin girtin, her wisa beriya
şeveqê me cihê xwe qedandi. Di wê kêliyê
de hevala fermandar got: “Bila heval
pêdiviyên xwe pêk bînin, dibe ku em ber
bi seharê ve nikaribin hereket bikin”
Jixwe em ji vê yekê re xerîb nîn bûn.
Dema fermanara me digot kew e, me digot
nikulê wê sor e. Ahengeke bi vî rengî
hebû.
A niha êdî tarîtî xatirê xwe dixwaze,
êdî me pêşiya xwe didît, dem dema keşfê
bû. Hevala Leyla dûrbîn ji çentê xwe
derxist û çavên xwe yên şîn dane ber
çavikên dûrbîna sedamî, dest bi
temaşekirinê kirMe jî di dilê xwe de
digot; gelo ma dijmin daketiye an na?
Pirsan di serê me de rê nedidane hev, li
bersivên xwe digeriyan. Ji ber ku
bersivên gelekan bi lêvên hevala Leyla
ve girêdayî bûn. Ka wê çi ji me re bêje.
Lewra çavê me geh li derdoran, geh li
hevala Leyla bû. Perdeyên guhên me ew
qas tenik bûbûn ku, bi dengekî herî nizm
“sinyalek” jî heba wê bigirtana. Her
çavên hevala Leyla li ber dûrbînê bû,
carnan ji nêz carnan jî dûr ve dûrbîna
xwe badide û digerand, ev yek jî ji bo
me wek îşkenceya jopan dihat. Lewra
hevalekî xwe negirt û bi dengekî şikestî
got: “Heval Leyla ma çibû ka bêje,
tiştek heye an na” û di berde jî dikire
ûfeûf.
Piştî axaftina heval du deqe derbas
nebûn, heval Leyla lalbûna xwe şikand û
bi xwînsarî got: “Hevalno bila tu kes
tevgerên vekirî neke, li pêşberî me, li
ser tepê Girê Reş dijmin heye, lê xuyaye
hûn pir meraq dikin ha hûn jî lê temaşe
bikin, Lê baş baldarbin û xwe aşkere
nekin. Piştre dûrbîndirêjî mekir.
Me jî wek birçiyên çav bi nan dikevin,
bi hev re destê xwe dirêjî dûrbînê dikir.
Lê hûn dizanin ku heşt çav bi hev re
nakevin ber çavên dûrbînê. Lewra me yeko
yeko, bi rêzê berê xwe da Girê Reş û ta
ku me dijmin bi çavên xwe dît. Her
hevalekî dema ku bi dûrbînê temaşe dikir,
çi dîtiba bi hevalan re parve dikir. Yek
hejmara wan, yek çeper çêkirina wan,
yeka din jî şêwazê tevgera wan digot.
Her kes bi temaşekirinê re, şîrove û
nirxandinan dikir. Piştî ku me dijmin bi
çavê xwe dît, ew xeyalên şevê bûn rast.
Ger berê deriya pirsan hebû, lê niha bû
zeryanek.
wê bidome...
Beşên din...
|