|
Roj
derbas nabe ku genelkurmayê tirk
jixweber daxuyaniya nede. Herî dawî bi
îdeaya ku Emerîka çek dide PKK’ê, gotin
di cî de be “qirakan” dan kenandin.
Ma qey wê ji we nepirsin ku hemû çekên
we bi remza Emerîka hatine mohrkirin, ma
hûn nîn in ku ji bona çek sendinan
peymanan dikin?
Jixwe Rojhilata Navîn bûye depoya çekan,
jixwe yên ku perê xwe dide dikare
bistîne. Ma ne şert e ku înlehîn ên
Emerîkayê bin. Di ser de kî gotiye ku
çekên herî baş eydî Emerîkayê ne. Ma qey
qumaşên hindî ye. Kurt kurmancî, kî pere
bide, dikare her cure çek bistîne.
Ka em werin ser meseleya ku Emerîka çek
daye an nedaye, jixwe heta niha nedaye,
a rast ku dana jî wê xerab nebûya. Ji
ber ku wê hatina hesabê belaş. Emerîka
dibêje, me nedaye, rast jî dibêje, lê ev
nayê vê wateyê ku, di peyasê de çekên
Emerîkayê nayên firotin û nayên sendin.
Kî bixwaze dikare bistîne. Kî pere bide
ticarên Emerîka, çekên xwe digire. Ma
hûn jî wisa nastînin? Di rastiyê de her
çiqas teknolojiyên paşketîbin jî,
carinan hîbeyî we jî dikin. Tabî ev li
hesabê we tê. Ma çima hinekên din
dikirin, dibe pirsgirêk?
Di vê navberê de çek dayîna rêveberiya
federa ya Kurdistanê, hûn bizanibin ku
ev rast e. Dîsa modernîzekirina tanqên
Sedam û maşînên bi zirx, top û fûzeyan
didin pêşmergeyan. Ku didin we, wê demê
didin pêşmergeyan jî, ev rewşeke xwezayî
ye, ne wisa?
Hûn baş bizanibin ku, PKK hemû çekên xwe
bi pere distîne. Dixwazin hûn jî
bistînin, ma ne bi pereyan e? Qey hûn
gilî gazinc dikin, çima em ji we
nastînin?
Ku cî hatiye pirsek min ji we heye; ew
fûzeyên ku li trêna Çewlik-Dara Hênê, yê
kê bûn? Ji Îranê diçûn ku derê? We çima
der barê mijarê de qedexeya weşanê da?
Hûn li ser karên qirêj hatin zevtkirin,
ne wisa?
Di şûna ku hûn ji Emerîkayê re gotin
dibêjin, pêşî li xwe binêrin. PKK we li
ser karên sûc zevt kir, ne wisa? Piştre
jî kî agahiyên îstîxbaratî daye dibêjin
û tofanê radikin. Halbûkî ev trêna
çendan e ku li wir tê qelibandin, bi
rastî me jî hejmara wan ji bîr kir…
Ku li ser sînor çalakî çêbibin, wê çi
derên çi derneyên. Jixwe di tilyafiroşî
û qaçaxçîtiya mirov û çekan de ji we
baştir kes nîn e. Vê dinya alem dizane.
Êdî hemû kes dizane ku sûbayên we li ser
sînor barkariyê dikin. Em jî baş dizanin,
sûbayên we ji ber welatparêziyê van
karan dikin.
Hûn di wan rûpelên xwe yên înternetê ku
nivî şevê dixebitin, li ser van mijaran
bisekinin wê baş bibe. Her hal hingî ku
hûn serpêhatiyên hev rast dikin, ji we
re dem namîne.
Hûn wekî genelkûrmay bi gelek karên vala
re mijûl dibin û gelek vala diaxivin. Ji
dilê mirov ev tê ku mirov bêje, hinek
werin zelaliyê. Ji ber dîtina çekeke
M-16, hûn dinyayê radikin ser piya. Ya
hûn ên din bibînin wê çibibe? Ma înlehîn
em nîşanî we bidin? Yên ku şer dikin
helbet wê xwe bi çek bike, tê çi wateyê
ku hûn dibejin çek sendin an dayîn?
A baş; hûn ev operasyona derveyî sînor
ku du salên li ser zimanê we genî bûye
bikin û werin hemû çekên me bibînin.
Belkî bi vî awayî meraqa we bê cî. Tabî
wê ev dîtina we ya ji nêzîk ve,wê ya
dawîn be.
Neyse, jixwe we hemû dinyayê bi xwe daye
kenandin, qene zêde nedin kenandin.
|