|
Heyacana hilbijartinê di asta bilind de
ye. Gelê me li qadan sekna û girêdana
xwe ya tevgera azadiyê ji nû ve îlan
kirin. Em di têkoşîna azadiyê de hatin
fetlonekeke dîrokî. Her çiqas sîstemên
mêtînger, rê li ber her cure rêbazên
hiqûqî û demokratîk girtibin jî,
bergiriya hêzên demokratîk ên kurd di
pêşengiya tevgera azadiyê de, vê qada
têkoşînê vala nehiştin.
Ji ber qerekterê faşîzane yê sîstemê,
piştî hilbijartinan û ketina mebûsên
demokrat û şoreşger ên kurd û tirk, ji
me re nefereke têkoşînê vedibe. Wisa
dixuye ev qada nû, wê sîstemê tengav jî
bike.
Li Tirkiyê bêyî artêşê pelekî jî nahêje.
Dîsa rojevên siyasî û polîtîkayên netewî
ji hêla wan ve tê diyarkirin. Piştî
mûxtûrayan AKP hate hefsarkirin û mafekî
din jî ji AKP’ê re hate dayîn. AKP û
artêş li qirkirina kurdan li hev kirine.
Ji hêla civaka Tirkiyê de jî jixwe
pirsgirêk nîn e. Zihniyeta kerîbûnê her
her didome. Lêpirsîn êdî bûye têgeheke
li zabokan digevize. Gelê tirk ê esîl ku
ew qas girêdayî azadiya xwe ye, mixabin
îro ji ber bê pêşengîtiyê ji însafa
komeke biçûk xwînmijên dewşirme re
hatine hiştin.
Wê niha çi bibe. Pêşdarazî tiştek ne
rast e, bes ji niha de mirov dikare
bibîne ku wê ev meclîs, meclîseke şer
be. Berî hilbijartinê hilbijartin pêk
hatiye û biryar hatine dayîn. Hemû
rojevên li pişt deriyan, li ser
tunekirin û jiholêrakirina tevgra
azadiyê ye.
Serokatiya me di hevdîtinên xwe yên
dawîn de, diyar kir ku piştî
hilbijartinê gav neyê avêtin, ewê xwe bi
paş ve vekişîne û gerîla bixwe biryara
xwe bide. Ev serê mehekê ye ku gerîla tu
çalakî li paş nexistiye. Tenê di
çarçoveya parastina rewa de, dema ku
dijmin dertê operasyonan û tê ser gerîla
de, wê demê mafê bersivdayînê bikar tîne.
Herî dawîn dijmin li çiyayê Kato Jîrka
heta noqteyên hevalên me operasyon
lidarxist. Piştî berxwedaniyeke mezin a
gerîlayên me, artêşa tirk li Kato Jîrka
telef bû û 13 leşkerê mirî li pey xwe
hişt û ji qadê derket. Wê ev sekna me ya
xweparastinê, heta çend hefte piştî
hilbijartinê jî bidome. Jixwe ji bona
helwesta dijimin bê fêmkirin, ne hewceye
bi mehan û bi salan bê sekinandin. Wê
çend rojên destpêkê, ji bona fêmkirinê
bibe nimûneyek.
Rasteqîniya ku divê ji hêla her derdorî
ve bê fêmkirin ev e ; tevgera me ya
leşkerî û xebatên siyasî bi rewşa
serokatiya me ve girêdayî ye. Ew hêza me
heye ku em rojeva dinê biqulibînin û li
Kurdistanê derbeyên giran li dijmin
bidin. Piştî di sîstema KCK’ê de gavên
nû hatin avêtin û zelalî pêk hatin,
tevgera azadiyê ji her demê bêtir
yekvûcûd e û cengeke bêeman re amade ye.
Wê demê ewê vê pêvajoyê hetanî ku
hilbijartin zelal bibe û nêzîkahiyên
hikûmetê belî bibe bidome. Me destpêkê
got, bi vê hilbijartinê her tişt çareser
nabe, bes ku hejmarek baş bişînin
meclîsê wê ev qad jî bibe qada têkoşînê.
Heta ev diyar bibe wê gerîla di rewşa
parastina rewa de be. Dema ku
tunehesibandin û tunekirin bidome, wê
asta şer bi tevahî bê bilindkirin. Wê
gerîla hesabên giran ji derdorên ku li
Kurdistanê û Tirkiyê şerê qirêj kûr
dikin bipirse.
Ji ber vê yekê ku çend roj hilbijartinan
re maye, ne divê em hilbijartinê wekî
her tişt bibînin û binepixînin û divê ne
jî biçûk bibînin.
|